18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zextan bi kirasên zagonî rewa dikin

M. Alî Ertaş

Li cihên ronî her tişt aşkera ye. Her kes her tiştî dibîne. Tiştekî veşarî tune ye. Her kes rastiya hev dibîne. Her tişt azad û pak e. Civakî û ehlaqî ye. Geşe û diçûrise. Xweşik û bedew e. Wêrek e. Lê cihên tarî dijberî vê yekê ne. Gelek tişt nayên dîtin. Çav rastiyan nabîne. Guh nabihîze. Difin bêhna genî hîs nake. Kesên newêrek, hîlebaz, diz, virrek, genî, qirêj, ji roniyê direvin û xwe di bin perda tariyê de vedişêrin. Ji bo serdestiya civakê, tariyê ji bo xwe dikin mertal. Li pişt mertalê tariyê serî li hemû fêlên genî û qirêj didin. Her tiştî berovajî dikin. Kî ronî bike, an wan dikişînin nava tariyê, an jî wan dikin hedefa xwe. Rojnamegerên rastiyan ronî dikin jî rastî gef, tundî, binçavkirin, girtin û cezayan tên.

Karê rojnamegeran di esasê xwe de ronîkirina civakê û ragihandina agahiyan e. Bûyer û geşedanên ji civakê tên veşartin, derxe holê û rastiyan di tariyê de nehêle. Civakê li dijî gef, metirsî, şaşî, kêmasî, talûkeyan bike xwedî agahî û ji rastiyan haydar bike. Kar û berpirsiyara rojnameger û çapemeniyê ew e ku bibe çav, guh, zimanê civakê. Bibe parêzvanê civakê. Ev pîvan û rêgezên esasî yên gerdûnî ne. Ger ku rojnameger û çapemenî li gorî van rêgez û pîvanan tev negerin, wê demê nikarin erka xwe pêk bînin. Ev sinc û pîvaneke gerdûnî ye.

Baş e, dema em li Tirkiyeyê dinêrin di qada çapemeniyê de wêneyekî çawa derdikeve pêşberî me gelo? Werin em bi hev re li wêneyê ji 1’ê adarê heta niha derketiye holê binêrin. Ev wêneyê heyî wê rastiya rola çapemeniyê û polîtîkayên hikûmetê ya ku bi zorê dixwaze her tiştî têxe kontrola xwe raberî me bike. Dema em li geşedanên civakî û siyasî dinêrin, bi aşkerayî hin geşedan pêş dikevin. Rewşa qeyrana aborî, betalî, xizanî, şer, koçberî, tenduristî û azadiya ramanê li ber çavan e. Lê yên vê rastiyê bi deng tînin ziman û parve dikin dibin hedef. Zext, astengî û êrîşên li ser çapemeniyê bi fîstan û kirasên zagonî yên hikûmetê rewa dikin. Yên kêmasiya serokomar, wezîr û rayedarên hikûmetê tînin ziman, dibin hedef.

Em li rojên dawî yên Tirkiyeyê dinêrin; meha adarê bi binçavkirin û girtina rojnamegeran dest pê kir. Di nav 9 rojên ewil ên adarê de 9 rojnameger hatin girtin. Yek li ser îtîrazê serbest hat berdan. Niha li Tirkiyeyê 118 rojnameger girtî ne. Ji destpêka adarê heta niha 3 rojnamegerên ku rastî nivîsandin û parve kirin, hatin cezakirin. 9 rojnamegerên ku ketin pey şopa rastiyan û bi raya giştî re parve kirin hatin girtin. 12 rojnameger jî hatin darizandin. Yên rastiya penaberan a ser sînor ronî kirin hatin binçavkirin û girtin. Yên rastiya MÎT’ê ronî kirin hatin girtin.

Ev tenê aliyê wêneyê ku xuya dike. Ji xeynî vê yekê malperên ajansan hatin astengkirin, rojnameger rastî êrîşan hatin. Gef li rojnamegeran hatin xwarin. Lê dîsa ser rastiyan nehat girtin. Dîsa rastiya ku eskerên Tirkiyeyê li Idlibê bûn hedefa arteşa Sûriye û Rûsyayê nehat veşartin. Rastiya penaberên li ser sînorê navbera Tirkiye û Yewnanîstanê nehat veşartin. Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di 5’ê adarê de serokomar û wezîrên wî pêşwazî nekirin û 2 deqîqeyan li ber derî li salonê da rawestandin. Hemû cîhan bû şahidê vê rastiyê û rûmet û dîplomasiya Tirkiyeyê xist bin axê.

Ev nîşan dide ku bi girtinê tu carî rastî di tariyê de namîne.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê