18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Yekitiya neteweyî armanca stratejîk e

Diyaloga kurdî-kurdî salek berê dest pê kiribû. Hevdîtinên di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurdên Sûriyeyê (ENKS) û Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) de, herî dawî ji ber nelihevkirina li ser xalên mîna perwerdeya kurdî û hevserokatiyê xitimîbûn. Bi destpêkirina hilbijartinên Amerîkayê şandeya amerîkî ya navbeynkara diyalogên di navbera her du aliyan de, vegeriyabû Amerîkayê û ev yek jî wek sedemeke sekinandina diyalogê hatibû nîşandan. Piştî hatina nûnerên Amerîkayê yên nû diyolagê bi tu awayî dest pê nekiribû.

Di rojên borî de di 28’ê adara 2021’ê de Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlûm Ebdî bang li ENKS û PYNK’ê kir ku li diyalogan vegerin. Piştî banga Ebdî PYNK-ENKS ragihandin ku banga Mazlûm Ebdî bi awayekî erênî dîtine û dê dest bi hevdîtinan bikin. Der barê destpêkirina diyaloga kurdî-kurdî ya dawî de em bi berdevka PYD’ê û endama PYNK’ê û endama diyaloga kurdî-kurdî Sema Begdaşê re axivîn.

‘Du hêzên leşkerî nabin’

Endama diyaloga kurdî-kurdî Sema Begdaş di axaftina xwe de ragihand ku heta niha jî hevdîtinan dest pê nekiriye tenê hevdîtinên di navbera şandeyan de hatine kirin û wiha got: “Me her du aliyan jî ji dema hilbijartina Amerîkayê vir ve hêj hevdîtin pêk neaniye. Ger em rûnin mijarên ku werin nîqaşkirin ev in; xalek ji rêveberiya xweser maye û ya din jî meseleyên leşkerî mane ku ew jî bi rêkeftina Duhokê bi HSD’ê re şêwazên wê tên nîqaşkirin. Bêguman em her tim jî dibêjin du hêzên leşkerî nabin, heta niha kîjan hêz hebe hewce ye ew berdewam bike. Helbet rê û rêbazên vê yekê jî bi HSD’ê re tên nîqaşkirin, li ser esasên rêkeftina Duhokê. Berî çend rojan nûnerên Amerîkayê ji bilî civînê, hem bi PYNK û hem jî bi ENKS’ê re cuda cuda hevdîtin kirin. Wan jî got ku hewce ye astengiyên li ber van diyalogan ji holê rabin û hevdîtin dest pê bikin, çi astengî hebin ji holê rabin. Ew jî dixwazin ku diyalog bigihîje serî.”

‘Pêdivî bi yekitiyeke xurt heye’

Begdaş bal kişand ser girîngiya hevdîtinan û da zanîn ku pêwîstiya gel, partî û saziyên kurdan bi yekitiyê heye û ev tişt anî ziman: “Îro li Rojhilata Navîn şoreşên gel çêdibin, deskeftiyên kurdan hene, sîstem tên guhertin. Kurd jî tim bûne qurbaniyên siyaseta van sîsteman. Ji bo vê yekê jî pêdiviya kurdan bi awayekî lezgînî bi yekitiyeke xurt heye. Îro li rojavayê Kurdistanê rêveberiya xweser a ku mafên hemû neteweyan diparêze, pêşengiyê dike. Divê ku pêşengiya yekitiyê jî bike, ev destkeftiyên li Rêveberiya Xweser nebin lîstikên siyaseta dewletan. Ger ev meseleya hevdîtinan pêk neyê dê bandoreke neyînî derkeve. Dema ku kurd yekitiya xwe pêk neynin û di qada navneteweyî de her parçeyek li gorî xwe tev li emeliya siyasî bibin wê demê dê tu nêzikatiyên cidî jî li hember kurdan nebin. Mînaka herî li holê jî Rojava ye. Ev deh sal in ku Rêveberiya Xweser heye lê di civînên çareserkirina pirsgirêkên Sûriyeyê de nayên qebûlkirin û tên dûrxistin. Ger yekitiya kurdan bi vê diyaloga kurdî-kurdî pêk were dê ev modela Rêveberiya Xweser a Demokratîk bibe mînak ji bo cîhanê. Hewce ye em bibin yek helwest.”

Hincetên ENKS’ê

Sema Begdaş destnîşan kir ku aliyê PYNK’ê heta niha tişta ketiye ser milên wan bi cih anîne û wiha domand: “Em wek şandeya PYNK’ê heta niha tişta para me ketiye ji sedî 90 me kiriye tenê mijarên leşkerî yên ku bi HSD’ê werin nîqaşkirin mane. Li gorî me zehmetiyên heyî me derbas kirin. Niha tiştên mayî jî divê em bibin serî. Yanî carinan tiştên gelek biçûk jî ENKS dixe mijara nîqaşê û dike ku diyalog bisekine. Mînak, ev sê meh in ku diyalog sekinîne tenê niha dibêjin hewce ye PYNK lêborîna xwe bixwaze. Hewce ye em li ser meseleyên wisa muhasebeyan nekin ger wisa be em ê tu carî nekarin bi pêş bikevin. Hincetên şandeya ENKS’ê hincetên bi vî rengî yên pir biçûk in. Hêviyên me ev in ku em vê diyalogê bi awayekî lezgîn bibin serî. Îro dewletên wek Amerîka û Fransayê ji bo kurd bibin yek piştgiriyê didin.”

Ger kurd bibin yek…

Endama PYNK’ê herî dawî diyar kir ku ew hewl didin diyalog erênî bi dawî bibe û wiha got: “Em dixwazin mizgîniya yekitiyê bidin gelê kurd. Van mehên pêşiya me hewce ye diyalog bi encameke erênî bi dawî bibe û mizgîniya yekitiyê bidin gelê kurd. Em, PYNK di vê meseleyê de cidî ne. Meseleyên yekitiyê her tim hedefa me ya stratejîk bû. Her wiha kurd dikarin bi yek projeyê, bi yek dengî hem ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdan hem jî ji bo projeya demokratîk a Sûriyeyê bibin yek û pêşengiyê bikin. Ji ber vê jî gere em van astengiyên biçûk ê ji pêşiya xwe rakin.”