18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zarokên li Kampa Holê bi hişmendiya DAIŞ’ê mezin dibin

DAIŞ’ê piştî di 20’ê çile de êrîşîjî Girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêran a Hesekê kir ji nûve ket rojeva cîhanê. Piştî DAIŞ’ê êrîşî girtîgehê kir, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li dijî endamên DAIŞ’ê dest bi operasyonê kir. Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya HSD`ê piştî 4 rojan derdora girtîgeha Sînaa kontrol kir. HSD, ji ber ku DAIŞ 700 zarokên “Eşbal El-Xîlafê” yên girêdayî xwe wek mertal bi kar tîne bi baldarî operasyonê dimeşîne. HSD’ê bi ser avahiyeke girtîgeha de girt û derdora 300 çete teslîm bûn. HSD’ê li Dêra Zorê û Reqqa jî dest bi operasyona li dijî DAIŞ’ê kiriye û heta niha bi sedan endamên DAIŞ’ê kuştin. Têkildarî hewldanên DAIŞ’ê û helwesta Iraq, Tirkiye û welatên cîhanê em bi Rojnameger Nîhat Kaya re axivîn.

Nîhat Kaya anî ziman ku dema mirov bi taybetî li salên dawî dinere, dibîne ku DAIŞ li Sûriye û Iraqê zindî dibe û wiha got: “Hêzên xweseriya demokratîk li Reqqa û Dêrê Zorê hin operasyon çêdikirin lê zêde hêza DAIŞ’ê nedihatin dîtin. Lê di çend rojên dawî de bi van operasyonên bi taybetî li Hesekê hatin destpêkirin, nîşanî me dide ku êrîşa DAIŞ’ê êrîşek ji rêzê nîne. Plan û amadekariyek berfireh û mezin dixwaze. Hêjmar tam ne zelal e. Lê dê dîtin ku zêdetirî 200 kesan amadekariya êrîşa girtîgehê kirine. Ji bo êrîşa girtîgehê bi kamyonan cebilxane anîne. Ev ji xweber û bi hêsanî nayên amadekirin. Amadekariyek mezin û piştgiriyek zêde dixwaze. Hêzên veşartî bi vî şiklî nikarin wisa êrîş bikin. Ev êrîş nîşan dide ku DAIŞ hem li Sûriye û hem jî li Iraqê xwe ji nûve zindî bike. Lê divê mirov vêya bipirse. DAIŞ’ê di vê demê de çima ev êrîş kir û çima dixwaze xwe zindî bike? Eger DAIŞ dixwaze li Hesekê hebûna xwe dewam bike, çima dema li Reqqa, Hesekê û Musilê serwer bû, dest ji desthilatiya xwe berda. Mecbûr man. Lê nêrîna min êrîşa DAIŞ’ê ya li ser Hepsa Hesekê ji serweriya Hesekê û Reqqayê wêdetir DAIŞ dema di şerê bahozê de tune bû ji bo guhertinê xwest firsendekê têxe destê xwe.”

‘DAIŞ’ê forma xwe guhert’   

Kaya, bal kişand ser sedema daxwaza guhertina DAIŞ’ê û wiha axivî: “Beriya ku DAIŞ li Rojava têk biçe, hemû cîhanê li dijî DAIŞ’ê bertek nîşan dida. DAIŞ êdî ji aliyê mirovahiyê ve nedihat qebûlkirin. Ji ber ku di pêvajoya bahozê de nekarîbû xwe biguherîne. Piştî bahozê forma xwe guhert. Çawa xwe guhert? Cilê ser xwe derxistin û çûn li Efrînê û li cihekî din bi rengekî din û bi navekî din cewherê xwe berdewam kir. Li wan deran carek din xwe xistin tevgerê û bi rêxistin kirin. Niha bi navê Ahrer El Şam, Sultan Murat û Tugaya Hamza û gelek navên din hebûna xwe berdewam dikin. Niha bi wêneyan ev yek hat teşîrkirin. Cil û berg guhertin, bi navekî din dewletek ava kirin. Bi dîtina min hatina DAIŞ’ê ya Hesekê xwestin xwe bigînin Serêkaniyê û Girê Sipî. Xwestin xwe bigîn Serêkaniyê ya di bin kontrola Tirkiyeyê de û xwe rizgar bikin. Baxdadî li ku hat kuştin? Li herêma di bin serweriya Tirkiyeyê de hat kuştin. Cîgirê wî jî li wir hat kuştin. Malbata Baxdadî hemû bi destê Tirkiyeyê hatin girtin. Lê yên li ser navê DAIŞ’ê hatin girtin, bi awayekî şênber nehatiye darizandin. Hemû dinya alem dizane ku ji bo DAIŞ derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin xet vekiriye. Têkiliya DAIŞ û Tirkiyeyê aşkere ye.”

‘Hêzên navneteweyî bêdeng man’

Kaya, li ser helwesta hêzên navdewletî jî rawestiya û ev agahî parve kir: “Niha di nûçeyek BBC de jî heye. Li şûna bal bikişîne ser metirsiya DAIŞ’ê û çareseriya wê, dibêje ‘850 zarok di hepsên DAIŞ’ê de bûn. Dê pêşeroja wan çi bibe?’. Bi rastî çawa bûyerê dibîne. Mirov çaraseriyê di nêzîkatiya wan de nabîne. Rûsya jî xwedî heman helwest bû. Rûsya wekî qerfên xwe bike. Dibêje bila avahiyên Hesekê xera nebin. Dibêje bila balafir li avahiyan nexin û çareser bikin. Helwesta navdewletî wekî henekên xwe bikin e. Bêcîdîyetiya hêzên navdewletî heye. Ev yek talûkeyek mezin bi xwe re tîne.”

‘Talûke mezintir e’

Rojnameger Nîhat Kaya li ser talûkeya DAIŞ’ê ya ku siberojê derkeve pêş jî axivî û wiha berdewam kir: “Talûkaya DAIŞ’ê ji talûkeya dema Şengal û Kobanê wêdetir e. Hin kes dibêjin 3 hezar hinek dibêjin 5 hezar girtî di girtîgeha ku DAIŞ’e êrîş kiribûye de bûn. Ev 5 hezar li wir in. Dikarin wan bavêjin hepsê. Dikarin heta heta wan di hepsê de jî bihêlin û dikarin wan bikujin. Bi rastî bi vê yekê dê pirsgirêka DAIŞ’ê çareser bibe? Mesele ev e.  Talûke mezintir e.”

‘Zarok li ser fikra DAIŞ’ê tên perwerdekirin û mezinkirin’

Rojnameger Kaya li ser mezinbûna talûkeyê jî rawestiya û bi van gotinan bal kişand ser metirsiyê: “Mînak kampa Holê li vir e. 70 hezar însan li wir bûn. Hinek bi hevkariya eşîran derxistin. Niha zêdeyî 60 hezar mirov li van kampan e. Zarok li van kampan mezin dibin. Neslekî li ser esasê serjêkirinê û tolhildanê mezin dibin. Li ser fikra Dewleta Îslam a DAIŞ’ê mezin dibin û tên perwerdekirin.  Ji bo pêşerojê metirsiya herî mezin ew in. Van kesên di hepsê de mirov dikare ceza bike. Lê mirov nikare van zarokan ceza bike. Zarokên bi vê hişmendiyê mezin dibin ne berpirsiyar e. Sûc ne yê wan zarokan e. Yê ku dihêlin ew zarok di wan şertan de û bi wê ferasetê mezin bibe ye. Zarok li ber destê dayikên xwe mezin dibin. Dayik jî bi hişmeniya DAIŞ’ê zarokan mezin dikin. Dema rojnameger diçin kampê, zarok siloganên ku tola DAIŞ’iyan hildin davêjin. Pêşerojek tarî dibe. Metirsiya herî mezin ew e. Ku tedbîr neyê girtin metirsî ji bo her kesî heye. Berpirsiyariya vê yekê hêzên navdewletî û ya her kesî ye.”

Rojnameger Kaya helwesta hêzên navneteweyî ya ku rêveberiya xweser tawanbar dike jî bibîr xist û wiha pêde çû: “Niha rêveberiya xweser tawanbar dikin. Dibêjin pêwiste rêveberiya xweser vê yekê çareser bikin û wan darizînin. Dibêjin lazim e ji bo kampa Holê çareseriyê bibîne. Lê rêveberiya xweser berê jî û niha aşkere dibêjin. Dibêjin hêza me ya vê yekê tune ye. Bi rastî jî derfet û şertên ku rêveberiya xweser vê yekê bi serê xwe pêk bîne tune ye.”

‘Kesên li Kampa Holê hefteyê 1-2 kesan dikujin’

Rojnameger Kaya bal kişand ser kuştinên li nava Kampa Holê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kesen li Kampa Holê her hefteyê 1-2 kes ji aliyê DAIŞ’iyên radikal ve tên kuştin. Hêzên navdewletî piştgiriyek cîddî nade rêveberiya xweser. Rêxistinên civakî yên tên li wir lêkolîn dikin bi rastî wekî îstîxbarata dewletê li wir kar dikin. Yên xwestin ji van kampan birevin bi destê nûnerên saziyên civakî hatin revandin. Hêzên navdewletî çav û guhên xwe girtine. Hêzên rêveberiya xweser ne dikare wan darizîne, ne jî dikare wan bişîne mala wan. Ev li vir kom bûne.  Divê vana bên darizandin û li gorî wê bên girtin an bêne berdan. Lê heta niha hewldanek hêzên navdewletî ya ji bo darizandina van kesan tune ye. Ji ber vê yekê, ev pirsgirêka heyî roj bi roj kûr dibe.”

‘Li pişt revandina girtiyên DAIŞ’ê hêza Tirkiye hemû’

Kaya, destnîşan kir ku Tirkiye bi rêya rêxistinên civakî dixwaze van komên radîkal têxin kontrola xwe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tirkiye bi rêya wan komên radîkal dixwaze li herêmê guhertinê pêk bînin. Dixwaze rolekî bide wan. Hinek li Efrînê, hinek li Girê Sipî û hinek jî li Serêkaniyê bi cih kirine. Dixwazin bi destê vana li herêmê guhertinê çêkin. Tirkiye dixwazin wekî polîtîkaya Osmaniyan bi van devşîrmeyan serweriya xwe pêş bixe. Dixwaze bi destê wan li herêmê li gorî xwe guhertinekê çêke. Bi van revandinên li Hesekê jî dixwazin rolek wisa bidin DAIŞ’ê. Di revandina girtiyên DAIŞ’ê ya li Hesekê jî bi yan bin destê Tirkiyeyê li pişt wan bû.”

Noqteyên DAIŞ’ê û PDK’ê li cem hev in

Rojnameger Kaya, têkildarî dorpêça Mexmûrê jî helwesta PDK’ê ya li dijî DAIŞ’ê bibîr xist û got: “Balkêş û pêkenok e. Çavkaniyên herême diyar dikin ku li Çiyayê Qereçox DAIŞ’iyên xwe li wir bi cih kirine û noqteyên PDK’ê li cem hev in. Dibêjin nêzî hev in. Lê kes dengê xwe bi yê din re nake. Lê em dibînin ku kampa Mexmûrê xistine bin dorpêçê. Ewil çûyîna gelê Mexmûrê ya Hewlerê qedexe kirin. Niha jî dixin bin dorpêçê û dixwazin çûyîna wan a Mûsilê jî hêdî hêdî bigirin. Dema DAIŞ li Mûsilê bû jî tu carî êrîşek cîddî ya li dijî PDK’ê nekir. Têkiliya DAIŞ, PDK û Tirkiyeyê wê demê hebûn. Dema Mûsil dagir kirin têkiliya PDK’ê jî û ya Tirkiyeyê jî bi wan re hebû. Çima li Mûsilê gelek kes kuştin, lê çima sefîrên Tirkiyeyê nekuştin?  Çima dema DAIŞ’ê êrîş kir, PDK’ê bi carekê hemû hêzê xwe vekişand? Vana tev bi guman in.”

‘Dixwazin plana DAIŞ’ê ya 2014’an bi navekî din zindî bikin’

Rojnamemger Nîhat Kaya, herî dawî bal kişand ser planên DAIŞ’ê û wiha bi dawî kir: “Carek din dixwazin DAIŞ’ê zindî bikin û DAIŞ’ê xurt bikin. Dixwazin plana DAIŞ’ê ya di 2014’an de di nevî de maye, bi navekî din ji nûve zindî bikin. Şirîkatiya PDK’ê û Tirkiyeyê  ya bi DAIŞ’ê re hêj didome. Ji bo PDK û Tirkiyeyê DAIŞ ne metirsiye. Ji ber vê yekê li Çiyayê Qereçox bi DAIŞ’ê re pişta xwe dane hev. PDK û Tirkiye hem li Sûriye û hem li herêma Iraqê dixwazin carek din xwe serwer bikin. Li ser nave kurdan li Iraqê PDK û li Rojava jî EKNS şirîkatiya wan dikin. Dixwazin vê şirîkatiya xwe berdewam bikin. Zindîkirina DAIŞ’ê xizmeta vê yekê dike.”