spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Yekitiya Ewropa’yê bang li Tirkiyeyê kir

Di civîna Yekitiya Ewropayê ya di van rojên dawî de ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres jî tevlê bûbû, bang li hikûmeta tirk hate kirin ku astengiyên li pêşiya têkiliyên Yekitiya Ewropayê û Tirkiyeyê  rake û hin di vî warî de hin gavan bavêje.

Mijarên sereke yên nîqaşên di cîvîna welatên Yekitiya Ewropayê de yek têkliyên bi Tirkiyeyê re ya din jî mijara penaberan bû. Derdora 4 milyon penaberên Sûriyeyê li Tirkiyeyê dijîn û di encama peymanekê bi Yekitiya Ewropayê re Enqere deriyê Ewropayê li ber penaberan venake û li hemberî wê yekê jî welatên Ewropayê alîkariyên madî pêşkêşî hikûmeta tirk dikir.

Di vê civînê de jî hikûmetên WelatênYekitiya Ewropayê pêşniyarek pêşkêşî Komisyona Ewropayê kiribûn ku 5,7 milyar euro bidin Libnan, Tirkiye û Urdunê, ji wan 3,5 milyar euro ji bo penaberên li Tirkiyeyê ne.

Berê jî di encama peymana sala 2016’an de Yekitiya Ewropayê 6 milyar euro dabû hikûmeta tirk û ji wan pereyan heta niha 4.1 hatiye xerçkirin.

Her wiha di civînê de behsa tevgerên Tirkiyeyê yên li Behra Spî û nakokiyên bi Yewnanistanê re jî hate rawestandin.  Li ser doza Osman Kavala jî Tirkiye hat rexnekirin ku ew serbest nehatiye berdan û banga birîna hin cezayan li Tirkiyeyê hate kirin.

Bi kurt û kurmancî mirov dikare vê yekê bêje di vê civînê de jî wekî yên berê bazara herî mezin li ser penaberên Sûriyeyê bû. Dîsa dê Ewropa pereyan pêşkêşî Tirkiyeyê bike da ku nobedariya penaberan bike. Tirkiye jî hem pereyan digire û hem jî van penaberan her tim wekî çekekî li hember Welatên Ewropayê bikar tîne.