spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Yên ku li Sûr, Cizîr û herêmên din sûcên li dijî mirovahiyê kirin dê bên darizandin’

Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr anî ziman ku dewleta tirk di dema qedexeyên derketina derve li Şirnex, Cizîr û Nisêbînê sûcên li dijî mirovahiyê kirin. Taşdemîr got ku dê kesên ev sûcên li dijî mirovahiyê kirin, bên darizandin

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dîlan Dîrayet Taşdemîr li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û mijarên di rojevê de nirxand.

Dîlan Dîrayet Taşdemîr di serî de bi boneya 23’yemîn salvegera wefata hunermenda kurd Eyşê Şan, Şan bi bîr anî û wiha got: “Tevahiya jiyana wê di têkoşînê de derbas bû. Li aliyekî li dijî pergala serdest a zilam û li aliyekî jî li dijî pişaftinê têkoşiya. Gelek berhemên giranbiha li pey xwe hişt. Îro salvegera 23’yemîn a koça wê ya dawî ye. Em carek din wê bi bîr tînin.”

‘Me şahidiya hovîtiyê kir’

Di berdewamê de jî Taşdemîr têkildarî salvegera qedexeyên derketina derve yên li bajarên bakurê Kurdistanê axivî û ev tişt anî ziman: “Di 16’ê tebaxa 2015’an de li Gimgim a Mûşê Ekîn Wan hat înfazkirin û dorpêça bi teşhîrkirina bedena wê dest pê kir. Di qedexeyên derketina derve de hovîtî û bêhiqûqî pêk hat. Ji pitikên sê mehî heta kal û pîrên 80 salî bi sedan mirov hatin qetilkirin. Bi dehhezaran mirov ji warên xwe bûn û ketin ser rêya koçberiyê. Hêj malbat li cenazeyên xwe digerin. Ev hovîtî li ber çavê hemû dinyayê pêk hat. Em hemû şahidên wê demê ne û di bîra me de ye.”

Sûcên li dijî mirovahiyê

Taşdemîr diyar kir ku ew li benda saziyên navneteweyî ne ku, qewimandinên di serdema qedexeyên derketin derve de pêk hatin derxin holê û wiha pê de çû: “Çawa ku komkujiyên li Guernica, Srebrenitsa û Darfur di bîra mirovahiyê de hatine lanetkirin û her çiqas demek dirêj bi ser re derbas bûbe jî kujerên wê hatine darizandin, dê yên li Şirnex, Sûr, Cizîr û Nisêbînê sûcên li dijî mirovahiyê kirin jî bên darizandin.”

‘Plana têkbirinê’

Bi domdarî Taşdemîr bal kişand ser ‘Plana têkbirinê’ û wiha got: “Piştî civîna Desteya Ewlehiya Neteweyî (MGK) a di sala 2014’an de biryara Plana Têkbirinê xistin dewrê. Ev plan hê jî didome. Ji wê rojê ve tunekirina îradeya gelê kurd û nasnameya gelê kurd di rojev û dewreyê de ye.”

Herî dawî jî Taşdemîr bal kişand ser berxwedana jin û gelê kurd a li dijî hovîtî û tayînkirina qeyûman û bi lêv kir ku dê jin û gelê kurd tu caran serî netewîne. ENQERE