Yekşem, Hezîran 13, 2021

Zarok û zaroktî

Cemî Guneş

Zarok û zaroktî du peyvên hêja ne ku belkî em gelek caran li civatan bînin ziman, gotûbêjan bikin û lê bikolin. Bêguman zarok li her cih û warî hene. Her wiha gelek sedemên çêkirina zarokan hene. Mirov ji bo ku zêde bibin, hêzdar bibin, yan tehma dê û bavtiyê derxin, ji bo dewama navên xwe, ji bo alîkariya kar û barên xwe û bi gelek sedemên curbicur zarokan çêdikin. Zarok û jiyana zarokan ji çêbûna wan heta mezinbûna wan bûye mijara civakan û welatan. Hebûna wan, nebûna wan, nexweşiyên wan, mirina wan û geşedana wan her tim bûye mijara nîqaşê. Ev nîqaş jî bi xwe re têgiheke mîna zaroktiyê derxistiye holê. Zaroktî ew têgih e ku divê em gelekî serê xwe pê biêşînin. Lê beriya ku em rewşa zaroktiyê fam bikin, hewce ye ku em rewşa zarokan ji duh heta îro hinekî ta û derzî bikin.

Heta serdema navîn zarok di nav jiyanê de wek endamên malê nedihatin hesibandin. Rast an şaş gelek sedemên vê çîrokê hene. Ji ber ku şer zêde bû, nexweşî zêde bû, xela hebû, koçberî hebû û jiyan zehmet bû û zarokan nikarîbûn li ber van bayên xezebê li ber xwe bidin û mixabin an dimirin an jî di nav şert û mercên dijwar de li ser piyan diman. Ji ber van qewimînan li hin cihan nav jî li zarokên xwe nedikirin û heta ku mezin dibûn. Wexta ku zarok heta 6-7 saliya xwe dihatin êdî nav jî li wan dikirin û wek endamekî malê dihesibandin. Êdî karbeşî dikirin di nav hev du de û ew zarokên 6-7 salî jî dibûn xwedî kar an berpirsiyariyekê. Carinan şer dikirin, carinan dibûn sermiyanên malê û carinan jî dibûn mîrê civaka xwe. Gelo di nav me kurdan de çawa bû? Mixabin ne cuda bû û heta demeke nêzîk jî ev tiştên wisa diqewimîn. Jixwe şer ji welatê me kêm nebûye û zarok her tim dibin qurbanên herî bêguneh. Heta 15-20 sal berê jî ji ber nexweşiyê, ji ber bêderfetiyê, ji ber karên zehmet ku jinan dikirin 4-5 zarokên dayikan ji ber wan diçûn. Hin ji wan zarokên xwe dikirin pişta xwe û ji şeveqa xwedê heta êvarê dixebitîn, navên zarokên xwe yên mirî ne, li zarokên xwe yên dijîn dikirin. Hin malbatan ji ber tirsa mirina wan zarokan nasname ji zarokên xwe re dernedixistin. Xwarin kêm bû, xizanî zêde bû û nexweşî belav dibû. Yên sax û binav diman êdî ne zarok bûn, ew karkerên malê bûn, kevanî bûn yan jî sermiyan bûn. Ji van qewimînan jî diyar e ku zarokan ji duh heta îro bi gelek tiştên nexweş re rûbirû mane û malbat jî ji ber gelek sedeman derd û kulê zarokên xwe kişandine.

Piştî rewşa zarokan ya bi giştî êdî hêja ye ku em li dû bersiva çend pirsan bikevin. Gelo fikrên wan, xeyalên wan, hêviyên wan tune bûn? Gelo ji xeynî jiyîna wan qîmeta tiştekî din tune bû? Erê ji bo civakê jîrbûna wan beriya her tiştî dihat. Gelo xizanî bû yan nezanî bû ew nêzîkatiyên me? Derheqê hunerên wan yên hişî, zimanî, derûnî, kesîtî de hestiyarî tune bû. Ji bo wan a muhîm saxmayîna zarokan bû û piştre jî hêza wan ya fizîkî û berpirsiyarên wan ên civakî bû. Lê piştî bi sedan salan dem û dewran guherî helbet. Gelek guherîn çêbûn ji duh heta îro. Şer kêmtir bû li gor berê, xwarin zêde bû, nexweşî hebin jî derman ji wan nexweşiyan re hatin peydakirin, zarok êdî wek berê ji ber dayikan nediçûn, navê kesî li yên din nedihat kirin. Êdî zarok ji roja ewil ve endamekî malê ne, xwedî nasnameyekê û xwedî qîmetekê ne. Wexta ku ev guherîn û pêşveçûn çêbûn bêguman têgihên mîna zaroktiyê derketin. Çunkî ji ber başbûna derfetan dêûbav, derdor zêdetir li cem zarokan diman, liv û tevgerên zarokên xwe zêdetir didîtin û bi çavdêriyên salan hat famkirin ku zarok ne tenê bi ruhê xwe yan jî ne tenê bi jîrbûna xwe hene, ew zarok xwedî taybetiyên cuda ne û bi rengê xwe hene. Ev têgihîştin bû sebeba gelek xebatan. Ango pêdivî bi naskirina zarokan a di nav jiyanê de roj bi roj zêdetir bû. Ev xebat cara ewilî li welatên pêşveçûyî di sedsala 18’an de çêdibin û hêdî hêdî ber bi me ve tê. Bi van xebatan hat famkirin ji xeynî mafên jiyanî hin aliyên zimanî, hişî, derûnî, civakî, kesîtî û fizîkî yên zarokan jî hene. Bi van xebatên xwe zarokan ji mezinan cuda kirin û hemû aliyên zarokan ji taybetiyên mezinan hatin veqetandin. Pênaseyên cuda ji bo zarokan hat kirin, bijîşk ji bo wan hat perwerdekirin, ji bo perwerdeya wan mamoste hatin gihandin. Jiyana zarokan her ku hat naskirin, pêdivî bi gelek tiştên din çêbûn. Wexta ku ev pêşveçûn diqewimîn êdî zarok jî li gor taybetî û cudahiyên xwe di nav xwe de hatin cihêkirin. Her wiha xebatên derheqê zarokan de jî ji hev hatin cihêkirin. Ev xebat li gor taybetiyên zarokan yên zayendî, hişî, zimanî, derûnî û ya herî giring jî li gor temenê zarokan hatin kirin. Xebatên psîkanalîtîk, yên hişî, yên kesîtî, fizîkî hemû li gor van taybetiyan hatine kirin. Ev cudahî jî kêm zêde li gor van serdemên zaroktiyê hatine kirin; beriya zayînê ku rih bi wan dikeve, pitiktî (0-2), zaroktiya pêşî (2-7), zaroktiya navîn (7-12) û zaroktiya dawî (12-18). Bêguman ev xebatên bi vî rengî gelekî hêja ne ji bo mirovahiyê tevan. Her wiha xebatên bi vî rengî rê li ber pêşveçûna zarokan jî vekirin.

Divê em hinekî jî li civaka xwe binêrin, bê ka em li ku ne di vê meseleyê de. Gelo ev xebat û pêşveçûn bandora xwe çi qasî li ser me kurdan kir? Dixwazim di vê nivîsê de herî zêde û bi awayekî kurt balê bidim ser vêya û nivîsê bi dawî bikim. Çunkî êdî xizaniya me kurdan heta radeyekê qediyaye û bi zorê yan bi rehetî em debara xwe bi awayekî dikin. Lê ew li aliyekî, êdî maye hin ferasetên me yên şaş. Ligel ew qaş xebat, lêkolîn û pêşvaçûnan hîn jî ew guherînên ku ji me tê hêvîkirin pêk nehatiye. Çunkî hîn jî em rê nadin zarokên xwe ku ew zaroktiya xwe bijîn. Em bi nêzîkatiyên xwe nahêlin her yek ji wan bi rengê xwe bibişkivin. Em hîn jî bi çavekî tenê li hemû zarokên xwe dinêrin. Em çavên xwe ji cudahiya wan digirin û wan tevan dixin qalibekê. Wexta ku em zarokên xwe ji aliyê serkeftinê ve dinirxînin, em gelek tiştan îhmal dikin.

Em pir zû û bi agahiyên şaş zarokên xwe bêqîmet dikin û nahêlin ku bi ser bikevin. Gotinên mîna “Qîza wî dimeşe ya min nameşe. Ew zû peyivî kurê min hîn nepeyivî. Tu çima dereng fam dikî? Matematîka keça wê baş e, ya keça min ne baş e. Kurê min nizane wêneyan xêz bike. Qîza min nizane stranan bibêje” hîn jî di nav me kurdan da qasî ku em jê aciz bibin zêde ye. Divê em ji bîr nekin her zarok ji hev cuda ne. Her zarok li gorî hiş, ziman, huner, zayend, civak, temen, rewşa aboriya malê û li gor rewşa derûniyê pêşveçûnên cuda nîşan didin. Ev ne nexweşî, kêmasî yan jî biçûkî ye, ev cudahî ye. Heke ev cudahî bê zanîn û bê famkirin hingê dê serkftin jî pêk were.

Wek encam mirov dikare bibêje ku zarok bi hebûna xwe çi qas hêja be zaroktî jî ew qas biqîmet û hêja ye. Hebûna zarokan bi tena serê xwe tiştekî îfade nake, ancax bi mafên zaroktiyê manedar e ew hebûn. Heke qîmeteke zarokan hebe di jiyana me de divê em zarokan bi zaroktiyeke baş û xweş tacedar bikin. Hewce ye ku em zarokên xwe çi ji aliyê hişî, çi zimanî, çi fizîkî û çi derûnî baş nas bikin. Li gor taybetî cudahiyên wan dermanan ji derdê wan re peyda bikin û rê li ber pêşketina wan vekin.

Naveroka berêTewirê şîdetî
Naveroka ya piştî vêAmbargoya avê dewam dike