18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Yekitiya Ajokaran serdana konê nobedê kir û hevkariya PDK’ê şermezar kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê, çalakiya konê nobedê ya li deriyê Sêmalka berdewam dikin. Çalakiya konê nobedê 41 roj in didome. Malbat ji bo radestkirina cenazeyên zarokên xwe her roj li  vir nobedê digirin. Navenda Ragihandinê ya HPG’ê, diyar kiribû ku çekdarên PDK’ê di 28-29’ê tebaxê de li navçeya Xelîfan kemîneke danûbû. Di kemînê de 5 gerîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dabûn. Endamên Yekitiya Ajokaran a li herêma Cizîrê îro ji bo piştgiriya xwepêşandêrên li deriyê Sêmalka berê xwe dan konê xwepêşandanê. Girsê serdana konê nobedê kirin û pankertên “Em bang li Xaça Sor a Navneteweyî dikin ku destwerdanê bike û cenazeyên şehîdên me radestî malbatên wan bikin” û “Em bang li civaka navneteweyî dikin ku lêkolînê li ser bikaranîna çekên ku dewleta tirk bikar tîne yên ku di qada navneteweyî de qedexe, bike” hildan.

Komê wêneyên endamên HPG’ê yên li Xelîfanê jiyana xwe ji dest dane û sembolên kurdî hildan. Komê bê navber dirûşmeyên şermezarkirina îxanetê û silavkirina berxwedana gerîlayan berz kirin.

Endamên Yekitiya Ajokaran bi armanca radestkirina cenazeyên Tolhildan Raman û Serdem Cûdî, ji sînor kom bûn û berê xwe dan deriyê Pêşxabûrê. Li vir Hevserokê Yekîtiya Ajokaran Yasir Horî daxuyanî xwend û siyaseta PDK’ê û hevkariya wê ya bi Tirkiyeyê re şermezar kir.