Rojnameya Heftane

Zarokên Fatê

Fatma Taşli

Rojek ji rojên zivistanê Fatê û sê zarokên xwe di hundur de bê ardû û bê nan û xwarin dimînin.

Zarok digirîn dibêjin yadê me sar e, em birçîn e.

Fatê dirêj dirêj difikire lê çareyekê nabîne.

Zarokek xwe li pişta xwe dişidîne û bi destê her du yên dî digire û bi şimika naylon û bê gore berê xwe dide mala bavê xwe.

De em biçin dema ku xwarin danîn, ez ê bêjim zarokno ma hûn birçî ne?

Hûn ê bêjin na.

Ez ê bêjim de werin bixwin û em ê zikê xwe têr bikin û xwe germ bikin û piştre werin malê.

Dema ku Fatê digihê serê kolanê bala xwe didê ku li serê kolanê dawetek heye.

Û hevserê wê Silo di serê govendê de xwe hiltîne û li erdê dide.

Fatê bi matmayî lê dinêre lê ew qet bala xwe nade Fatê û reqsa xwe didomîne.

Fatê li mala bavê xwe zikê zarokên xwe têr dike û êvarê berê xwe dide malê.

Silo êvarê dema ku tê malê şîvê naxwaze.

Fatê jê dipirse: Ew çi govenda te bû Silo?

Silo bersivê didê: Keçê min pir sar bû û ez birçî bûm. Min xwe kil dikir ji bo ku ez germ bibim û min bi nanê dawetê jî zikê xwe dagirt, de hê tu çi ji min dixwazî.