24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xwestin tecrîd bi dawî bibe

Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) di nav 21 salan de heta niha tenê 9 caran bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirine. Herî dawî jî di 28-29’ê nîsana 2016’an de hevdîtin bi Ocalan re kiribûn û agahiyên hevdîtinê nehatibûn parvekirin. Piştî vê yekê CPT, di 5’ê tebaxa 2020’an de da zanîn ku di sala 2019’an de jî girtîgeha Îmraliyê ziyaret kirine lê şert û mercên 2016’an neguherîne.

Têkildarî tecrîda li Îmraliyê hefteya borî parlamentera Partiya Çep Gokay Akbûlût pêşnûmepirs pêşkêşî hikûmeta federal a bi serokatiya serokwezîr Angela Merkel kiribû. Di pêşnûmepirsê  de ev yek hatibû bibîrxistin: “Tecrîd li Îmraliyê mayînde bûye û li gel hişyariya sala 2016’an jî hîn tiştek nehatiye guhertin.”

Pirsa şert û mercên li Îmraliyê

Akbûlût di pêşnûmepirsê de bal kişandibû ser astengkirina hevdîtinan a li Îmraliyê û ev pirs kiribû: “Di hevdîtinên we de yên bi nûnerên tirk re, şert û mercên li Îmraliyê tên rojevê yan na?”

Li ser navê hikûmetê, Wezîrê Dewletê yê ji Karên Ewropayê Berpirsiyar Mîchael Roth bersiv da pêşnûmepirsa Partiya Çep.

Roth bersiveke kurt da pêşnûmepirsê û bersiv li malpera meclisa federal hat weşandin. Roth ji Tirkiyeyê xwest ku şertên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) bi cih bîne ku ew jî endamekî Konseya Ewropayê ye. Wezîrê alman destnîşan kir ku mafên têkildarî girtî û hikumxwaran ên bi PMME’yê hatine misogerkirin, divê neyên binpêkirin û wiha got: “Hem Yekitiya Ewropayê hem jî hikûmeta alman a federal, di hevdîtinan de yên bi Tirkiyeyê re, bendewariyên xwe yên di vê mijarê de bi rengekî aşkera radigihînin.”

‘Dawiyê li îşkenceyê bînin’

Wezîrê alman Mîchael Roth bal kişand ser rapora CPT’ê ya herî dawî ya li ser tecrîda li Îmraliyê û xwest ku şertên di raporê de tên xwestin bi cih bên. Wezîr di vê mijarê de jî bi van gotinan bang li Enqereyê kir: “Wekî ku CPT’ê ragihand, ji bo dawî li her cure kiryarên li dijî mirovahiyê bê, ji bo malbat û parêzer dikaribin hevdîtinê bikin, hikûmeta federal bang li hikûmeta tirk dike.”

Her wiha girtiyên li Îmraliyê jî nikarin hev bibînin. Li ser vê mijarê jî wezîrê alman bang li hikûmeta tirk kir ku vê astengiyê rake.

Xwediyê pêşnûmepirsê parlamentera Partiya Çep Gokay Akbûlût jî diyar kir ku ew vê banga hikûmeta Merkel erênî dibînin û wiha got: “Piştî vê bangê divê Almanya Tirkiyeyê bişopîne bê ka ji bo sererastkirina şert û mercan û bidawîkirina tecrîdê hewl dide yan na.”