25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Yildiz beriya ku were kuştin şopandine û gef lê xwarine

Li navçeya Pulur ya Dêrsimê welatiyê bi navê Mûrat Yildiz bi SÎHA’yên artêşa tirk hat kuştin. Yildiz gelek caran hatiye şopandin û ji ber ku daxwaza ‘hevkariyê’ ya leşkeran qebûl nekiriye gef lê hatiye xwarin.

Di 7’ê gulanê de Mûrat Yildiz ê ji nifşa 3’emîn neviyê Seyîd Riza ku li gundê Kilmer ê navçeya Pulurê ya Dersimê dijiya, bi armanca ku biçe zozanan ji sewalên xwe re cih çêbike, bi wesayîta xwe ji mal derketibû û ji wê rojê ve agahî jê nehat girtin. Tê diyarkirin ku Yildiz li bejahiya gundê Aşkirikê di êrişeke hewayî de jiyana xwe ji dest daye. Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Pulurê jî bangî malbata Yildiz kiriye û xwestiye ku li Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Meletiyê mînaka xwînê bidin.  

Li gel ku di ser bûyerê re 4 roj derbas bûne jî der barê mijarê de hê jî daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn. Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan, bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li bejahiya Pulurê 3 HPG’iyan jiyana xwe ji dest daye.

Malbat Yildiz jî ji bo dayîna mînaka xwînê çûye Meletiyê. Bavê Yildiz Mazlûm Yildiz ragihand ku der barê bûyerê de heta niha tu geşedaneke nû tune ye û piştî karên li dozgeriyê ji bo testa DNA’yê dê mînaka xwînê bidin.

Gundiyên Aşkirikê ku der barê bûyerê de axivîn û diyar kir ku di 7’ê gulanê de leşkeran di rê de nasnameyên wan kontrol kirine û li ser telefonê ji keya xwestine ku kes sewalên xwe bernede derve û kes nekeve gund. Gundiyan, got, ‘Tenê Mûrat girtin gund. Wesayîta ku Mûrat dişopand piştî demekê vegeriya. Piştre jî bûyer pêk hat.”

Serdagirtina mala neviyê Seyîd Riza

Gundiyan ragihand ku roja bûyer pêk hatiye leşkeran bi ser mala neviya Seyît Riza Zeliha Polat a nêzî gundê Aşkirikê de girtî ye û ev agahî dan: “Wê rojê bi hinceta ku li mala Zeliha Polat ‘dîl heye’ diçinê mala wê. Ji keya re dibêjin, ‘Were li malê dîl heye’. Xwestine ku li mala Zelîha Polat lêgerîn pêk bînin. Serdar ji gundiyan re got, ‘Bikevin malê, kontrol bikin, em jî li derve banga xweradestkirinê li wan bikin’. Ji ber ku me nizanibû ku çi bi serê me ve were me bi gotina leşkeran nekir. Di paceya vekirî de leşker ketin hundir û 5 deqeyan li malê lêgerîn pêk anîn.” Zelîha Polat got ku haya wê ji serdagirtina leşkeran a malê tunebûye û keyayê gund bi telefonê agahî dayê.

Şopandine û gef xwarine

Hevalekî nêzî Yildiz ku nexwest navê wî bê nivîsandin diyar kir ku leşkeran beriya niha pêşniyara “hevkariyê” li Yildiz kiriye û wiha got: “Ji ber ku Yildiz pêşniyara leşkeran qebûl nekir leşkeran her tim gef lê dixwarin. Yildiz her tim ji min re digot, ‘Wê tiştekî bînin serê min, têm şopandin’.”

 Parlamenterê HDP’ê yê Dersim Alîcan Onlu ku serdana malbata Yildiz kiribû jî da zanîn ku malbatê jê re ragihandiye ku beriya niha gef li Yildiz hatiye xwarin û îşkence lê hatiye kirin.

DÊRSIM