20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zanyarê amerîkî: Omicron bi lez li cîhanê belav dibe

Zanyarê amerîkî Anthony Fauci, şêwirmendê Qesra Spî yê krîza tenduristiyê der barê mutasyona Omicron a Covîd 19 de hişyarî û daxuyaniyên balkêş da.  Anthony Fauci got ku Omicron bi lez û bez li cîhanê belav dibe û hîna gelek kesan li DYA’yê derziya Covîdê li xwe nexistine. Anthony Fauci ji ajansa CNN’ê re axiviye û wiha gotiye: “ Ev ne vîrûseke normal e, gelekî bi lez belav dibe û mehên gelekî zehmet li pêşiya me ne”

Fauci axaftina xwe wiha domand û got: “ Bi rastî jî ev mutasyon gelekî bi lez li cîhanê û bêguman li welatê me jî belav dibe ji ber hîna ji sedî 50 ji welatiyên me derziyên covîdê li xwe nedane”.

Fauci banga xwe ya ji bo derzîkirinê dubare kir û got: “ Bê guman di vê rewşê de ku gelek kesan hîna derzî bikar neanîne, dê Omicron gelekî bi lez belav bibe û dibe ku li hin deveran astengiyên mezin li pêşiya xizmeta tenduristiyê derxîne.”

Wekî tê zanîn li sernaserê cîhanê zêdeyî 5 milyon kesan ji ber Covîdê mirine û herî zêde li Amerîkayê bûye, ku zêdeyî 800 hezar kes bi vê nexweşiyê mirine.