19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Yekî ji me ye lê ne wek me ye

Amed Tîgrîs bîranînên xwe nivîsî. Weşanxana APEC jî çap kir. Hewldanên ku li Amedê jî çap bibe destpêkirine.

Bîranînên min a Amed Tîgrîs rê xweştir dike ku gelek bîranînên din lê bibin. Çaxa xwendevan vê berhemê bixwîne, çêtire ku defter û pênûsa wî li ber wî be, lewra mirov dikeve nav miştaxa hemwateyan (synonym). Mamostê me serpêhatiyên xwe bi devoka Licê lêkiriye. Teşta tiriyê şîre ( merzone/mezrone) xweş difûre.

Nivîskarê me li goma (mezra) Xicîkan ya li taxa qerehesena Licê, li mala xwe ya li Varberg a Stockholmê û li şaneşîna xwe ya li Seyrantepeya Amedê (û gelek cih û warên din) rûniştiye û bi me re ketiye nav sohbeteke sade û geş. carna jê belkî gotin hinekî dirêj jî be, lê bîranîn in.

Balkêş e, di bîranên Amed Tîgrîs yên li Kurdistanê ji giraniya sosyo-politik diyar e lê her ku bîranîn me bi xwe re dibe welatên Ewropayê bîranîn rengeke postmodernî distîne.
Amed Tîgrîs têra xwe rê daye erdheja Licê ya sala 1975’an, dekûdolabên dewleta tirk û hewldanên kesayetî û rêxistinên şoreşgeran. Amed Tîgrîs erdhejek din jî kat dike. “erdheja” polîtîk ya nifşên salên 60/70’yan. Nemaze rêxistinên stalînist wek TKP,DDKD, PSKT û hin grupên din. Erdheja piştî Kenan Evren ya sala 1980’yî ku artêşa tirk desthilatdarî girt dest pê kir û krîza wan hîn jî didome. Li wir em dibin şahidê trajediyên sosyal û şikestinê. Wa xuya ye Amed Tîgrîs bi vegotina vê erdhejê re barekî giran ji ser milê xwe daniye. Li gor niviskar, belkî qapaxa beroşê girtiye lê ji bo me xwendevanan nivîskar qapaxa beroşê ji ser rakiriye.

Amed Tîgrîs di pêşgotina berhema xwe de dibêje: “Di nav civaka me kurdan de nivîsandina bîranînan nebûye kevneşopiyeke çandî û dîrokî. Nivîsîna bîranînan gelek giring e. Mirov bi jiyana xwe re, jiyana civaka serdema xwe jî radixe ber çav, ew dibe kurtedîrok, mîraseke mayînde û li pey mirov dimîne. Nivîsandina di nav nifşê kevn û nû de dibe weke pireyeke çandî û dîrokî.”

Ma ne ji xwe! Aliyeke din yê bîranînan jî heye; tu dizanî dîroka kurdan bêtir alim û oldarên resmî li gor berjewendiyên desthilatdar û kolonyalîstan nivîsîne, Nerast û tevlihev e. Îca kurd çiqasî serpêhatî û bîranînên xwe binivîsin wê hewqasî bi ser rastî û rêya xwe vebin. Bîranînên min ya Amed Tîgrîs, yek ji van berheman e. Dor dora te ye!