20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zarokên pîrê

Pîrejinek li ber dîwarê mala xwe rûniştibû û diponijî. Xuyaye ku derd û kuleke wê heye. Cîrana wê hate li kêleka wê rûnişt û jê re got “Xêr e pîrê, çi derd û kulên te hene.”

Pîrê: Li hêviya zarokê xwe me, bû ber êvarê hîna nehatine malê.

Cîran: Xwedê emrê wan dirêj bike, çend zarokên te hene?

Pîrê: 4 kurê min hene.

Cîran: Tu herî zêde ji kîjanî hez dikî, yê herî mezin an yê herî biçûk?

Pîrê: Dema li wan her çaran dinihêrim, wekî yek kesî bibînim û dema ku li yekî ji wan dinihêrim wekî ku her çaran dibînim. Lê dema ku tiştek ji min re lazim be, ez yek ji wan kûçik kurê kûçikan nabînim.