spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

YNK’ê encamên hilbijartina li Hewlêrê red kir

Duh li başûrê Kurdistanê û Iraqê hilbijartin pêk hat. Piştî hilbijartinê YNK’ê li ser dengdana hilbijartinê ya li Hewlêrê nerazîbûna xwe nîşan da û diyar ku ew encamên hilbijartinê yên li Hewlêrê red dikin. Lijneya Bilind a Hilbijartinan a Yekîtiya Nîştimana Kurdistanê (YNK) li avahiya Mekteb Siyasî ya YNK’ê ya li Hewlêrê, der barê dengdana li Hewlêrê de daxuyanî da. Endamê Mekteb Siyasî ya YNK’ê ya Hewlêrê Mecîd Ehmed daxuyanî da û wiha got: “Her 4 namzetên YNK’ê yên li hewlêrê dengên pêwîst aniye. Li her çar herêman jî beşek ji dengên Hevpeymanê û namzetên din hatine şewitandin û destkarî li amêrên dengdanê hatiye kirin. Di dema veguhestina sindoqên dengdanê de, hêza çekdarî hatiye bikaranîn. Çavdêrên me yên li ser sindoqan hatine derxistin û dûrxistin. Em weke YNK’ê hemû hilbijartina li Hewlêrê red dikin û li benda encama giliyanin.”