spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

YE’yê Tirkiye ‘Hêzeke dagirker’ binav kir

Komîsyona Yekîtiya Ewropayê di rapora xwe ya salane de cara yekem dewleta Tirkiyeyê li Suriyeyê weke ‘hêzek dagirker’ binav kir.

Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE), Rapora Pêşvebirina Tirkiyeyê di 20 ‘ê Cotmehê de aşkere kir. YE’yê di rapora salane ya Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ku li ser welatan amade kir de, Tirkiye cara yekem li Sûriyeyê weke “hêzeke dagirker” pênase kir. YE di raporê de rexneyên giran li Tirkiyeyê kir û diyar kir ku polîtîkaya derve ya dawî ya Tirkiyeyê ne li gorî pêşîlêgirtinên ewlehî û polîtîkaya derve ya YE ye.

YE’yê di raporê de ragihand ku armanca Tirkieyê ya ‘Sûriyeyeke bi îstiqrar û dewlemend’ jî ji hêla YE’yê ve hatiye parvekirin û wiha got: “Tirkiye beranberî vê yekê hemleya xwe ya leşkerî ya li bakurê Sûriyeyê bi beşdarbûna milîsên ku piştgiriya wê dikin, didomîne. Tirkiyeyê her wiha torên xwe yên binesaziyê li bakurê Sûriyeyê zêde kirin û pêşkeşkirina xizmetên bingehîn zêde kir.”

YE’yê di raporê de diyar kir ku rewşa mafên mirovan a li herêmên di bin kontrola leşkerên tirk û hêzên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve de, hê jî cihê fikaran e û got: “Rayedarên tirk piştgiriya çalakiyên ku ji aliyê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve ji bo vegerandina aramiyê û avakirina avahiyên îdarî li ser erdê pêk tên, kirin. Tevî hemû hewldanan jî divê Tirkiye weke hêzeke dagirker bala xwe bide ser pirsgirêka mafên mirovan.”

Balkêş e ku di rapora her sal tê weşandin de ji bo Tirkiyeya li Sûriyeyê dimîne, pênasekirina “hêzeke dagirker” ku beriya niha nehatibû gotin, hat kirin.