spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Yemençayîr

Ayhan Erkmen
Ayhan Erkmen
Ax! Welato

Gundê Yemençayîrê ango Emançayîrê, girêdayî navçeya Dîgora Qersê ye. 35 kîlometreyan dûrî Qersê û 20 kîlometreyan jî, dûrî Dîgorê ye. Bi heft gundan re cîrantiyê dike. Ev gundana; Şîrînkoy, Şatiroxlî, Tirmaşîn, Zeynik, Zibinî, Yayla Sinco û Gulheyran in.

Ji Rebwar Kalid Tahirî

Nivîskarê nemir Heciyê Cindî, ji bo navê Emançayîrê, di bîranînên xwe de dibêje ku ‘Çayîr û çîmenên gundê me wisa xweş bûn, çavê kê ku pê diket, li hember wê bedewiyê metel diman û digotin ‘eman çayîr!’

Erê gundekî biçûk e, lê ji aliyê xwezayê ve gelekî dewlemend e: Çayîr, merg û çîmen, wekî xalîçekê bi gul û rihanan xemilandî, li çar hêla gund wergirtiye. Kulîlkên cur bi cur; sorsorik, beybûn, piltan, kirkolk, xaşxaşk rengê xwe didin vê bedewiyê. Gîha û pincarên wek pêqazk, kereng, siping, cetirî, tirşo, mendik tema xwe tev dikin.

Çemê Çaço di nav gund re kubar kubar diherike. Li der û dora gund du çiya hene, yek çiyayê Kolik e, gund pala xwe dayê; yê din jî çiyayê Qontir e, gund berê xwe dayê. Li ser vî çiyayî ziyaretek heye. Ji berê şêniyên gundên der û dorê jî qurban dibirin ser û serjê dikirin. Lê mixabin di van salên dawîn de ew kesên bêxîretên ku li zêran digerin, ziyaret kolane û tûr tela kirine.

Civaka Ezidî, di sala 1882’an de, ji hêla Eyntabê mişext dibin, tên vê heremê û di 15 gundên Dîgorê de cih dibin. Ev ji eşîra Sîpkî ne. Yemençayîr ji wan gundan yek e. Li gor arşîvên rûsan di Yemençayîrê de, 19 malbat bi cih û war dibin û di van malbatan de, 74 mêr û 60 jî jin hene.

Li wê gavê, malmezinên Yemençayîrê; Esedê Biroyê Cewarê, Îvoyê Hemo, Bekirê Şemo, Basoyê Reco, Hemîdê Hûso, Rostemê Hesen in. Ji van Bekirê Şemo û Basoyê Reco dewlemend in û ji bo perwerdeya zarên xwe, dersdarên rûs tînin gund.

Şêniyên Yemençayîrê debara xwe bi cotkarî û xwedîkirina heywanan dikin.

Nivîskar Têmûrê Xelîl, di berhemeke xwe de behsa edetekî wê demê dike.

‘Li wê gavê, di gundê Emençayîrê de edetek hebûye. Bona ji bextreşiyan û belayan xelas bibin, dora tendûran hinek edetên dînî dikin. Wek; eger zarokek dereng dest bi xeberdanê bike, an jî dereng bimeşe, ji destê zarê digirin, dora tendûra sincirî digerînin, sê caran fitil didin û dibêjin: ‘Pîrê êgir, îzinê bide bila zarok xeberde’

An jî: ‘Ya Pîrê êgir, tu qewatê bide zara min, bila bimeşe.’

Xwediyê zarê xênjî vê yekê, bi destê zarê digire û li dora tendûrê digerîne, di ber xwe de dike pintepint û ginegin bona ku zarok jî, mîna wî xeberde û bimeşe.

Ji Rebwar Kalid Tahirî

Di şevên zivistanê yên reş û dirêj de, şêniyên Yemençayîrê di odeya Esedê Biro de dicivin; behsa meseleyên berê dikin, çîrok û stranan dibêjin. Carinan, ji derva jî mevan tevî vê cimûeta wan dibin. Ji wan yek jî, sazbend û dengbêjê gundê Qozilcê Kamilê Bekir e. Qozilce jî gundê êzidiyan e. Kamîlê Bekir sazê bi hostayî lêdixe û pê re klam, stran û çîrokan dibêje. Her sê zarên gund ên zîrek û jêhatî; Heciyê Cindî, Cerdoyê Genco û Emînê Evdêl qet ji van şevbêrkan kêm namînin. Dibe ku tesîra van şevbêrkan ku, dema hersê mezin dibin, li ser folklora kurdan xebatên pir mezin û giran biha dikin.

Civaka êzidî 36 salan li vir dijîn. Bi fermaneke nû, di sala 1918’an de, vê carê jî, ji vir koçberdibin, diçin alî Sovyetê. Di dema vê fermanê de, Yemençayîr gihiştiye 40 xaneyî û nifûsa wê devî devî 250 kesî ye. Ji wan, mezin di dema rev û bezê de tên kuştin, zar sêwî dimînin. Ji wan; Heciyê Cindî, Cerdoyê Genco, Emînê Evdêl hevalê hevdu yên zarokatiyê ne. Li Yemençayîrê bi hev re kap, peskê guro, çavgirtonek lîstine. Her sêk jî, di pey koçberbûnê re dê û bavê xwe winda dikin, di sêwîxaneyan de mezin dibin û xizmetên pir mezin dikin ji bo çand, huner, wêje û hebûna kurdan. Heta roja mirina xwe jî, ev her sê heval qet ji hev naqetin û tim bi hev re tevdigerin.

Niha jî binaliyên Yemençayîrê kurd in. Gund hêj wekî berê maye, 60 xane dijîn. Nifûsa wê jî devî devî 400 kesî ye. Ev ji eşîrên; ayiza, seydoyî, birûkî, celalî û dilxêrî ne.

Li gund, ji çend avahiyên wê demê, hê jî pê ne. Ji wan a ku bi navê ‘birca belek’ bi dip dûzena xwe ya berê ve sekiniye.

Heciyê Cindî û hevalên wî

Nivîskarê nemir Heciyê Cindî di biranînên xwe de ji bo hesreta yemençayîrê dibêje; ‘Ez biçûma Emençayîre, min dilê xwe rehet bikira, bêhna min vebûya, min ê cih û warên kal û bavê xwe, mala me û kalikên xwe bidîta. Min ê xweliya wî gundî, bi dilê tijî maç bikira. Ew xweliya ku xwişk û bira, pîrik û kalikê min, dê û bavê min, pir hezkirî lê geriyane.’

Pêşiyên helbestvan Fêrîkê Ûsiv jî ji Emançayirê ne. Ew di heman demê de zavayê Heciyê Cindî ye û bi Firîda Xanimê re zewiciye. Di helbesteke xwe de ji bo ked, millet û welatperweriya Heciyê Cindî dibêje:

Neçûyî Hecê, lê bûyî Hecî

Çim cimata te, ev misken, ev cî

Tera bûn ziyaret, tera bûne Hec,

O tu lê bûyî ziyaretvanê qenc. . .

[accordions]
[accordion title=”Çavkanî” load=”show”]Heciyê Cindî, Jiyan û Kar: Firîda Hecî Cewarî

Gotar: Têmûrê Xelîl

Bijare: Fêrîkê Ûsiv[/accordion]
[/accordions]

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê