spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xweziliya min li te jinê û wê hezkirinê!

Gula Almastê

Ji we çend kes ji nav nivînên xwe bi strana “tu bi hêlîna van tîtiyan” re şiyarbûne, nizanim. Heke dil tenik be, mejî xew re biçe jî hiş melodiyên xwe dihûne! Ev bîsteke hêviyên min deng vedane ez her sibe stranên tîtiyan û qebqebên kewan bi dengê bilbilan şiyar dibim. Mirov ji xwe re dibêje ev dengê dilê min e gelo ji min re dipeyive! An jî ew dengên ez pê şiyar dibim dikarim bêjim ji sedî sed ez mirim, vaye ev der jî bihuşt e. Ew a zinginî ji hişê min tîne, ez bi ser xwe ve têm jî dengê dîk e ew her sibe li ber guhê min dijene!

Serê sibê saet hê şeş û nîv bû ez rahêjtim destika pencerê; bizanibin ku li bihara Serhedê roj xwe di saet çarê sibê de hiltîne! Çawa min pencere vekir, bêhna pûng û cehtiriyê li ber bêvila min xist kezeb û pişika min di hinavê min de bi hev re şabûn. Min dît xaltika fîncanê tepsîkek di dest de, pînekî spî avêtiye ser, di destê din de jî demliga çayê kubar kubar dimilmile. Dengê min, rê li wê birî; “Xaltîkê tu bi ku ve diçî?” Xaltîka fîncanê bi awirên çavan nîşan da hêla ku apê Simko lê bû. Got; “Apê te xurîniyê bi cixarê dike! Ez pir li ber dikevim, ji ber wê ye ez jê re taştê dibim, dayikê! De ka tu jî were tevî me çayê vexwe!” Ez ji wê re bişirîm, wê sermilk li xwe hilçinî, ne ji fediyan bû ew tevgera wê ji hezkirin û dil li ber derneketinê bû. Got; “Çi bikim! Ne îro, vaye pêncî sal derbas bûn ez hema wiha li pey wî pêge me!” Du wê vexwendinê ez qet disekinim, mehnî li min xweş bû! Min rahêjt şimikan, min şirpande pahniyan!

Ez gihîştim ba wan, em rûniştin me çong li hev kutan. Sohbet geş bû li ser sînga şîn a deşta zozanê Serhedê! Emrê wan li ser hefteyê bû devî devî heştêyî dikir, lê çiqas dîsa ji emrê wan bibihure êdî ne xema wan bû! Xaltîka Fîncanê berê pirsên min da apê Simko! Xaltîkê wekî rêzgirtinekê dora peyva ewilî da wî. Apê Simko jî qala xwe nekir, bi pesnê Fîncanê rê da axaftina xwe! Got; “Mala te jinê! Ne weke xwe ya niha bû. Tu bawerke heke Edûla Derwêş hay jê hebûya wê teqez dexesî li wê bejnûbal û bedewbûna wê bikira!” Peyv li xeberdana xwe sar nekir. Çavên xwe kuskusand duredur rêzefilma serpêhatiyên xwe nêrî, ji nav re çend kêliyên bi jîr bûn û jêhatîbûna berdilka xwe jibart û domand; “Du sed pez di du saeta de didot û of jî nedigot! Niha jî nikare du çêlekan bidoşe! Hey wax li min û wan rojan!” Gulmek ji cixareya xwe ya pêçayî xist, duyê wê bera valahiyê da, mîna rojên borî bela bû li valahiya zemên de winda bû.

Dibe ew dem ji min re xêlek e bi kelamên xweş ve xemilandî bû, lê ewa ji dirûvê wê dijijûya ne çirkek bû wê bi firtekê bi lêv bikira. Ji emrekî têr û tije bûyer, bi qewimiyên ol û eşîran ve dagirtî bû. Ne tenê çîrokeke dilê wê bû. Ewa min dixwest ji min re qalê bikin! Bûyereke xêr an jî ne bixêr, heke biqewime hemî neferên malbatê û civaka wan jî bêguman di bin bandora wê de diman û dimînin. Li ser serpêhatiyên wiha gelek destan, çîrok û stran jî hatine honandin! Du dilê bixwestina ew xwe bigihînin hev, heke pêk hatina wê ne mimkun ba wan dest didane hev xwe davetin ber bextê xêrxwazan! Her çiqas ne bi dilê civakê be jî lê revandina keçan tiştekî ne dûrî edetan bû. Gelek caran jinê bi mêr û bi zarok jî bi destê zordariyê hatine revandin! Carna jî her çiqas ne zêde be jî jin jî diçin li ser malan! Navê wê bûyerê jî li ser yekî rûniştin e! Lê çîroka xaltîka Fîncanê hinekî şêrane ye! Ka hela em guh bidin! Kê û kê revandiye?

Xaltîka Fîncanê berdewam kir: “Gotin li gundê me dawet heye! Ez jî nû gihîştime, dilê min pirtepirt e lê nahêlin ez herim dawetê. Dibêjin tu yê berbiçavî wê te birevînin. Ez jî çawan im zanî” bi bêhneke kurt navber da axaftina xwe. Çavên min ên li pey şopa bûyerên ciwaniya wê ketibûn, hemû hesret di bîbikan de dixwendin! Wê berdewam kir: “Bi xwedê heq ez çira me, vêdikevim! Ez difikirim! Li min hewara xwedê ez ê çawa bikim ku biçim dawetê! Min, dêrê qutinî yê bi gulên sor ve xemilî li xwe kiriye, rêzek şewê min jî di stûyê min de, di navê de jî serdilkek heye! Dora wê serdilkê jî bi zîv ve çêkirî ye. Bavê min ew gerdenî ji min re li Erziromê dabû girêdan. Hingî roja bavê min ew gerdenî ji min re anîbû; min kiribû stûyê xwe, min mîna çavên xwe jî ew xweyî kirîbû û nedabû tu kesî û winda jî nekiribû!” Got û destê xwe bê hemdê xwe bir ser moriyên li ber gerdena xwe ku wê gerdena xwe bi pê ve xemilandibû! Lê ew ên wê bi tiliyan ve henûnî mist dida û dihewand ne morî û mircan bûn! Ez bawer im ew bi xwe teva rabîrduyên ciwaniyê bûn. 
  
Wê domand:“Erê bavê min destûra çûna dawetê neda. Ez walî çûm walî hatim min dî bi minet û ricayê nabe, min xwe ji wî dizî! Erê min debar nekir ez bi dizîka çûm dawetê! Min xwe da refên keçikan, hinekî jî bi paşda ne bi pêş da.” Ew vegeriyabû wan rojan lê kelecana wê ye bi pê serbihuriyên xwe rave dikir hîn jî germ bû. “Min dît xortek di nav govendê de direqise du çav têrê nakin ku tu li wî binêrî! Ne bi lêv ne jî dêv tê şîrovekirin! Min pirsî, gotin ne ji gundê me ye, diyar e ew nenas e! Bi wê gavê min ne heft dila, bîstûheft cara dil berdayê! Bi salih û silûhan ez serve bûm kî ye! Min dît sakoyekî reşî li ser çeperê ye jinan jî qun lê qutaye. Gotin sakoyê wî xortî ye. Ez çûm kêleka wî sakoyê xerîb rûniştim. Min hêdî hêdî pêşa dêrê xwe avêt ser, ji bo jin li ser sako rûnenên û ew nebe qirêj û ne qirçime! Xortê min xwe bi hejandina dîlanê min bi hewandina sakoyê bi xwedî kes! Me bi awiran li hev kir çavên me man di bîbikên hev de.”

“Roja din destê min di hevîr de, min xengela dibir. Bi hatina keçika cînaran ji bo pêdiviyek nav malê, min bihîst xerîbê ji bo min hatiye xuliqîn, mêvanê kê ye! Agiro, kê tu gur kirî? Ez bûm pizot, bi xwe ketim! Gelo yê çawa be, çi rê, çi derfet wê hebe, bifikir! Lêlê dînêê bifikir, ha bisêwirîn! Min şewê xwe ji stûyê xwe derxist kir stûyê keçika cîran. Min jê re got; ez didim te, îro tu têke stûyê xwe! Ez ê paşê bêm, ji te bistînim! Min çengek ar û tasek jî rûnê nivîşk da dest, min got; bibe bila diya te pê hewlê çêbike! Ev jî diyariya min e, bi pêş mizgîniya te ve!

Her çiqas ez dudilî bûm jî ji bo çûna xwe, min nedixwest bavê xwe bihêlim. Qîza ez, bûka ez, wî hê lawên xwe nezewicandine! Ber bi êvarê ve, ez a nifteya deriyê bavo! Min kupa dilê xwe li ser zirza mala wî xist! Min berê xwe da mirazê yê şevek û roj danekê!

Dayê ez çi serê te biêşînim tu nabe ew jî fersendê badide û derfet nakeve! Wele lawo, mêrikî çar gurçik bû! Ez jî keçeke mêrane! Bi me re du hesp anîn, me berê xwe da xana li ser rê û çîpên hespên me di nav kurşê berfê de!”

Dema apê Simko qala rojên berê û serbihuriyên xwe dikir, bi zimanekî zelal û herikîneke bêhempa ji dêv dibariya! Lê mixabin, mijar ku diguherî dihate ser jiyana rojane derba asîmîlasyonê xwe ji nişka ve di nav de diteqand! Ji ber ku piyekî wî di nav bajar û sûkê de bû. Lê xaltîka Fîncanê tu car derfet nedîtibû ji kar û barê xwe yê giran ku ew biçe deverekê, ji xeynî nexweşiyekê yan jî bi taybetmendiya bûyerekê. Wê qet û qet xwe nedabû ber rêzefilmeke eletewş jî! Zimanê wê ewqas paqij bû mirov dikaribû bigota hevokên wê ji malzaroka diya wê qetiyane û heya vê rojê hatine! 

Jiyana zozanan jî dîtibû bêrîvantî jî kiribû. Xêzên ji qermiçên rûyê wê emrê wê jî geşedana dilê wê jî nîşan dida! Moriyên di stûyê wê de ne şewê ji wan rojan bûn! Lê belê hîn jî gerdeniya wê ne bê morî bû. Bi çend rêzik heqîq û mircanan ve xemilandî bû. Cixara wê ye pêçayî ku wê qalê kiribû; “Roja me hev nasiye vir de lawê Silêmîn her tim ji min re mûşê teme kiriye û aniye!” Cixara xwe di nav tiliyan de bi delaliyekê girtibû wê carcaran dibir ser leva xwe bi kêfeke ji dil du didayê! Me qala dewlemendiyê jî kir û feqîriyê jî, bi dayika heft zarokan û şêst û çar nevî û nevîçirkan! Min ji xwe re got; “Xweziliya min li te jinê û bi wê hezkirinê!”    