19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Yekitî dê ji hemû gefan re bibe bersiv

Bi salan e gel, partî û saziyên kurdan ji bo pêkanîna yekitiya neteweyî ya kurdî li çar parçeyên Kurdistanê di nav kar û xebetan de ne, lê her gava hewldana pêkanîna yekitiyê ji ber berjewendiyên hizbî û şexsî têk diçe û nagihîje encamê.

Sazî û partiyên kurdan ên dixwazin vê yekê pêk bînin kar û xebatên xwe didomînin. Ji ber ku aliyên kurd dixwazin yekitiyê pêk bînin, dizanin parastina destkeftiyan û bidawîkirina êrîşên li ser axa Kurdistanê pêkan e. Gavên şênber ên yekitiyê jî li rojavayê Kurdistanê di navbera partiyên kurdî de pêk hat. Ev nêzî 7 mehan e Encûmena Niştimanî ya Kurdî ya li Sûriyeyê (ENKS) û Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK)  danûstandinên ji bo yekitiya kurdî dikin. Her du aliyan heta niha li ser nêrîna siyasî ya hevbeş û avakirina Lêvegera Kurdî ya Bilind li hev kirine.

Di rojên borî de jî Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) der barê danûstandin û diyalogên bi encam û teqez de daxuyanî dabûn û ev tişt diyar kiribû: “Tevî hin astengî hene, danûstandin ji bo tevlîbûna ENKS’ê di nav Rêveberiya Xweser de berdewam in.”

Divê kurd bibin yek

Têkildarî diyaloga kurdî, Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Enwer Muslîm axivî.

Hevserokê PYD’ê Enwer Muslîm ragihand ku diyaloga kurdî dê bibe bersivek ji gefên Tirkiyeyê re û diyar kir ku pêwîst e ev diyalog bi ser bikeve û aliyên kurdî bigihîjin xeta yekitiyê.

Muslîm der barê girîngiya diyaloga kurdî de diyar kir ku ji bo kurd li hember civakên navdewletî bibin yek û bikaribe zilm û zoriyên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî tên kirin, zêdetir aşkera bikin hewce ye diyalog bi pêş bikeve.

Bersiva herî girîng

Muslîm axaftina xwe ya der barê diyaloga kurdî de wiha bi dawî kir: “Em bi hêvî ne PYNK û ENKS û partiyên li derveyî wan wê bikaribin yekrêzî û yekhelwestiyê pêk bînin. Dijminên gelan her dem hewl didin ku yekbûn çênebe. Bersiva herî girîng jî ew e ku em di demeke nêzîk de yekbûna xwe ava bikin.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê