20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Yawer: Ji ber êrîşên Tirkiyeyê 450 gund vala bûne

Êriş û ketina Tirkiyeyê ya li ser axa başûrê Kurdistanê bê navber didome. Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan a Hikûmeta Hewlêrê Cebar Yawer anî ziman ku artêşa tirk 45 kêlometroyan ketiye nav axa Iraqê û ji ber êrişên Tirkiyeyê 450 gund vala bûne.

Cebar Yawer, li Bexdayê tevlî panelekê bû û di panelê de behsa dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser axa Iraqê kir.

Cebar Yawer wiha got; “Artêşa tirk bi dirêjahiya 100 kêlometriyan û kûrahiya 45 kêlometroyan ketiye nav xaka Iraqê. Niha li herêmên ser sînor, şerekî dijwar heye û ji ber êrişan 450 gund vala bûne. “Balafirên Tirkiyeyê herêma Pênciwênê ya ku 300 kîlometroyan ji sînorê Tirkiyeyê dûr e bombebaran kir. Gelo ev serweriya Iraqê ye?” Wî bi vî rengî rexne li hikûmeta Kazimî girt, a ku dengê xwe ji êrişên dewleta Tirk re dernaxe.”