Rojnameya Heftane

Zavayê bê hempa

Zava serê sibehê zû ji xew rabû û çû taştiyeke xweş amade kir û anî nav livînên bûkê. Hêdî bang li bûkê kir û got: “Delala dilê min rabe taştêya te amade ye.” Bûkê çavê xwe vekir çi bibîne taştiyek wiha amade kiriye ku encax mirov ji xatûnan re amade bike. Bûk û zavê taştêya xwe bi hev re xwarin û zava rahişt sifreyê bire kîlerê û li vegerê misînek av û teşt anî odeyê û ji bûkê re got hewce nake biçî serşoyê were dest û rûyê xwe bişo. Bûkê bi nazdarî spasiya wî kir û got tu her hebî delalê dilê min.

Min nizanibû tu ewqasî mirovekî pêşketî û jentilmenî. Paşê zava got xwe aciz neke û xwe hinekî din li ser textê xwe dirêj bike ez ê biçim van tiştan bibim û vegerim.

Zava dîsa hat û 2 fincanên qehwê di dest de ji bûkê re got de rabe delala min em biçin şaneşînê qehweya xwe jî bi hevre vexwin. Niha xwendevan dibêjin ev çi derew e, ma zilamê wiha hene. Ez jî dibêjim ka bêhna xwe fireh bikin.

Werhasilî piştî qehweya xwe jî vexwarin êdî zava ji bûkê re got. Binihêre ev tiştên min îro kirin tu yê her roj bê kêmanî wiha ji min re bikî. Her sibeh beriya ku ez herim karê xwe divê tu bê kêmanî van tiştan yek bi yek bikî. Te fêm kir ne wisa. Bûkê wekî ji xewneke şêrîn ji xew rabe, bêyî dilê xwe got erê ‘bavo’ min niha baş fêm kir…