24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Yalçin: ATK naxwaze bê berdan

Çalakiya malbatên girtiyên nexweş a Nobeda Edaletê 70 roj in li Baroya Amedê didome. Malbat dixwazin girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediya ye serbest bêne berdan. Gelek malbat jî ji ber şert û mercan nikarin tev li çalakiya nobedê bibin. Yek ji malbatên girtiyên nexweş malbata Yalçin e. Ji malbata Yalçin Adnan Yalçin ê 60 salî 26 sal in girtî ye. Adnan Yalçin niha li girtigeha Dîlokê girtî ye. Adnan Yalçin di sala 1996’an de li Mersînê hate girtin. Ji wê demê heta niha li 10 girtîgehan maye. Adnan Yalçin di danişîna ewil de li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) hat darizandin û cezakirin. DGM’ê cezayê muebbetê lê birî.
Têkildarî rewşa Adnan Yalçin xwişka wî Nûrcan Yalçin agahî da. Adnan Yalçin, yek ji girtiyên nexweş ê di lîsteya 38 kesên ku nexweşiyên wan giran in de ye. Nûrcan Yalçin, diyar kir ku birayê wê piştî zewicî hat girtin û wiha got: “Dema hat girtin bavê sê zarokan bû. Birayê min ji ber xebatên siyasî di sala 1996’an de li Mersînê hat girtin. DGM’ê 36 sal ceza birî.”

Tedawiya pençeşêrê nakin

Yalçin, bal kişand ser sirgûnkirina birayê xwe ya girtîgehan û wiha axivî: “Di 26 salan de herî kêm sirgûnî 10 girtîgehan hat kirin. Bi qasî tê bîra min, sirgûnî Girtigehên Kurkçuler, Mêrsîn, Konya, Çewlîg, Amed, Xarpêt, Mereşê kirin. Birayê min 2 caran li girtîgeha Amedê ma. Niha jî li Girtîgeha Dîlokê dimîne. Cara ewil di sala 2006’an de ew şandin Girtîgeha Amedê. Li Girtîgeha Amedê nexweş ket. 10 salan li Girtîgeha Amedê ma. Di sala 2014’an de nexweşiya pençeşêrê lê peyda bû. Berê jî nexweşiyên dil, fitiqa piştê û nexweşiya hepatîtê hebû. Li gel van nexweşiyan pir hindik tedawî bû. Ji ber fitiqê bi gopal dimeşe. Ji ber pençeşêrê di 2014’an de emeliyat bû. Dema li Amedê bû tedawiya wî baş dihat kirin. Wê demê rapora “Nikare di girtîgehê de bimîne” stend. Lê ew bernedan. Piştî ku ew di sala 2016’an de şandin Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê tedawiya wî nîvco ma. Her roja ku diçe rewşa wî xiraptir dibe.”

ATK’ê 2 rapor red kir

Nûrcan Yalçin bal kişand ser raporan û wiha lê zêde kir: “Heta niha 2 raporên “Nikare di girtîgehê de bimîne” stendine. Lê li gel van raporan jî nayê berdan. Wî û du hevalên wî bi hev re bi halê nexweş bi rîngê birin Stanbolê. Saziya Tipa Edlî (ATK) rapor red kir û dîsa şandin Girtîgeha Amedê.”

Çûn û hatin bûye îşkence

Yalçin, li ser zor û zahmetiyên çûn û hatinê jî rawestiya û wiha berdewam kir: “26 sal in girtî ye. Ev ji bo malbatan îşkenceyeke mezin e. Hin malbat ji ber aboriyê nikarin biçin serdanê. Me di 26 salan de di rêya girtîgehan de gelek zehmetî ditin. Em li dehan bajaran geriyan. Ev bandoreke neyînî li ser malbat, dayik û bavan dike. Diya min bi salan e lawê xwe nedîtiye. Nexweşa doşekê ye. Diya min beriya ku bimire hevî û daxwaz dike ku azadbûyîna lawê xwe bibîne.”

Nexweşan davêjin hucreyê

Nûrcan anî ziman ku piştî pandemiyê çûn û hatina girtîgehan bêtir zahmet bû û wiha domand: “2 salan hevdîtina vekirî tune bû. Rêwîtî bi saet û rojan didome. Lê tenê em 40 deqîqeyan hev dibînin. Dema dibin nexweşxandyê nezî mehekê di qarantînayê de dihêlin. Qarantîna dibe îşkence. Girtiyên diçin nexweşxaneyê ji ber qarantînayê bêtir xirab dibin. Girtiyan davêjin hucreyê. Em dixwazin ku vê rewşê jî ji holê rakin. Ji ber ku ev pandemî li ser girtiyan û malbatan bandoreke xirab dihêle.”
Birayên min ji destpêka havînê heta dawiyê di qerantînayê de ma. Piştî qarantînayê yekem car di meha çileyê de me hevdîtina vekirî kir. Rewşa wî xirab bû. Qedexeyên pandemiyê bandoreke xirab li ser wan dike. Hemû mafên wan ên civakî û siyasî qedexe kirine. Girtîgeh bûne îşkencegeh.

Bila cenaze dernekevin

Nûrcan herî dawî daxwazên xwe yên ji bo girtiyan jî anî ziman û wiha got: “Malbatên girtiyan dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kirine. Di demên dawî de gelek cenaze derketin. Garîbe Gezer, Halîl Guneş cenazeyê wan derketin. Ji ber girtiyên me hene, cenazeyên ji girtîgehan derdikevin bandoreke xirab li ser me dihêle. Edî em naxwazin cenaze derkevin. Em dixwazin demildest girtiyên nexweş bêne berdan. Em piştgiriyê didin çalakiyên malbatan.”