20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Yek mûmik

Riza Uyar

Rojekê kurdo û tirko bi hev re diçin bajêr, dîsa mijar dora siwarbûna hespê ye:

Kurdo ji hevalê xwe re dibêje heke ku destûra te hebe ez ê li hespê siwar bibim û stranekê bibêjim û ku strana min xelas bû îca ez ê dakevim û tu li hespê siwar bibe, baş e?

Tirko dibêje bi şertekî! Kurdo dibêje; ê de baş e kanê şertê xwe bibêje? Tirko şertê xwe dibêje ,binihêre lê lê û lo lo nîne ha! Kurdo dibêje na na, lê lê û lo lo nîne. Kurdo li hespê siwar dibe û îca dest bi strana yek mûmikê dike. Yek mûmik, du mûmik, sê mûmik, çar mûmik, pênc mûmik, yazdeh mûmik, bîst û heft mûmik werhasil bi hejmara hezar û nehsed û pêncî mûmikan re digihîjin bajêr. Pêdiviyên xwe dikirin û vedigerin, di vegerê de yê tirk hewl dide ku li hespê siwar bibe, kurdo dibêje hop hop, hêj strana min xelas nebûye û li hespê siwar dibe û dîsa dest bi hejmara mûmikan dike .

Dema ku tên binê gund, kurdo dibêje çar hezar û nehsed û not û penc mûmik û ji hespê dadikeve xwarê.

Yê tirk dibêje te çima temam nekir? Te çima nekir pênc hezar û axaftina xwe didomîne, bi telaq, kargehekî herî pêşketî jî, di nava du sê saetan de nikare ewqas mûmikan çêke! Helal be ji te re.