Sunday, September 19, 2021

Zeyt û zeytûnên Efrînê di bazara talanê ya navneteweyî de

Tirkiyeyê di 20 çileya 2018’an de êrîş bir ser Efrînê û di 18 adara 2018’an de Efrîn dagir kir. Piştî dagirkirinê hêzên çeteyan û yên paramîliter dest bi talana bajêr kirin. Her wiha dewletê jî dest bi talana mal û milkê şêniyan kir. Dewletê dest danî ser darên zeytûnan û bazirganiya zeytûnan kir bin hukimraniya xwe. Der barê xeta bazirganiyê ya zeytûn û rûnên zeytûnên Efrînê Maximê Azadî ji Ajansa Nûçeyan a Fıratê re nivîsî. Nivîsa Azadî wiha ye:

Li Efrînê, piştî ku sala 2018’an ji aliyê dewleta Tirk ve hate dagirkirin, rejîmeke terorê û talanê hate avakirin. Zeyt û zeytûnên herêmê hate dizîn û di asta navneteweyî de hate firotin. Gelo berhemên zeytûnên Efrînê çawa digihêjin welatên cîhanê, ji aliyê hiqûqî ve sûcekî çawa tê kirin? Şîrketên navbeynkar bersiva vê nadin. Lê hikûmeta elman dibêje, li pêşiya hatina van berheman a bi rengekî fermî tu astengî nîne.

Salên dawî li Ewropayê bi taybetî li marketên tirk, ereb û kurdan berhemên nû hatin firotin. Gelek ji wan yekser bi navê ‘Afrîn’ê jî bin, bi dehan ji wan, dibe ku bi sedan ji wan bi navên cuda têne firotin.

DEWLEMENDIYÊN KU ÇAV BERDANÊ

Rojava bi giştî embara zad a herêmê bû. Beriya destpêkirina şerê li Sûriyeyê, ji sedî 40 ê hilberîna çandiniyê ya Sûriyeyê, ji sedî 60 ê hilberîna zad jî ji Rojava dihate peydakirin. Herêma ku îro bûye Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di heman demê de ji sedî 80 ê rezervên petrolê lê ne. Lê belê vê dewlemendiyê bala dewletên dîktatorî yên li Kurdistanê û derdorê kişand. Ya destpêkê jî dewleta tirk e.

Welatê ku li Sûriyeyê hewl da yekser dagirkeriyê bike, Tirkiye bû. Enqereyê ku DAÎŞ, El Nûsra û komên ji heman mejî û pratîkê li xwe kom kir, bi rengekî eşkere dest bi dagirkeriyê kir. Di serî de Efrîn li bajarên kurdan ên dagirkirî hemûyan rejîmeke terorê û talanê xiste meriyetê.

Efrîn wêneyê herî berçav ê sîstema dewleta tirk e ku li herêmên dagirkirî ava kiriye. Bi gotineke din; Modela ku dewleta tirk pêşkêş dike li Efrînê şênber bûye.

Efrîn, di nava dewlemendiyên Rojava de bi darên xwe yên zeytûnê navdar e. Li vê herêmê herî kêm 18 milyon darên zeytûnê yên bi kalîte û bêhempa hebûn. Her wiha ‘Sabûna Helebê’ ya li cîhanê navdar, ji zeytûnên Efrînê dihate çêkirin. Zeyta wê jî bi sedan sal in ji bo herêmê weke ‘zêrê zer’ dihate dîtin.

DIZIYA BI SEDAN MILYON EUROYÎ

Li vê herêmê ku di adara sala 2018’an de ji aliyê dewleta tirk ve hate dagirkirin, rekolteya zeytê ya heman salê li gorî ekonomîstan 130 milyon Euro bû. Enqereyê û çeteyên wê ev pasta di nava xwe de parve kirin. Malbatên li bajêr man ku hejmara wan kêm e, tenê bi bermahiyan re hate hiştin. Bi talankirina amûrên hilberîna çandinî û sabûnê û fîdyeya ji revandina mirovan re tê gotin ku ‘xenîmet’ gihîştiye 90 milyon Euroyî. Lê tê texmînkirin ku hejmara rastî ji vê yekê gelekî zêdetir e.

Li gorî çavkaniyên xwecihî hilberîna zeytê ya salane derdora 50 hezar ton bû û qîmetê wê jî derdora 130 milyon Euro bû. Kovara Le Point a Fransayê di çileya 2019’an de il ser mijarê nûçeyeke lêkolînê weşand û nivîsand ku 20 hezar ton zeyta bi buhayê 60 milyon Euroyî li Tirkiyeyê hatiye firotin. Hate destnîşankirin ku bi talana bi rê û rêbazên cuda re çavkaniya ji zêdeyî 90 milyon Euroyî hatiye talankirin. Dema ku dizî, fîdye, revandina mirovan û qaçaxçitiya petrolê jî li vê yekê tê zêdekirin hingî asta talanê baştir tê fêhmkirin.

DEST DANÎN SER FEBRÎQEYAN

Belgeyên ku ANF’ê di Mijara 2018’an de weşand, nîşan dida ku di navbera dewleta Tirk û komên wê yên çete de li ser talankirinê protokolek hatiye îmzekirin. Vê protokolê ji bo salên 2018 û 2019’an bikaranîna hatineyên zeyta Efrînê dida komên çete yên çekdar.

Talan ji sala 2018’an û vir ve gihîştiye asta navneteweyî. Febrîqeyên li bajêr ên hatin talankirin ji bo xizmetê ji rejîma dagirkeriyê re bikin hatin xebitandin. Di nûçeyeke ANF’ê de ku 28’ê Hezîrana 2021’ê hate weşandin, hate ragihandin ku ji xwediyên 100 febrîqeyên zeytê yên li bajêr 50 ji wan neçar man ku koçî Şehba û Helebê bikin. Febrîqe hemû hatine desteserkirin. Hilberînerê bi navê Necîb Şêxo diyar kir ku berhemên ji febrîqeyên zeytê li Cindirês a dagirkirî li pêşiya febrîqeya ‘Nûrî Arap’ hatine komkirin û di ser Deriyê Sînor ê Hamam re derbasî Tirkiyeyê hatine kirin. Sabûna ku beriya dagirkeriyê bersiv dida pêwîstiyên temamiya Tirkiyeyê bi heman rêyê derbasî Tirkiyeyê hate kirin.

Alîkarê Hevserokên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd anî ziman ku herî kêm milyonek û 300 hezar darên zeytûnê hatine birîn û birine Tirkiyeyê. Her wiha diyar kir ku dewleta Tirk tenê ji zeytê salane herî kêm 80 milyon dolarî bi dest dixe.

Îro hema bêjin li hemû welatên Ewropayê li DYA û Kanadayê, zeyta Efrînê ya hatiye dizîn li dikanan e. Elmanya yek ji hîmên herî girîng ên vê talanê ye. Elmanya piştevanê herî mezin ê dewleta Tirk ê li Ewropayê ye. Partiya Çep têkildarî vê talanê gelek pêşnûme pirs pêşkêşî hikûmeta elman kir. Bi gotineke din, karê ku dikin karekî veşartî nîne.

DEPOYÊN MEZIN ÊN BELAVKIRINÊ LI ELMANYAYÊ NE

Li ser medya dîjîtal, li ser malperên înternetê û marketan bi navê Efrînê zeyt têne firotin. Bazareke mezin a ji talanê.

Yek ji berhemên ku bi rengekî eşkere tê firotin bi navê ‘Zêr Afrîn’ e. Li bajarê Magdebûrg ê Elmanyayê il depoyeke mezin tê komkirin û belavkirin. Berhemên ku ji xaka Kurdan a dagirkirî hatine dizîn, destpêkê dibin Tirkiyeyê, li wê derê jî bi îmzeya Enstîtuya Standartên Tirk (TSE) derbasî Ewropayê têne kirin. Li piraniya wan jî weke çavkaniya berhemê ‘Sûriye’ tê nivîsandin. Di malpera Zêr Afrîn de berhemên talanê bi rengekî eşkere tê nasandin. Şîrketa ku me hewl da xwe bigihînê ti bersiv neda.

Şîrketa Salet Al Ghoûta ku navenda wê li Wûppertalê ye bi taybetî bi marka ‘Cîbal Afrîn’ zeyta ji Efrînê hatiye dizîn difiroşe. Berhem bi navê ‘Olive oil the mountains of Afrin’ (Zeyta çiyayên Efrînê) tê pêşkêşkirin û ji bo 2 lîtreyên wê jî 15.28 Euro tê xwestin.

BI RÊYÊN FERMÎ DERBAS DIKIN

Ev berhem bi TIR û keştiyan tên anîn. Me nekarî agahiyê werbigirin ku bi çi rengî ji gumrukên Ewropayê hatine derbaskirin, lê belê xuya ye bi rêyên fermî hatine derbaskirin.

Li gorî raporeke ajansa Elman Deutsche Welle ya Sibata 2019’an, herî kêm 10 hezar ton zeyt hatiye dizîn û derbasî Spanyayê hatiye kirin. Di pêvajoya derbasbûyî de hem talan hem jî dagirkerî zêde bû.

WEZARETA ÇANDINIYÊ YA ELMAN BERSIVEKE ÇAWA DA?

Me ji Wezareta Bazirganiyê ya Elman li ser mijarê agahî xwest, wan jî berê me da Wezareta Çandiniyê. Bersiva Wezareta Çandinî û Xurekê ya Federal nîşan dide ku berhemên diziyê bi rêyên qanûnî hatine derbaskirin.

Bersiva wezaretê wiha ye: “Berhemên ne ji heywanan ên ji welatên sêyemîn tên, mîna berhemên li Yekîtiya Ewropayê têne hilberandin, pêwîstiya xwe bi qanûna xurekê ya neteweyî û pêwîstiyên civata Yekîtiya Ewropayê heye. Divê bersivê bide pêwîstiyên vê qanûnê.

Di kirîna xureka ne heywanî ya ji welatên sêyemîn de ji bo şîrketên ku difiroşin Yekîtiya Ewropayê, şertekî destûrê nayê ferzkirin. Li şûna vê yekê ji bo xureken ji welatên sêyemîn hatine anîn, rayedarên kontrolkirina xureyê ya eyaletên federal ji kontrolkirina van madeyên xurekê berpirsyar in. Her wiha ji bo karên li gumrukê yên berheman jî meqamên gumrukê berpirsyar in.”

Wezareta Çandinî û Xurekê bi vê bersivê ragihand ku berhem ji aliyê meqamên gumrukê ve tê konktrolkirin û berê me da wê derê.

Wezaretê bersiv neda pirsên me yên li ser ast û para van berheman li bazara Elmanyayê.

Pirsên ku me li meqamên Fransa û Belçîkayê kir jî bê bersiv hatin hiştin. Şîrketên firotina zeytê ku me têkilî bi wan re danîn, tu bersiv nedan.

FIROŞKARÊN LI KANADA, DANÎMARKA Û FRANSAYÊ

Berhemên hatine dizîn bi markaya “Jîbal Afrîn” li Kanadayê jî hate dîtin. Ji bo çavkaniya wê jî “Sûriye” tê nivîsandin. Ev berhemên bi îmzeya TSE’yê xwedî etîketa “Mir Paketleme ITH: IHR. VE TIC. LTD. ŞTI.” ye.

Di malpera Facebookê ya şîrketê de ji bo zeyta Efrînê ya hatiye dizîn ji bo lîtreyeke wê 13 Dolar, ji bo 2 lîtreyan 23 Dolar û ji bo 4 lîtreyan jî 43 dolar tê xwestin. Her wiha ji bo 9 kîloyê ‘zeyta kesk a organîk’ jî 75 dolar tê xwestin.

Li malpereke bi navê Mîra ya li Fransayê zeyta Efrînê bi marka “Yaman” tê firotin. Çavkaniya vê zeytê jî “Sûriye” tê nivîsandin.

Şîrketeke din jî li Danîmarkayê li navenda Vîborgê ye û navê “Jobrî Food” li xwe kiriye. Ev şîrketa ku “Berhemên Efrînê” difiroşe li Elmanyayê jî tevna xwe heye. Tê fêhmkirin ku zeyt û berhemên zeytê yên Efrînê li Tirkiyeyê kirine paket. Jobrî Fook xwe weke yek ji şîrketên naskirî yê Yekîtiya Ewropayê pêşkêş dike. Ev not balê dikişîne, “Em serbilind in ku madeyên xurekê yên herî bi kalîte yên berhemên Afrîn a naskirî pêşkêş dikin.”

Bi heman rengî li DYA û welatên din ên Ewropayê jî berhemên diziyê yên ji Efrînê hatin dîtin.

Welatên Ewropayê ji ber ku tedbîrekê nagirin, bi vî rengî dibe hevparê vî sûcî. Ev berhemên ji Efrînê têne dizîn hem vê rejîma zordar, hem DAÎŞ, El Nûsra û komên din ên ku sûcên şer ên giran dikin, fînanse dikin. Bi gotineke din firotina van berheman ji aliyê hiqûqî ve sûcê şer e.

EWROPA TEDBÎRÊ NAGIRE

Mînak, Ewroayê ji bo berhemên ji xaka Fîlîstînê ya ji aliyê Îsraîlê ve hatiye dagirkirin etîketeke taybet xistiye meriyetê. Biryareke ku ji aliyê Dîwana Edaletê ya Yekîtiya Ewropayê ve hatiye dayin, etîketkirineke bi vî rengî ferz dike. Di berhemên navborî de tê nviîsandin ku ji koloniyên Şerîa Rojava û Geliyê Golanê hatine. Bi rêya vê etîketê mirovên ku dixwazin bikirin têkildarî mijarê dibin xwedî agahiyên rast. Ji ber ku ev yek ji bo berhemên ji Efrînê nayê kirin, gelek mirov bêyî hay jê hebe dikirin û nizanin ku dibin parçeyek ji dagirkeriyê re.

PARÊZER MALTERRE: EV SÛC E, GILÎ DIKARE BÊ KIRIN

Baş e bersiva hiqûqî ya li vê talanê çi ye? Ji parêzerên Baroya Parîsê parêzer Jean Loûîs Malterre destnîşan kir ku dizî û firotina berhemên Efrînê li dijî hiqûqa şer e. Malterre got, “Ev yek binpêkirina hiqûqa şer e. Li dijî peymanên li ser çalakiyên leşkerî ye. Talan e.”

Malterre diyar dike ku berhemên ji Efrînê têne anîn “berhemên talan û diziyê ne” û yên ku vê talanê dikin û yekser qezencê jê werdigirin dikarin bêne cezakirin.

Malterre diyar kir ku ji bo cezakirinê jî divê gilî bê kirin û got, “Divê mexdûr gilî bikin.”