20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Xweza û jîngeha Kurdistanê xeta sor e’

Têkildarî operasyonên Tirkiyeyê yên li hemberî axa başûrê Kurdistanê 50 rêxistinên civaka sivîl giliyê Tirkiyeyê li Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Silêmaniyê kirin û xwestin ku Tirkiye hêzên xwe yên li axa başûrê Kurdistanê vekişîne.

17 rêxistinên civaka sivîl çendek berê daxuyaniyek parve kiribûn û gotin ku divê Tirkiye êrîşên xwe rawestîne hekena em ê giliyên Tirkiyeyê bikin.

Sekreterê Partiya Kesk a Kurdistanê Milko Bazyanî bi nûnertiya 50 rêxistinên navborî yên civaka sivîl û jîngehî gilîname pêşkêşî Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî kir û destnîşan kir ku dê heta dawî mijarê bişopînin.

Bazyanî dîyar kir ku xwezaya Kurdistanê ji bo wan xeta sor e û wiha got: “Her dewlet û aliya ku dest biavêje xwezaya Kurdistanê em ê li dijî wê rawestin. Ji ber ku jîngeh û xweza mafê giştî yê mirovan e. Em dest ji vî mafî bernadin.”

Her wiha berpirsê Rêxistina Rewşenbîrî ya Nalî, Hewrê Dilşad li ser êrîşên dewleta tirk ev tişt anîn ziman: “Em ê heta dawiyê bibin şopînerê van binpêkirinan. Em ê vê mijarê bigihînin parlamentoya Iraqê û hemû aliyên pêwendîdar.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê