Rojnameya Heftane

Xelaskirina pêşerojê û pûtepêdana paşerojê

Etîmolojîya peyva "dengbêj"ê ji hêla felsefeya zimannasîyê ve gelekî cîyawaz e: Deng + bêj, ne gotin+bêj. Di nivîsa xwe ya "Albûma Botan û Vejandina Dengan" de min hinekî li têkilîya deng û…

Gelo Kazimî jî bi derdê Qasim diçe?

Di dîroka nêz a Iraqê de navê General Ebdulkerîm Qasim xwedî cihekî girîng e. Piraniya pêkhateyên Iraqê jî bi erênî behsa Qasim dikin. Baş e di rastiyê de Ebdulkerîm Qasim kî ye?…

Zargotina me gencîne ye

Mixabin haya siyasetmedarên me ji van xebatan nîne. Zargotin heye tune ye xema wan nîne. Ji hezarî yekê girîngiya ku didin siyasetê bidana berhevkariya zargotina kurdî niha bi sedhezaran behrem derketibûn holê. Her wiha ciwanên me dikarin rojê bi 15-20 lîreyan cixarê bikişînin lê 5 lîre be jî nadin bi pirtûkeke kurdî û naxwînin.

Rizoyê Xerzî

Xwendevanên hêja vê hejmarê jî kedkarekî kelepûra kurdî mêvanê me ye. Vî camêrî, ji ciwaniya xwe ve ji çîrok, destan û dengbêjiya gelê xwe hez kiriye û zêdeyî 40 salan xebatên hêja yên der barê çand û hunera kurdan de berhev kirine. Jixwe dema ku li Amedê behsa van mijaran dibe, di serî de mamoste Hilmî Akyol tê bîra mirovan. De ka em bi hev re li pirs û bersivên der barê xebatên vî kedkarê ziman û kelepûra kurdî de binêrin.

Mamoste Hilmî Akyol wekî em dizanin ji ciwaniya te ve çîrok û stranên kurdî bala te kişandiye û heta niha te gelek berhemên hêja çap kirine. Tu dikarî ji xwendevanên me re behsa destpêka xwe ya van xebatan bikî?

Wekî ku min berê jî gelek caran gotibû; di zaroktiya xwe de min guhdariya gelek çîrok û stran û destanan dikirin. Dema me çîrok guhdarî dikirin û diketin nava ciya, min û xwişka xwe ya mezin heman çîrok dubare dikirin. Ji ber ku min pir ji çîrok û stranan hez dikir. Dema ez bûm şazdeh hevdeh salî, êdî min kaset berhev kirin. Li gorî derfetên xwe min kasetên vala dikirîn û bi çîrok û stranan dadigirtin. Bi salan re li navçeya Hezro, Bismil û Farqînê min li gelek gundan çîrok û stranên dawetê tomar kirin. Min di heman demê de kasetên dengbêjan dikiriyan. Bi vî awayî min domand heya îro.

Pirtûka te ya yekemîn Senem anim bû ku di sala 2000 ‘î de ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve hat çapkirin û ez ne şaş bim heta niha 77 berhemên te hatine çapkirin di  nava van bîst salên dawî de. Te ewqas destan, çîrok û stran çawa behev kirin û balkêş e ku di demeke kurt de hatine çapkirin?

Di wan salan de hatine çapkirin lê ya rast, ne di bîst salan de ev berhem hatine berhevkirin. Berhevkariya min a pêşî di sala 1977’an de bû. Ev berhemên hatine çapkirin, berhevkariya 44 salan e. Ji ber ku gelek salên dirêj min berhevkarî kiribû û ji sala 1979’an vir de ji kasetan derbasî nivîsê dikim. Jixwe hatibûn amadekirin. Sala ku Senem Xanim hat çapkirin, deh dozdeh dosya jixwe amade bûn. Lê weşanxaneya ku çap bikirana tune bû. Ji bo çapê gelek pere dixwestin. Derfetên min jî tune bûn ez wan çap bikim. Piştî ku min di şaredariyê de dest bi kar kir, êdî derfetên min ên aboriyê destûr didan ku ez pirtûkên xwe çap bikim. Dosya amade bûn min didan weşanxaneyan wan jî çap dikirin.

Bi salan e berhevkariyê dikî, heger serpêhatiyeke te ya balkêş hebe ji bo xwendevanên me dikarî behs bikî?

Erê gelek serpêhatî hene. Lê ez ê du serpêhatiyan bibêjim. Li gundekî navçeya Bismilê min çîrok û stran tomar dikirin. Kurê xalê min feqiyê mizgeftê bû. Feqîtî dikir. Gelek stranên dawetê dizanibû. Min amadekarî kir ku stranên wî tomar bikim. Kurê meta wî hat şûna me, got, “Hîlmî çiqas nehs û fenek e. Stranan ji dengê feqî tomar dike, ji bo ku heke hat girtin, feqî bigirin têkilî Hîlmî nebin.’’

Li navçeya Misircê jî em çûn gundê Bînofê. Dengbêjek li wir hebû. Dengbêjek bi nav û deng bû. Em çûn mala wî. Me jê re sedema çûna xwe got. Camêr ji me re got, “Min dest bi sofîtiyê kiriye, ez rojiya xwe digirim, limêja xwe dikim. Ez êdî stranan nabêjim.’’

Li gorî vê rêwîtî û azmûna te ya xebatên berhevkarî û lêkolînên der barê kelepûra kurdî de, ji bo xebateke baş were kirin, hewcedarî bi çi heye?

Hewcedarî bi xebatek bi rêk û pêk heye. Nizanim sedem çi ye lê sazî û dezgehên kurdan hê jî qedir û qîmetek baş nedane berhevkirina zargotinê. Hele hele siyasetmedarên me ji xwe haya wan ji van xebatan nîne. Zargotin heye tune ye xema wan nîne. Ji hezarî yekê girîngiya ku didin siyasetê, bidana berhevkariya zargotina kurdî niha bi sedhezaran berhem derketibûn holê.

Zêdetirî 40 sal in bi karê berhevkariyê re mijûl dibî û ji weşanxaneyên cuda gelek berhemên te hatine çapkirin; eleqeya ji bo berhemên te çawa ye?

Eleqe û xwendina pirtûkên kurdî jixwe pir hindik e. Ciwan rojê 15-20 lîreyê tirk didin cixarê dikişînin. Lê 5 lîre nadin pirtûkeke kurdî, naxwînin. Yanî çend nivîskar û berhevkarên hêja yên navê wan derketiye pêş, pirtûkên wan hindik be jî tên xwendin lê yên din di ciyê xwe de dimînin.

Pirtûkên te yên zargotinê bi zimanê axaftinê hatine nivîsandin. Hema kes çawa axivîne te wisa derbasî pirtûkê kiriye, sedemeke vê ya taybet heye gelo?

Erê sedema herî girîng reseniya zimanê kurdî ye. Eger em ziman ji dengbêj û çîrokbêjan hîn nebin, hew ji pirtûkên fêrbûna ziman hîn bibin, em ê gelek gotinên di zimanê me de hîn nebin. Ji ber ku gotinên bi salan e ji zimanê me derketine an jî hatine jibîrkirin di nav stran û çîrokan de hene. Ji ber vê yekê reseniya ziman girîng e, min jî ji devê wan nivîsand.

Pirtûkên te yên helbest û çîrokên zarokan ên te bixwe nivîsansine jî hene. Lê berhevkariya te bêtir derketiye pêş, tu vê mijarê çawa şîrove dike?

Bi sedan kesên hêja hene ku ew bixwe dinivîsin. Lê kesên berhevkar hindik in. Piştî ku elektrîk hate gundan, televîzyon ketin gundan êdî kes çîrok û stranan nabêje. Kesên dizanin roj bi roj ji nava me bar dikin û diçin û vê gencîneya zengîn bi xwe re dibin. Ji min re berhevkirin pir girîng e.

Wekî dizanim te di bin banê xebatên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de jî gelek berhem çap kirin, niha jî xebatên wiha dibin an piştî desteserkirina şaredariyê ew xebat sekinîne?

Me ji bo şaredariyê deh dosya amade kirin. Pênc pirtûk çap bûn. Piştî desteserkirina şaredariyê em ji kar derxistin. Ew xebat wisa man.

Niha tu bi çi karî mijûl î û xebatên mala dengbêjan çawa berdewam dikin?

Mala dengbêjan di sala 2007’an di 30’yê gulanê de vebû. Me li gelek herêman bi kamerayê nêzî sed kasetên dengbêjan tomar kirin.

Antolojiya Dengbêjan 1 di sala 2007’an de çap bû.

Antolojiya Dengbêjan 2 di sala 2011’an de çap bû.

Antolojiya Dengbêjan 3 di sala 2015’an de çap bû.

Antolojiya Çîrokbêj û Destanbêjan di sala 2015’an de çap bû.

Ji Devê Jinan Stranên Dawetê di sala 2015’an de çap bû.

Piştî vana me pênc dosya jî amade kirin:

1- Antolojiya Dengbêjan 4,

2- Ji Dengê Mêran Stranên Dawetê 1 (Notayên stranan hat derxistin.)

3- Ji Dengê Jinan Stranên Dawetê 2 (Notayên stranan hat derxistin.)

Ev berhem wê bihatana çapkirin. Ji ber ku şaredarî hate desteserkirin, nehatin çapkirin. Wisa amadekirî li cem me man.

Her wiha xebatên deng û peyvên wan amade ne jî ev in:

Ji Dengê Jinan Stranên Dawetê 3 (Notayên stranan nehatine derxistin)

Ji Dengê Mêran Stranên Dawetê 2 (Notayên stranan nehatine derxistin)

Wekî din, me li mala dengbêjan di hefteyê de şeş rojan dîwanên dengbêjan çêdikirin. Me dengê dengbêjên ji derveyî Amedê dihatin mala dengbêjan tomar dikir.

Bi dehan sal berê te dest bi vî karî kir û di nav civakê de gelekî geriyayî û çûyî gelek deveran. Ji wê demê heta niha gelek tişt guherîn, teknolojî bi pêş dikeve û bivê nevê civak diguhere. Dema mirov salên te yên ewil û yên heta niha wek şerîdeke fîlmê bîne ber çavê xwe di warê ziman, çand û civakî de çi guhertin hene gelo?

Van salan derfet pir baş in. Bi saya teknolojiyê mirov gelek dengbêj û çîrokbêjan nas dike. Berhevkarî hêsatir bûye, lê di zimanê çîrokbêj û stranbêjên niha distrên de, gelek guhertin çêbûne. Wekî berê çîrokbêjan digot “derketin meydanê’’ îro dibêjin “derketin qad û alanê.” Êdî cihê civat û şevbêrkan bernameyên înternetê girtine. Dengbêj bernameyên înternetê çêdikin.

Eger ji bo xwendevanên me peyamên te yên dawîn hebin em werbigirin.

Di xebatên we de serleftinê dixwazim. Bimînin di xweşiyê de.

Em jî spas dikin, mala te ava ji bo tu bûyî mêvanê me û te agahiyên der barê xebatên xwe de bi me û xwendevanên me re par vekirin.

Hilmî Akyol di sala 1960’î de li gundê Dersilê yê navçeya Hezroya Amedê hatiye dinyayê. Di heman salê de hîna ew zarokek şeş mehî ye, ji Hezoyê mala xwe tînin Amedê û heta niha li Amedê dijî. Di dema xwendekariya xwe ya lîseyê de dest bi danheva kasetan dike û gelek kasetên dengbêjiyê berhev dike. Heta niha zêdeyî 70 pirtûkên wî hatine çapkirin.