19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zarokên me ji dest diçin!

Em bi destê xwe zarokên xwe radestî dewletê dikin.

Û vedigerin dibêjin çima zimanê me bi kar naynîn. Xwezî tenê mijar ziman bûya. Ziman bi hêsanî tê fêrkirin û kêmasiyên wê bi demajoyê re vedigerin. Lê rewşa heyî wê xerabtir e. Dema ku em bi kêfxweşî zarokên xwe dişinîn dibistanê wî radestî dewletê dikin. Ziman, kultur, tore, urf û edet, qewlê rabûn û rûniştinê, şêwaza jiyanê, hêvî û armancên pêşerojê her tişt li gorî kêf û daxwaziya dewletê tê sazkirin. Heke zarok wek bi bedena xwe, termê xwe zarokê me jî, ji hêla dêrûnî, bi dil û can xwe aîdî dewletê dibîne.

Lê belê em wekî malbat, cîran, qewm û lêzim, êl û eşîr, hemşehrî, gundî û bajarî cîvatek in. Çanda me, danûstandinên me, bazirganî û aboriya me, kar û xebata me bi hev re ye. Gava êşek, birînek, mirinek çêbibe, yekser em diçin hawariya hev, destekariya hev dikin, dilê şikestî germ dikin.

Carinan şer û doz, nerindî û nebaşî, êş û xerabî pêk tên, dîsa em destekariyê didin hev vê neçêyiyê ji xwe dûr dixin. Urf û edetên me, tecrûbeyên bi hezaran salan givîrîne, him jî bi devkî ji qanûn û makezagonên dewletan mihkemtir û zexmtir in.
Mixabin niha hemû taybetiyên me bêkêr û betal in. Çerxa zimanê me, çanda me, civaka me şikestiye. Hişê me yê xwedan zêna berfireh ku dikaribû her tiştî kom bike û bi devkî pêşkêş bike, niha wek kêra ko bêkêr maye. Ne analîz, ne pêşbînî, ne hesab û ne jî milê civakê maye.

Rêya fikrê, pêşbîniyê ewqasî hatiye tengkirin ku bê pirs û bersiv her kes li wê bendê ye ku zarok heke biçin dibistanê û bi ser bikevin, malbatê jî bigihêje armanca xwe. Her tişt li gorî vê hatiye sazkirin.

Berî her tiştî, divê em ji bîr nekin, zarokekî dûrî civaka xwe mezin bibe ji hêla derûnî ve qels mezin dibe. Daxwaz û azweriyên wî yên jiyanî dimirin, da ku ji dûrmayîna civakîbûnê zarokan bê armanc dike û bêhêz dihêle. Perwerdeya dibistanî navgîneke teknîkî ye. Lê civaka ku dirûv dide kesaniya zarok bingeh e. Ev ji malbatê dest pê dike, cîran, hevalbendên lîstikê, lêziman û hevalên karûxebatê berdewam dike. Zemanê berê zarok ji hêla perwerde, karûxebatê bi malbatê ve girêdayî bûn. Di jiyana gundan de mamoste dê û bav bû. Zarok biçûyana xwendina medreseyê jî vedigeriyan malê û bi malbatî birayara pêşeroja xwe didan.

Lê di pergala îroyîn de her kes zarokên xwe radestî dibistanê, qursan û kargehên nenas kirine. Li gor encama xwendina zarok, an jî hînbûna pîşe pê re kar tê peydakirin. Ev hemû li derveyî îradeya malbatê diqewimin. Heya bigire malbat jî dibe destekarê vê çerxê.

Destdayîna hev a malbatî, yek kirina yan jî ahengdanîna planên malbatê û zarokan, çarenûsa hevalbendî û piştevaniyê têk çûye. Malbat wek komek, tîmek bû. Niha, gava zarokên xwe radestî dewletê dikin, biryara diyarkirina ziman, kultur, sinc, bawermendî, zanist, ango her tiştê der barê amadekarî û perwerdeya zarokan pêşkêşî dewletê dikin.

Dewlet hêzeke siyasî ye. Rêxistin û sazûmaniya wê heskî bi riya dînî, heskî bi riya sekûleriyê be li gor hin bawermendiyan hatiye avakirin. Dewlet jî wek organîzmayeke zindî civaka xwe, xebatkarên xwe amade dike. Zarokên berdest jî li gor armancên xwe dîzayn dike. Ku di bin banê dewletê de kargehên civakî, taybetî, saziyên kulturî, dadwerî, komel û partiyên girêdayî hin beşên civakê û hwd hemû li gor çarçoveya dewletê dirûv digirin û dimeşin.

Zarokekî di nav destê dewletê de mezin be, êdî ji malbata xwe îltîmas nake. Malbatê paşdemayî, nezan, bêkêr dibîne. Piştî gihîştin û kemilandinê jî ji malbatê venagere. Li pey wê ye ku zûtirîn ji malbatê veqete û biçe.

Planên kar û pêşerojê jî girêdayî pîşe, destkeftiyên bi riya xwendinê ne. Zarokek heke biçe zanîngehê yan jî saziyeke huner û pîşe hîn bibe li gor wê li kar digere, yan jî karekî saz dike. Li vir rola malbatê êdî gelekî kêm e. Malbat jî dîsa li gorî vê tevdigere. Piştî destpêka pîşeyê, mezinbûn û ciwanbûn û kardîtin dibe armanc. Di ber re zewac, bicihbûna xaniyekî ya bûk û zava re û pê kêfxweşbûn tê. Ev plansaziya takekesî ye. Ew keç û xortên bizewicin û bixebitin her planên wan tenê li gorî wan her duyan e.

Lêbelê divê sazûmanî, hevgirtin, piştevaniya malbatî an go civakî hebe. Civata malbatê heke dest bide hev dikare zêdetir pere jî qezenc bike, sermayeya xwe xurt bike. Lê ya girîngtir dikarin ziman, çand, siyaset, civakîbûn gelê xwe, destekariya berfireh jî xurt bikin. Ev jî zindîbûnê, hezkirinê, hestên komelî bi pêş dixe, ji hêla derûnî, aborî, toreyî û takekesî ve serkeftinê tîne.

Di rewşa îroyîn de, belê, malbat zarokên xwe dişînin xwendinê û hewil didin ji hêla aborî ve alavên wan peyda bikin û şert û mercên baş amade bikin. Lê divê ji bîr nekin: dê û bav an jî mezinên li mal heyî, her yek ji wan rêber, mamoste ne. Rast e barê wan giran e, lê hewce ye ku zarokên xwe ji bo hevgirtinê, destekdayîna hev, plansaziya tevahî hîn bikin. Kultur, çand, ziman, hunera xwe bidin hînkirin. Li ba wan nîn be jî sazî û dezgehên xizmeta vê armancê bikin bibînin, saz bikin û destekariya zarokan bikin.

Bi vê sayê dikarin zarokan ji dewletê biparêzin. Tiştên ku li wir hîn bibin, divê malbat jî bizanibe, lewma li zarokan bipirsin, wan zanînên çê tev li zanîn û tecrûbeyên malbatê bikin, yên xerab jî bi şêwazeke yekta ji zarok dûr bixin. Lazim e zanîn û kultura malbatê jî bi pêş bixin. Zarokên di malbatekê de bibin endezyar, aborînas, mamoste … yek bi yek ji malbatê veqetin biçin tu carê têkiliyek wan û malbatî namîne. Her yek jî ji hêla xwe ve qels û bêkêr dimîne. Lê heke li ba hev bin, piştgiriyê bidin hev. Her yek tiştekî hînî hev bike, çand, kultur û qezenca aborî wê xurt bibe. Wê bi nas û dostên xwe re jî bibin mînak. Bi vî awayî jî layiqî pesindayînê bin. Her wiha yekitiya malbatî, civakî û zengînbûn jî bi hev re tê. Di navbera mezinan, nifşên berê û yên nû jî ji veqetan çênebe.

Ji bîr nekin zengîn zarokên xwe sermayeya xwe bi hev re kom dikin. Zarokên xwe dişînin welatên cuda zanîngehên pêşketî didin xwendin. Lê di dûmahîkê de tînin li ser karê xwe an jî karekî nû bi destê wan vedikin û ew bixwe jî diçin balê (gel wan).

Lê feqîr an jî malbatên bêplan jî zarokên xwe yên têr û tije, yeko yeko dişînin xizmetkariya wan.