Thursday, July 29, 2021

YNK û PDK berjewendiyên gel nafikirin

Serdem Silo

Partiyên desthilatdar ên başûrê Kurdistanê û bi taybet Yekitiya Niştimanî ya Kurdistan (YNK) û Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) gel weke kole dibînin ku bi hezaran ji bo azadiya Kurdistan şehîd dane, gel nafikirin û tiştekî pêşkêş nakin. Gel jî weke gotina pêşiyan “berf heliya û mêrg xuya bû” êdî rastiya YNK’ê û PDK’ê nas dike û van her du partiyan gelek caran gel li paş xwe hiştin. Bi taybet piştî komkujiya Helebçe û Enfalê di salên 80’yî û 90’î yên sedsala borî de û herî dawî jî li Şengalê piştî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê di tebaxa 2014’an de.

Piştî raperîna sala 1991’ê ku gel li dijî rêjîma Baas’ê rabû, YNK û PDK’ê destkeftiyên gelê kurd desteser kirin. Tevî ku nêzî 25 sal di ser rêveberiya Başûr re derbas bûye, hîn rewşa xizmetguzarî û jiyanî ya gel di asteke lewaz de ye. Ji ber xemsariya van partiyan û sozên wan ên derewîn, hîn bi sedan gund bê av û kehrebe ne û heta toreya telefonan jî negihîştiye wan.

Dema ku mirov salên raperînê bi bîr tîne dibêje ku her tişt asayî ye, lê dema ku tu ji welatiyekî herêmê rewşa jiyanê dipirsî, bersiva wî û bi taybet di vê demê de dê wiha be: “Hikûmet mûçeyan nade, kehrebeyê peyda nake, buhaya xurek û kirêya xaniyan gelekî bilind e”.Lê dema tu ji cotkarekî pirs bikî dê bêje: “Salan e em ziyanê dibînin, hikûmet hemû kelûpelan û heta hêlkeyan ji Tirkiye û Îranê werdigire.”

Weke tê zanîn herêma Kurdistanê bi petrol û madeyên xwezayî dewlemed e, lê welatiyên herêmê û bi taybet gundên çiyayî aloziya peydakirina sotemeniyê dijîn û pêdiviyên petrolî bi awayekî sîstematîk li welatiyan nayê belavkirin. Lîtreya benzînê gihîşte 950 dînarên İraqî, her wiha aloziya darayî li hemberî herêmê ev çend sal in ji ber gendeliya nava saziyên hikûmetê rû bi rû ye, her wiha diziya tê kirin ku êdî deynên li ser hikûmetê kombûne gihîşte 28 milyar dolarên amerîkî.

Di warê nirxên niştimanî de li Başûr, ne pêkan e behsa nirxên niştimanî were kirin, ji ber ku partî bi berjewendiya niştimanî nafikirin û tenê bi komkirina pereyan û diziya ji xezîneya giştî ku milkê gel e difikirin. Êdî her rayedarek bûye xwedî jêdera aborî ku di bingehê de jêdera gel e. Weke mînak bîrên petrolê girêdayî partiyekê ne û gaz jî yê partiyeke din e, her wiha dahata dergehên sînor jî girêdayî rayedarekî partiyeke din in. Ev pere tev dikevin berîka rayedarên herêmê, hikûmet jî niha mûçeya karmendan %21 dibire û mûçeya 3 yan 4 mehan jî nedane.

Tevî gelek bang û daxwazan û bi taybet ji aliyê Kongreya Niştimanî ya Kurdistanê ve ji bo lidarxistina kongra neteweyî ji bo sazkirina nêrîneke hevbeş da ku li hemberî xeteriyên li ser Kurdistanê derbikevin. Dîsa jî YNK’ê û PDK’ê bersiva van bangan nadin.

Di van demên dawî de KNK’ê gelek civîn bi blokên kurdistanî yên herêma Kurdsitanê re li dar xistin. Lê PDK’ê hê jî bersiva KNK’ê ji bo lidarixistina civînê nedaye, diyar e PDK’ê xwe weke partiyeke Kurdistanê nabîne û berjewendiyên xwe yên partiyane ji xwe re armanc û bingeh dibîne. Weke gotina pêşiyan “bila dukanek be bila ya min be”.

PDK’ê destdirêjiyên dewleta tirk ku ji 23’yê nîsana borî ve li Zap, Avaşîn û Metîna dest pê kiriye nabîne û li şûna ku Tirkiyeyê tawanbar bike, PKK’ê tawanbar dike. Heta niha jî ti daxuyaniyek li dijî Tirkiyeyê parve nekiriye û berovajî wê di aliyê istixbaratî, leşkerî û aborî de hevkariya wê dike. Êdî şirketên Tirkiyeyê yên li Başûr zêdetirî 2500’î ye.

Dema ku em karê van her du partiyan dibînin eşkere dibe parastina nirxên niştimanî bo wan ne xem e û guh nadin destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan pêk hatiye.