spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zext me natirsîne li xebatê sor dike

Me derbarê rewşa mafê mirovan, kar û xebatên saziya Amnestyê de bi rojnameger û parêzvanê mafê mirovan Gabar Çiyan (Zarathustra Acat) re ev hevpeyvîn ji xwendevanên Xwebûnê re amade kir.

Ji salên 78’an rojnamegerî û bi derketina derveyî welat re xebatên te yên mafê mirovan dest pê dike û nivîskarî lê zêde dibe. Heke Gabar Çiyan serpêhatiya xwe şîrove bike dê çi were bîra wî?

Navê min Zarathustra Acat e û ji herêma Tora Evdînê, Darê me lê li Nisêbînê mezin bûme. Rojnamegeriya min bi nûçe-analîzên herêmî di Rojnameya Nisêbînê dest pê kir. Piştî ku bûm edîtorê rojnameyê, têkiliyên me bi rojnameyên herêmê re xurtir bûn. Rehmetiyê Apê Mûsa jî carna ji me re dinivîsî. Bandora lêkolîn, nûçe û qûncikên balkêş li civatê, zextên li ser me zêde kir.

Piştî derketina derveyî welat, min giranî da rojnamegeriyek profesyonel û bi kurdî. Ji rojnamegeriyek e xurt re, perwerdeya pîşeyî girîng e lê ne her tişt e. Huner û tecrûbeya pîşeyî şert e û ew bi xwe re stewandin û tekûzbûnê tîne, disiplîna kar çêdike. Rojnamegeriyê dike beşek ji ruh û jiyana mirov. Bi xewna afirandina nûçe, analîzên kalîte û nû radize û berbangê re dide pey xewn û xeyalên xwe. Min jî xwest ku xewn û xeyalên xwe bi kurdî bibînim ziman û rengîn bikim. Biryara min erênî be jî, ne hêsan bû. Wê demê kêmbûna rojname û weşanên bi kurdî, meydana rojnamegeriyek e profesyonel bisînor dikir.

Perwerdeyên taybetî, rojnamegeriya lêkolînî xurtir û rojnamegeriya çandî û metbexê lê zêde kir. Carna jî dinivîsînim, hejmarek kitêbên min bi kurdî, tirkî û swêdî çap bûne: Asurlar Suryaniler 1-4 (lêkolîn), Êşa Zirav (şano), Ji dîna dîntir- pêkenokên me (nukte), Sewdanemaya  wenda (edebiyat/ serpêhatî) û hwd.

Demek dirêj e bi karê mafê mirovan, di saziyên neteweyî û navneteweyî de, mijûl im. 2009-2012 Cîgirê Serokê Giştî ê CHAK’ê bûm. Me hewl da ku çarçevoya xebat û lêkolînên li dijî tevkujî û parastina mafê mirovan esas bê girtin. Da ku çalakvanên kurd, ji bo mafê kurdan bi hev re bixebitin û birîna xwe bi destê xwe derman bikin. Bi konferans, têkiliyên navneteweyî û xurtkirina lobiyê, saziyê xurt bikin. Ji fikrên cewaz re vekirî bin û ji çar aliyê welat çalakvanên mafê mirovan bikin endam, bêyî ku serxwebûna saziyê qels bibin û sazî bibe îlegal.

Piştî wê, xebata min di Amnestyê de didomiya. Min, di 2017-2020’an de di Komîteya Karger a Amnesty Stockholmê de cih girt û weke Cîgirê Serokê Amnesty Stockholmê kar kir. Ji 2017’an Serokatiya Amnesty Koma Tirkiyeyê dikim û berî salekê weke Serokê Komîteya Rawêj a Amnesty Stockholmê hatim hilbijartin.

Zextek giran li ser kurdan heye, derbarê pirsê raporên Amnestyê û saziyên din ên însanî belav dibin. Lê helwestek wiha ku bandora piralî li polîtîka hişk a dewletê bike û ji çaraseriyek mayînde re rê veke, xuyanî nake. Tu vê yekê çawa şîrove dikî?

Çend faktorên cihêwaz ku têkiliya wê bi hev re hene, bandorê li pirsê dikin.

Zext û zilma li ser kurdan ne nû ye. Kurd zilmê napejirînin û qîma xwe bi statûya berê nema tînin û roj bi roj encamên baştir bi dest dixînin. Niha kurd li du aliyên welat azad in, saziyên dewletî ava dikin û rêveberiya wan dikin. Statûya parçeyên azad û xebata saziyên neteweyî bandora xwe li parçeyên din û têkiliyên navdewletî dike. Ev pêşketin, bi dewlêtên cîran re tirs û xofê çêdike. Di şûna ku pirsgirêka kurdan bi riya demokrasî û metodên diyalog û aştiyê çareser bikin, siyaseta xwe hişktir dikin.

Nakokiyên nav herdu aliyan û defactoya li başûrê mezin û biçûk, bandorê li derve jî dike. Li hêlekê dostên kurdan zêdetir dibin û kurd, karê têkiliyên navdewletî û lobiyê bi rêkûpêktir dikin. Li aliyê din dewlet û lobiyên xêrnexwaz, bi sefaret, sazî, alîgir û dostên xwe ku ji hêla aborî ve derfetên wan hene, li pêşiya daxwaziyên însanî yên kurdan dibin kelem.

Ji aliyekî din ve hiqûq û peymanên navneteweyî, dewletan mecbûr dikin ku rêz û hurmetê nîşanî mafê mirovan bidin. Di vî alî de pêşketin heye. Lê bandora bazirganiya nav dewletan û berjewendiyên aborî carna rê li ber pêşketinê bigire. Weke mîsal, em bêjin ku dewleta A endamê Yekîtiya Ewropayê ye û girêdanên wê yên di hêla bazirganiyê de bi Îranê re baş e. Dema A bixwaze ‘mafê kurdên li Îranê’ bîne rojeva meclîsa xwe, yan Yekîtiya Ewropayê, Îran dê yekser nerazîbûna xwe nîşan bide. Di rewşek wiha de nerazînûna Îranê badorek cidî li siyaset û birayara A yê nake. Lê dema Îran biryara hilweşandin an kêmkirina peymanên tîcarî, îhale û girêdanên aborî bi şîrketên A yê bîne rojevê, rewş tê guhertin. Armanca Îranê bêdengkirina A yê û kêmkirina zexta li Îranê ye.

Mîsal her çiqasî weke pirsgirêkek ji tîcareta navdewletî xuyanî bike jî, ji hêla mexdûran weke şantaj tê dîtin. Divê bê gotin ku lîstikên wiha kêm dibin. Ji ber pirs, di tîcareta navdewletî de, bi hurmetgirtina pîvanên exlaqî û însanî ve girêdayî ye. Dema dewletên xêrxwaz, zextên xwe li dewletên zilmkar kêm dikin, helwesta wan, rê li ber kuştin, birîndarkirin,  bêcih û bêmal hiştina bi hezaran kesan vedike. Ev jî barek giran e.

Her wiha pêwîst e pirsgirêka kurdan li Tirkiyeyê bi metodên aştî û diyalogê çaraser bibe û biryarek wiha dê piştgiriyê ji gelek saziyên însanî û dewletan bigire. Lê aştî, bi xwestin û amadebûna herdu aliyan mûmkun e. Ne tenê gotin û daxuyaniyên du alî, lê belê çend gavên erênî li wan ferz dike. Kurd li ser hesasiyetên Tirkiyeyê baştir kur bibin û di siyasete de dê populîzmê kêm bikin. Tirkiyeyê jî siyaseta înkar, helwesta îlegalkirina partiyên kurdan û hişkiyê bi dawî bike û azadiya girtiyên polîtîk têxe rojevê.

Weke cenabê te jî qal kir, kêmasiyên saziyên însanî û Amnestyê jî hene. Lê bi qasî ez dibînim, Amnesty di civînên navxweyî de kêmasî û qelsiyên saziyê tîne rojevê, dike cihê niqaşê û çareseriyan peyde dike û pêk tîne. Pir kar tên kirin û ev yek bandorê desthilatdaran dike, lê têr nake. Carna çalakvan û rêvebirên Amnestyê jî dikevin ber êrîşên dewletan, tên girtin û di zindanan de demek dirêj dimînin. Ev skandal e û li ber çavê dinyayê dibe. Lê karê însanî pîroz e û zexta li ser me, hejmara endam û çalakvanan zêde dike, çi kesekî natirsîne, berevajî me li xebatê sortir dike.

Ji kerema xwe re qala Amnesty Koma Tirkiyeyê bikin. Kar û xebatên komê bo girtiyan û parastina mafê jinan çi ne?

Koma me komeleyek e serbixwe ye, lê bi liqê Amnestya Swêdê ve girêdayî ye û di çarçoveya destûra saziyê de kar dike. Têkiliyên me bi gelek partiyên Swêdê re û di meclîsa Swêdê de bi parlementerên di Komîsyona Têkiliyên Derve re baş e. Em, salê hejmarek semîner û panel derbarê rewşa mafê mirovan li Sûriye, Iraq, Tirkiye û Îranê organize dikin. Beşdarî Rojên Mafê Mirovan dibin û semînerên bi swêdî, kurdî û tirkî didin. Çalakiyên cihêwaz mîna xwepêşandan û berhevkirina îmzeyan û hwd pêk tînin. Hevdîtina bi gelek saziyên însanî û civatî li Swêdê dikin. Mêvanên ji derve tên re dibin alîkar ku bi rêvebirên Amnestyê re rûnin, biaxifin.

Amnesty, rewşa mafê jinan û girtiyên siyasî li Tirkiyê ji nêz ve dişopîne û derbarê pirsgirêkan de raporên cewaz diweşîne. Karê raçavkirin û amadekirina raporan ji hêla navenda saziyê ve tên kirin. Koma me, di çarçoveya raporan de çalakiyên xwe plan dike û pêk tîne. Weke mîsal, çalakiyên me yên herî dawî derbarê hilweşandina xaniyên li Sûrê, Dayikên Şemiyê û rewşa mafê mirovan li Tirkiyeyê bûn. Hefteya pêşiya me, em ê li navenda Amnestyê bixêrhatina rêvebirên saziyên jinan ên Rojava bikin.

Berî koronayê, li ser navê koma me ez û du rêvebirên Amnestiyê çûn Sefareta Tirkiyeyê ya li Stockholmê û li meqamê sefîr, pê re axifîn û me dosyek derbarê mafê mirovan pêşkêşî wî kir. Her wiha salê çend caran li ser navê komê, hejmarek nameyên taybetî bi îngilîzî, tirkî û kurdî amade dikin û ji Serokomar, wezîrên Edalet û Karên Navxweyî re dişînin. Zimanê me erênî ye û li ser esasê daxwaziyên maqûl tên avakirin ku badorê bikin û riya diyalogê vekirî bihêlin. Hêviyên kesên mexdûr ji Amnestyê gelek in. Em saziyek însanî ne û divê ziman û daxwaziyên me, hêviyên li benda me ne bêhêvî neke.

Pirsgirêkên tên pêşiya we çi ne?

Em endamê Amnestiyê ne. Karê em dikin, însanî ye û di çarçova azadiya rêxistînî û destûra Amnestyê dibin. Bo me, pêşketina demokrasî û mafê mirovan li Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyeyê girîng e. Em dixwazin pirsgirêka kurd bi riya aştî û metoda guftûgoyê çaraser bibe. Divê helwesta me şaş neyê tercûmekirin. Kesên mîna me, bi ”parêzvanê mafê mirovan (a human rights defender)” tên binavkirin. Di Deklerasyona Neteweyên Yekbûyî ya 1989’an de, ji dewlet û desthilatdaran tê xwestin ku rêz û hurmetê nîşanî jkarê me bidin. Loma hêviya me tolerans û fêmkirinê heye.

Têkiliyên me bi gelek sazî û şexsiyetan re heye. Ew kes û sazî, derbarê bûyerên nû de me agahdar dikin. Agahdariyên rast, kin û bêalî dibin alîkar ku em bi lez li pirsê kûr bibin û rêvebirên xwe agehdar bikin. Agahdariyên nerast ‘derbarê bûyer û kesên mexdûr’ de, baweriya heye dişkîne û kêm dike.

Dîtina te derbarê tecrîtkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, rêgirtina li ber hevdîtîna parêzer û endamên malbata çi ye?

Gilî û gazinên parêzeran, kêm an zêde tên rojevê û bandorê dikin. Medya qala rexne û gazinên parêzeran dike û ew yek bala saziyên mafê mirovan dikşîne.

Li hêla din, Tirkiyeyê Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê pejirandiye. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê di çarçoveya peymanê de, gilî û gazinên ji Tirkiyeyê tên dinirxîne û biryara xwe dide. Komîteya Ewropayê ya li dijî îşkence û muameleyên xirap- CPT jî diçe Ocalan dibîne û raporên xwe pêşkêş dike. Di encamê de, Tirkiyeyê beşek ji daxwaziyan bi cih tîne û derbarê rexne û daxwaziyên mane bersivê dide.

Anku, dadgeh û saziyên ku gilî û gazinan binirxînin, rewşê raçav bikin û rewşa Ocalan baştir bikin hene. Parêzer jî bala medya, saziyên însanî û hiqûqî dikşînin ser pirsê. Helbet girêdana pirsê, bi rewşa siyasî li Tirkiyeyê, cih û rola Ocalan re heye.  Her çiqas hebe jî, biryar û daxwaziya bikaranîna benda 3’yem ê peymanê û daxwaziya azadiya Ocalan bişert, balkêş e. Bo cihanîna biryarê jî pêwîstî bi nermbûna siyasetê û guherînên qanûnî heye.

Berdewama polîtîka hişk fêda xwe tune ye û nakokiyên hene kûrtir dike. Dema pirsgirêka kurd bi riya diyalog û guftûgoyê çareser bibe dê bi xwe re gelek birînan derman û pirsgirêkan çareser bike.

Gabar Çiyan (Zarathustra Acat) kî ye?

Parêzvanê mafê mirovan, polîtîkar, rojnameger û nivîskarekî kurd e. Di sala 1960’î de li Tora Evdînê, li bajarokê Estelê yê Mêrdînê hatiye dinyayê. Ji sala 1978’an ve rojnamevaniyê dike. Di rojnameyên rojane û lokal de kar kiriye. Di sala 1988’an de, ji ber zexta dewletê mecbûr maye ku derkeve derveyî welat. Niha li Stockholmê dijî. Serokê Amnesty Koma Tirkiyeyê ye û di Miljopartiet (Partiya Keskan) de polîtîkvanekî çalak e.