25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

YE’yê biryar da ku qada hewayî ji  Belarûsê re bigire

Belarusê duh bi behaneya ku bombe tê de heye, balafira ku ji Yewnanistanê diçû Lîtvanyayê bi zorê li Minskê daxist û rojnamegerê muxalif  Roman Protasevich xiste bin çavan.  Girtina rojnameger Roman Protasevich a bi vî şêweyî ji alîyê Yekitiya Ewropayê, DYA û NATO’yê hate şermezakirin.

Rayedarekî payebilind ê Yekitiya Ewropayê bûyer wekî ‘revandinê’ binav kir, her wiha Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê jî ev bûyer wekî ‘ çalakiyeke ku mirov behitî dihêle’ bi nav kir.

Têkiladarê mijarê  lîderên 27 welatên Yekîtiya Ewropayê li Brukselê li hev kom bûn û biryar dan ku balafirên Belarûsê nikaribin bikevin qada hewayî ya Ewropayê.

Lîderan bang li rêyên hewayî yên Yekîtiya Ewropayê jî kirin ku li ser qada hewayî ya Belarûsê nefirin. London û Kîevê qada hewayî ya Belarûsê beriya niha xistibû nava lîsteya reş.

Li gorî rêxistina Eurocontolê her hefte nêzî 2 hezar balafir li ser qada hewayî ya Belarûsê ji bo bazirganiyê difirin.

Yekîtiya Ewropayê beriya niha Serokkomarê Belarûsê Aleksandr Lûkaşenko jî di nav de 88 endam û 7 saziyên rejîmê xistibû lîsteya reş.