În, Nîsan 16, 2021

Yezdanên welatê jorîn -2-

Agîd Yazar
Agîd Yazar
Keştiya Alalû

Fermandarê gewre yê efsanewî Hannîbal gotiye: “An em ê riyekê bibînin, an jî em ê riyekê çêbikin.” 

Ew roj û ev roj e, ev gotina Hannîbal a qerase, ev gotina mîrî, ev gotina efsûnî, bûye pizika serê zimanan. Kesê piçekî giyanê şoreşgerî pê re hebe, gava roj li wî/ê di cihekî teng de lê diçe ava, hingê vê zir-gotina Hannîbal tîne bîra xwe. Ev gotina ew çend qelew, meriv tije dike, ew çend jî meriv dicixirîne. Gava ev gotin tê bilêvkirin, ne bi werîsekî, bi heft werîsan meriv nayê zeftkirin.

Ger em qinê ji galegalê derxînin, ger em maka gotinê ji hevdu re bibêjin, mijara gotinê lêkolîna cih warên çetin ên Naîriyan-Bîanîliyan-Xaltiyan-Ûrartûyîyan e. Sernivîsa vê gotarê “Efendiyên welatê jor 2”ye. Dibe hinek ji we bibêjin, bavo ma gotara “efendiyên welatê jor 1” çi çax bû hat weşandin, heta em ji ya duyemîn fêm bikin? Hûn gelek mafdar in. Ez tavilkê bibersivînim: Tam salek û 18 roj berê hatibû weşandin. Ew roj û ev roj, derfetê me çênebû heta em biçin welatê efendiyên welatê jor, lêkolîna xwe ya nîvcomayî bibin serî. Lewra şewba Covîd19’ê, salekê salawext em di malên xwe de dîl girtin. 

Piştî hinekî berge li vê şewbê teng bû, vêca zivistana duyemîn di ser me de hat. Bi vî awayî em cara duyemîn lebikîn. Nola gayê mîz lê biesire, dawî li kêşeyan nehat. 

Paşê ev gotina fermandar Hannîbalê mezin, mîna hesteyek di tariyê de were çelpandin, wanî pirîskên vê gotina “an em ê riyekê bibînin, an jî em ê riyekê çêbikin” di pîstika mejûyê min de vejenî. 

De vêca ne taqozek, heft taqozî jî nikarîbû tekerê erebeya me bisekinanda. Bi vî awayî me ji berfa welatê jor û ji şewba Covîd-19’ê re got, qaqibixo lawo qaqibixo!

Wan
Ger hûn bixazibin bi dilê xwe li cih warên Ûrartûyan bigerin, divê hûn Wanê ji xwe re wekî navend bibijêrin. Lewra Wan, nîvê kevçika dilê Ûrartûyan e. Ewil biçin ber Dergehê Yezdan Xaldî û wî dergehê pîroz tewaf bikin. Bi rêzdarî li ber bîrdariya seryezdanê cengê Yezdan Xaldî, yezdanê ba bager û birûskê Yezdan Teîşeba, yezdanê rojê Yezdan Şivînî, her 60 yezdanên din û her 16 xwedawend, li huzûra wan niyaz bibin û têkevin qametê. Çiqas dia û dîrozên hûn pê dizanin ji hezkiriyên xwe re bixwînin. Piştî hingê daxilî tunêla dem û dewranan bibin. Hingê hûn ê derkevin ger û geşta rabirdûya sê hezar sal beriya niha. 

Hingê hûn ê li xwe vehesin ku bedena we nola per, nola pîşo nerm bûye, sivik bûye. Lewra Dergehê Yezdan Xaldî, navê xwe yê din Dergehê Meherê, bi serê xwe manîfestoyeke baweriyê, manîfestoyeke serkeftinê ye. Yezdan Xaldî, yezdanê neteweyî yê pêşiyên me yên Xaltî-Ûratûyî ye. 

Qralên Ûrartûyan

Me di gotara xwe ya yekemîn de qala çend qralên Xaltî-Ûrartûyan kiribû. Lê ji ber saleke salwext, di ser re derbas bûye, ez dixwazim hema di ser re careke din qala wan pênc qralên pêşîn yên binemala duyemîn a Ûratûyan bikim. Te dît li gorî zanebûna xwe.

Berî Zayînê ji sedsala 12’emîn heta sedsala 9’emîn li derdora 400 salî, Asûrên xwînrij hema bê navber miqîm ajotine li ser Ûrartûyan. Di serdsala 9’emîn a berî zayînê de rûsipiyekî zana, bi navê Lûtîprî radibe. Temamê aşîretên Hûrrî-Mîtanî, her wiha Sumer, Hitît, Frîg û yên din ên li hember Asûran têkçûyî, tevdekan di bin banê Ûrartûyan de dicivîne ser hev. Tifaqeke zornebir, her wiha têneçûyî, ava dike.

Yezdan Xaldî

Paşê qralê pirzana û zîrek, qral Lûtîprî, xatirê xwe ji dinyaya gewrik dixwaze, derdikeve warê aşa. Lê ew textê xwe ji qralekî ciwan, tevhilkişandî ew çend jî çust re dihêle. Ew qralê ciwan, nûxwiriyê wî Sardûriyê yekemîn bixwe bû. 
Ji navê xwe jî kifş e ku ew qralekî serdar û rêber bûye. Jixwe em di roja îroj de jî, ji hukumdaran re dibêjin “serdar”.
Serdarê 1’emîn dibe qralê yekemîn yê hukumdariya Ûrartûyan ê serdema duyemîn. Qral Sardûrî, paytextê radike tîne li ser keleha li rojhilatê gola Wanê ava dike. Keleh, hezar û 800 metre dirêj e, 100 metre ji jêrzemîna erdê bilind e. Qral Sardûrî, navê seryezdanê Hûrrî-Mîtanî Teîşeba li paytexta xwe dike. De min li jorê qala vî yezdanî kiribû, ew yezdanê ba bager û burûskan e. Navê Yezdan Teîşeba/Tûj-ba, tê wateya “bayê tûj”.

(Gava em qala wateya van navên dîrokî dikin ku di nav kurdiya roja me ya îroj de jî tê bi karanîn, hinek kesên xeşîm dibêjin “de hûn jî wekî tirkan nekin looo”. Elebet gelek gotinên meriv ji van rebenokan re bibêje hene. Lê yeqîn bikin ne hêja ye heta meriv xwe li ber bayê wan xeşîmkokan bixîne. Tenê ez dikarim vê gotinê ji wan re bibêjim: Ew kesên wanî qutufandî û ji ber xwe ne piştrast, giha hatine, ew ê bibin buşkul û biçin)

Sardûriyê 1’yemîn jî piştî hîmekî qewîn ê hukumdariyê datîne û şûnde, ew jî ji vê dinyaya gewrik koçî warê aşa dike. Tirba wî a bîrdariyê li nîvê keleheke başûrê Tûşpayê hatiye kolandin. Tirb, ji lîwanekê û çar menzelan pêk tê.

Piştî Sardûriyê 1’emîn kurê wî Îşpûînî B.Z di navbera salên 835-810’an de dibe qralê Ûrartûyan. Qral Îşpûînî Dergehê Yezdan Xaldî dide avakirin û yezdanê bi navê Xaldî wekî yezdanê neteweyî, dihewîne. Yezdan Xaldî, di heman demê de yezdanê cengê ye jî.
 
Taybetmendiya qral Îşpûînî ya dîyarde ew e ku, textê hukumdariyê bi kurê xwe Menûa re parve dike. Piştî Îşpûînî, kurê wî Menûa dikeve dewsa bavê xwe.

Menûa, qralekî welê ye, ew tam gurê coav, bendav, rê û avahîsaziyên nuwaze bûye. Menûa, ji her çar hêlên paytext Tûşpayê, rê çêdike û tîne digihîne paytextê. Serbajar Tûşba, bi wan riyên xwe yên dîrokî edetî dibe nola axtapotekî dêwasa û milên xwe radimedîne her çar hêlên xwe.

Di wan riyên dîrokî yên erebeyên hespan re, mahdenê hesin tê re dikişand paytext Tûşpayê. Qral Menûa di nav xanedana Tûşbayê de, di rêza 3’yemîn de ye. B.Z di navbera salên 810-786’an de hukum ajotiye. Ji ber ku Menûa û bavê wî Îşpûînî, welatê xwe bi hev re bi rê ve birine. Her du jî di hundirê tirbeke bîrdariyê de hatine definkirin. Tirba wan, hema li tenişta tirba Sardûrîyê 1’emîn e. 

Piştî qral menûa, vê carê kurê wî Argiştî dibe qralê Ûrartûyan. Qral Argiştî, bi vê dîroza dîrokî derdikeve ser text: “Argiştiyê kurê Menûa bi fermana Yezdan Xaldî derket ser textê bav û kalên xwe. Bi saya yezdanê Mezin, Yezdan Xaldî Argiştiyê kurê Menûa qralê bihêz, qralê welatê Bîanîliya û lehengê bajarê Tûşpayê ye.”

Qral Argiştî jî, nola bav kalê xwe wer bawer kiriye ku Yezdan Xaldî, radihişt rim û mertalê xwe yê ku guriya alava agir jê diçû, wanî bi hêbet dida pêşiya artêşê û derdiketin cengên giran.

Qral Argiştî, di şerê xwe de xezeba xwedê bûye. Nola navê xwe, dibû pêta agirê geş û bi serê dijminê xwe de dibariya. Tirba wî jî li paytext Tûşbayê ye. Li derdora tirba wî seraping ji nivîsên salnameya cengê xemilandî ye.
 
Nola dibêjin, mêrxas bi pirêza xwe dipeyivin. Tê gotin ku Erdîşa navçeya Wanê, navê xwe ji navê qral Argiştî wergirtiye. Ango navê Erdîşê yê berê, Argişthînîlî bûye. Di nav demajoyê de bûye Erdîş. Piştî 22 salên qutî gurover, vêca Sardûriyê 2’yemîn derdikeve ser dika dîrokê.

Serdema Ûrartû a zêrîn

Sardûriyê 2’yemîn B.Z di sala 764’an de derdikeve ser textê hukumdariya Ûrartû. Hukumdariya Ûrartû, di serdema Sardûriyê 2’yemîn de serdema xwe ya zêrîn dijî. Di serdema qral Sardûriyê 2’yemîn de, sînorê hukumdariya Ûrartûyan digihêje sînorê xwe yê herî berfireh. Di dîroka hukumdariya Ûrartûyan de, cara yekemîn qral Sardûriyê 2’yemîn yekser dajo li ser Asûran û li bakûrê Suriye ya îroj, artêşa Asûran li wir têk dibe. Bi hevkariya hukumdarên herêmî, sînorê deryaya Spî jî li wan vedibe. 

Li ser vê serkeftina mezin, qral Sardûriyê 2’yemîn di salnameya xwe ya cengê de wiha dinivîse: “Ji bo serwer Yezdan Xaldî, Sardûriyê kurê Argiştî ev nivîs daçikandin. Bi hêza Yezdan Xaldî, Sardûriyê kurê Argiştî. Qralê bihêz, qralê bilind, qralê cîhanê, qralê welatê Bîanîliyan, qralê qralan û serwerê bajarê Tûşbayê.”

Bi tîna agirê navê qral Argiştî, bi guregura pêta agirê ji rim û mertalê Yezdan Xaldî bilind dibe, Newroza we pîroz be.
Têbinî: Min di xelaka yekemîn de li ber navê ermen, di nav kevanê de “aramî” bi kar aniye. Ev bi temamî şaş e. Lêborîna xwe dixwazim.

(Didome)