Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev demeke dirêj di Unîvêrsîteya Dewletê ya Ermenistanê de, li ser para ziman û wêjeya Azerbaycanê serektî kiriye. Di encama şerê azerî û ermeniyan de, di salên 90’î de mala xwe bar kiriye Qazaxistanê, di Unîvêrsîteya Abay a Dewletê li Almatê de serektîya para Fîlolojîya Rojhilat kiriye û bûye Prorektorê (cigîrê rektor) unîversîteyê.
Di bin serektîya Kinyazê Mîrzoyev da ji dehan zêdetir kesî profesoriya fîlolog û zanyariyê qezenc kirine. Bûye şêwirmendê gelek monografiyên doktorayê. Kinyazê Mîrzoyev ku li bajarên weke Parîs, Berlîn, Brûksel û hwd. endamê gelek unîversîte û enstîtuyên lêgerîna zanistê ye, li bajarên weke Almatê, Moskova, Sankt-Petersburg, Bakû, Êrîvan, Tîflîs, Parîs, Berlîn, Amsterdam, Brûksêl û Tehranê weke çalak beşdarî konferansên zanistî yên teorîk û praktîk bûye.
Kinyazê Mîrzoyev endamê Yekitiya Nivîskarên YKSS (Yekitiya Komarên Sovyeta Sosyalîst), serekê para Azerbaycan a Yekitiya Ermenistanê bûye û redaktorîya kovara “Edebî Ermenistan” kiriye. Di heman demê de Mîrzoyev endamê PENa Kurd bû û li Almatê serredaktorîya kovara “Nûbar” dikir ku ev kovar bi kurdî û rûsî tê weşandinê.
Kinyazê Mîrzoyev di jiyana civakî û siyasî ya kurdên Sovyeta berê û Komara Qazaxistanê de roleke çalak leyîst. Bû cîgirê serekê Yekitiya Giştî Kurdên YKSSyê1991). Ji 28’ê îlona 2003’an de serektîya “Berbang” -Yekitiya Kurdên Qazaxistanê meşand. Ji sala 2002’yan ve cîgirê serekê Yekitiya Komeleyên Kurd ên Navneteweyî bû(Moskova).
Ji ber xizmeta xwe ya di hêla civakî û perwerdeyê de, di 22’ê cotmeha 1998’an da madalya “Hurmetê” ya Komara Qazaxistanê wergirtibû.
Di sala 2006’an da pirtûka wî ya bi navê “Zimanê kurdî” ku du cîld in û ji bo komên 2-5 û 6-9 hatibû amadekirin, ji aliyê Wezareta Perwerde û Zanistê ya Qazaxistanê ve hatibû pesendkirin, weke pirtûka dersê derkete ronahiyê. Wî wisa jî sala 2006’an “Bername û rêberîya mêtodîkayê ji bo mamosteyê zimanê kurdî” amede kiribû (ji bo dersxanên 2-9-an). Bi zimanên wekî kurdî, ermenî, tirkî, azerî, rûsî, qazaxî û farsî dizanîbû.
Pirtûkên wî yên girîng:
“Ji Dîroka Têkilîyên Wêjeya Azerbaycan-Kurd”. Erîvan, 1975.
“Nivîskarên Azerbaycana Îranê di Derheqa Kurdan de”. Êrîvan, 1975.
“Wêjeya Neteweyî û Pevgirêdanên Wêjeyê”. Êrîvan, 1985.
“Asoyên Wêjeyî”. Êrîvan, 1987.
“Pira Dostaniyê”. Bakû, 1989.
“Nîzamî û Wêjeya Gelên Rojhilat”. Almata, 1995.
“Têkilîyên Navbera Wêjeyan û Pirsgirêkên Farisî”. Almata, 1996.
“Çarenûsa Dîroka Wêjeya Kurd”. Almata, 1998.
“Kurd: Ansîklopediya Biçûk”. Almata, 2001.
“Kurd”. Almata, 2003 /bi Îngilîzî/.
“Wêjeya Kurdî/Wêjeya gelên Qazaxistanê”. Almata, 2004.
“Zimanê Kurdî (2 cîld)”. Almata, 2006.
“Bernameya Mêtodîk a Zimanê Kurdî (Ji bo mamosteyên komên 2-9)”. Almata, 2006.
“Kurd”. Brûksel, 2006 /bi hollandî/.
“Antolojîya Dîrok û Wêjeya Kurdî”. Almata. /Bi qazaxî/ (li ber weşanê ye).