25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zibare karê gundiyan hêsan dike

Şêniyên gundên devera Balekayetî ji bo dirûn û berhevkirina dexl  çandiniyên xwe hêj bi awayê komînal (zibare) dikin. Amûrên berê bikar tînin. Welatî bi zibare kar dikin ev karê wan û jiyana wan hêsan dike.

Di jiyana Kurdewarî de gelek amûrê kevin hene ku di dirûn û berhevkirina berhemên dexl û çinîna dan de bikar tînin. Niha jî li gelek deverên Kurdistanê cihên ku wesayît nikarin herinê bi van amêran kar tên kirin.

Li gundê Rustê ya bajaroka Çoman a devera Balekayetî heta niha jî welatî ji bo dirûna dexl û dan van amûrên kevin bikartînin.

Rojnewsê li Gundê Rustê karê zibarê yê mala Mam Elî şopandin û serdana welatiyan kir. Welatiyê bi navê Luqman Rusteyî behsa karê zibare kir û got; “Hîn ji dema kevin de li devera Balekayetî çanda zibarê heye û niha jî em vê çandê berdewam dikin. Em îro li zibareya Mam Elî ne. Sibe li ya kesekî dinin û bi vî awayî em xelkê gund karê xwe dikin û alîkariya hevdû dikîn.”

Luqman Rusteyî, qala zibareya karê genim kir û got: “Dema dirûna genim, her yek bi karekî ve mijûl in. Hinek gurzên genim çêdikin, hinek bi das û tirpanan genim di dirûn û hinek jî bi gotina stranan moral didin.

Ciwanê bi navê Ferman Bêşe jî li ser bi karanîna amûrên berê ji bo karê dirûtina genim got; “Tirpan amêreke berê ye ku bav û bapîrên me bi kartanîn û niha jî em pê kar dikin. Ev amêr ji bo dirûtina dexlûdan û giya gelek başe. Ev devereke çiyayiye û hemû wesayîtek a dirûnê nikare were vêderê. Ji bona wê em bi awayê zibare dirûna genim dikin.”

Ferman da zanîn ger ne bi awayê zibareyê be, ew nikarin bi tenê karên xwe bikin. Dola Balekayetî 36 gundên wê hene, şêniyên hemû gundan piraniya karên xwe bi zibare dikin. Ji bona wê çiqas karek zehmet be, di nava çend rojan de dikarin temam bikin.

BALEKAYETÎ