Rojnameya Heftane

Zibare ango subsîstence economy

Di termînolojiya aboriyê de gotina “subsîstence economy” xwedî cîhekî hêja ye. Li gor zimanê me wek aboriya edetî, kevneşopî, ya zemanê berê an jî ya kalubavan tê bilêvkirin. Hîmê wê li ser debarê hatiye rûniştandin. Wexta zemanê berê civata ku bi riya nêçîrvaniyê, sewalvaniyê an jî çandiniyê debara xwe dikir, tenê dikaribû pêwîstiyên xwe yên bingehîn peyda bikirana.

Ev çi bûn?

Peydakirina xwarin, lixwekirin, xwedîkirina derfetan ji bo şêniyên malê û pêlazimiyên sewalên malê bûn. Dîsa xwecihkirin û ji ber vê avakirina xanî ji bo civata malê û çêkirina tewle û goman ango nivgeha heywanan beşeke ji karûbarên şêniyên malê yên girîng bû.

Bi rastî der barê vê mijara aboriyê de, lîteratureke têrûtije heye. Li gor min bi kurdî mijara zibareyê beramberî subsîstence economyê ye. Ji ber ku kakilê vî karî hevkarî ye. Pere nîne, navgîn kêm in û ne pêkan e ku kesek tenê bibe xwediyê hemû ked, hêz û navgînên hilberînê. Heke serdestek be û xwediyê navgînan be jî dîsa hewceyî xebatkaran e û ji ber bedela vê jî tenê dikare berhem bide, da ku zemanê berê pere û pulê îroyîn yê pergala kapîtalîzmê li ser piya digire nîn e.

Taybetiyeke din jî ew e ku wekhevî nîn e lê karbeşî reng û rîçalê vê pergalê ye. Wekî mînak hin kes xwedî zevî ne, hin kes xwedî tov in, an jî xwediyê ga û hespan in lê yên mayî jî tenê xwedan hêz in û dikarin bi hêza destan bixebitin; hin ên din jî hoste yan jî rêncber in. Belê ev kes civatekê pêk tînin, biryar didin ku zeviyê rakin, tov bireşînin û berhema wê jî bigirin. Lewma rêncber kar dike, hoste navgînan çêdike yan jî kêmasiyên heyî saz dike. Bi vî awayî herkes destekariyê dide hev lê ne pêkan e ku berhema zeviyê wekhev bê parvekirin.

Çima ev weha ye?

Wekî mînak cotkar tenê bendeyê wê zeviyê namîne û diçe li hin cihên din jî dixebite. Hoste tenê bi karê navgînên zeviyekê nastirê û di ber re hin karûbarên din jî dike. Xwediyê zeviyê piştî çandinê dîsa cureyekî din ê şixulê jî dimeşîne. Lewma, em dikarin bibêjin ku destekarî û beramberiya şixulê heye lê her tişt tenê bi wê ve girêdayî nîn e. Lewma bidestxistina berhem, qezenc û dahatiya kesan li gor plan, hesap, xebat û têkiliyên wan cuda ne.

Ev cure aborî li gelek deverên cîhanê heye. Hê li Afrîkayê, Amerîkaya Latîn, li deverên Asyayê û li Kurdistanê nîşanên wê berdewam in. Nêçîrvaniya masiyan ya Gronlanda warê berfê, komkirina nebatan a kom û bereyên li Amazonan, sewalvanî û rêncberiya eşîrên civatên gundewarên Afrîkayê çend nimûneyên zindî ne. Dîroka wê, ji kapîtalîzm ango pergala sermayedariyê jî ji şoreşa çandiniyê jî dirêjtir e. Wekî tê zanîn dîroka kapîtalîzmê ji 300 salî zêdetir nîn e, ya şoreşa çandiniyê jî ji 7 hezar salan wêdetir nîn e lê dîroka mîrovên hilberîner ên karûbarên sîstematîk kirine xwedî dîrokek 100 hezaran salan zêdetir e ku sewalvanî, komkirina pincar û şênkayiyê û şixulandina navgînan destnîşanên berbiçav in.

Ev pergal di jiyana modern de jî berdewam e. Muhammed Yunus ku aborîzanekî pakistanî ye, pergala mîkro credîtê ji cureyê aboriya civaka Pakistanê giritibû ku nêzî ya Kurdistanê ye jî. Li gor vê çawa berê gel destekarî dida hev, navgînên xwe parve dikirin, îro dewlet jî dikare beramberî bedela navgîn û amûran, destekariya pere bide. Kesê ku bê derfet be, wê bi saya serê vê rêbazê, bikare çandiniyê li ser zeviya xwe bike yan jî çend çêlekan xwedî bike û ji şîr û penêrê wê feydê bibîne. Golikan jî ji ber bigire û hejmara wan zêde bike. Ev pergal li Ewropa, Amerîka, Tirkiyeyê jî hat ceribandin, di qadên aboriyê de berfireh bû. Jixwe mînakên serkeftî jî hene ku bi dewlemendî berdewam in.

Ji hêla cureyên karûbarên zibareyê ve Kurdistan cihêreng û zengîn e. Zibare bi serê xwe beşek e. Col, şikatî, novane, cirîg, dor, palute, pîgarî û şîrîgahî tenê çend çeşîd in. Ev karûxebatên dilop bi dilop di kêşa dîrokê re givirîne û dirûv girtine, em ê pêyderpey wek mijar bi we re parve bikin lê vê bêjim ku hinek li ser hîmê hiqûqî, sinc û ehlaq rûniştine, hinek cure jî li ser hesabên parvekirina navgîn, berhem, ked û zeman bi riya matematîkê hatine sazkirin. Hinek ji van celeban veguherîne ser aboriya modern û bûne mînak. Wekî em dikarin pergala col ruberî şîrketa kolektîf bikin û wek nîşana koka wê destnîşan bikin.

Em vegerin mijareke din. Hê jî gelek civaknas û aborînasan, ev rewş raçav nekirin û der barê vê mijarê de tiştekî balkêş nenivîsîne. Tenê bi gotina feodal, têkiliyên hilberînê an jî pergala îmeceyê bi nav kirine û di ser re derbas bûne. Îsmaîl Beşîkçî ku ewqas salên xwe li Kurdistanê derbas kirin lê çawa ev rewş nedît, balkêş e? Dibe ku kurdî hîn nebû û lewma ev tê dernexist. Martîn van Bruînessen kurdî hînbûbû û bal kişandiye ser cureyên aboriyê jî lê her car xwestiye rûberî pergala aborî ya Ewropayê bike û vê jî ew korezanî kiriye ku nekariye giliya mijarê vereşîne. Kurd siyasetmedar û aborîzan Abdurrahman Qasimlo jî ji meselê dûr maye lê mixabin ji ber ku dîtina marksîstî ji xwe re kiriye rêber hemû bala xwe daye têkiliya serdest û bindestan, bandora wan a aborî û di encamê de hejarî û belengaziya civakê.

Lê belê berevajiyê van Mele Mehmudê Bazîdî bêhtir agahiyan dide. Lewma, ji bo civaknas û aborînasan jî hêjayî xwendinê û analîzê ye.

Bi qasî ku ez xwendina cureyên zibareyê ya aborîya cîhanê dikim, hêviya min ya ji bo aboriyên alternatîf zêdetir dibe. Tecrûbeya mirovahiyê ya aborî û civakî ji kapîtalîzma îroyîn xurttir, hêjatir û ji hemûyan wêdetir jî ji bo têkiliya mirov bi mirov, mirov û xweza, mirov û navgînan, mirov û heywanan qenctir e.