24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Yair Lapid serdana Îmaratên Erebî dike

Wezîrê Karên Derve yê Israîlê Yair Lapid di heftiya pêşiya me de dê serdana Îmaratên Erebî bike. Îmarat û Behreynê di îlona sala borî de têkiliyên xwe yên asayî bi Israîlê re dabûn destpêkirin. Israîlê têkliyên xwe bi 2 welatên din ên erebî ji nû ve saz kiribû. Yair Lapid wekî endezyarê avakirina hikûmeta koalisyonê ya Israîlê tê binavkirin ku di 13 meha hezîrana derbasbûyî de serokwezîriya Benyamen Netenyahu bidawî kiribû û bi tevlêbûna hin partiyên muxalefetê hikûmeta koalisyonê ava kiribû. Hêjayî gotinê ye ku ev cara pêşî ye di vê asta bilind de rayedarekî Israîlê serdana vî welatî dike. Lapid dê di vê serdana xwe de sefaretxaneya welatê xwe li Ebû Zebî û balyozxaneya xwe ya li Dubey veke. Heta niha Israîlê bi welatên ereb ên wekî Îmarata Erebî, Behreyin, Mexrib û Sûdanê re têkiliyên xwe yên asayî danîne û dê dor bi dor sefaretxane û balyozxaneyên xwe li wan welatan veke.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê