25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Yildirim li Wêranşarê binçav kirin û winda kirin

Xizmên windayan û Şaxên ÎHD’ê yên Amed û Êlihê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin daxuyanî dan çapemeniyê.

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan, çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” di hefteya 648’emîn de berdewam kirin. ÎHD’ê û malbatan di çalakiyê de aqûbeta rêveberê Partiya Demokrasiyê (DEP) Fethî Yildirim ku di sala 1994’an de li navçeya Wêranşarê ya Rihayê hatibû binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin, pirsîn. Endamê Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Mehmet Saçaklidir, diyar kir ku Yildirim, di 4’ê çileya 1994’an de bi rêveberên partiya xwe Alî Kûran û Nacî Kapancilar re çû mala Abdo Mûtlû ku ji Almanyayê hatibûye û wiha got: “Piştî çend saetan polisan bi ser malê de girt û Fethî Yildirim, Alî Kûran, Nacî Kapancilar xwediyê malê Abdo Mûtlû binçav kirin. Alî Kûran saet di 23.00’an ê heman şevê de hat berdan. Alî li Suleyman Yildirim geriyabû û gotibû ‘Ji xeynî Fethî Yildirim kev hatin berdan.’

Saçaklidir, destnîşan kir ku malbata Yildirim serî li hemû saziyên dewletê dane û herî dawî serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) dane.

Xizmên windayan li Êlihê jî aqûbeta windayan pirsîn

Li Êlihê jî xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Êlihê, di hefteya 485’emîn de li avahiya ÎHD’ê çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xist. Di çalakiyê de xizmên windayan amade bûn û wêneyên windayan hilgirtin. Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Ahmet Şîray diyar kir ku ji bo aqûbeta Aydin Ay ku di 27 saliya xwe de hatiye revandin bipirsin, li hev civiyane. Şîray, da zanîn ku Ay hem karkerê înşatê û endamê HEP’ê bû û wiha got: “Ay di 10’ê tîrmeha 1993’an de ji bo kirîna çixarê ji mala xwe dertê. Li gorî şahidên derdorê kesên biçek ên kincên wan sivîl li Ayd didin û wî li wesayîtekê siwar dikin û dibin. Rexmî ku dayika Ay Remziye Ay 9 rojan li ser hev xwarin kinc birine qereqolê û qebûl kirine jî di roja 10’an de ne xwarin û ne kincan qebûl kirine û gotine ku kesekî wisa li cem wan tune ye. Ji wê rojê ve agahî ji Ay nayê girtin. Hemû hewldanên malbatê yên qanûnî bêencam man.”