18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zilamtiya jehrîn (zilamtiya toksîk)

Carinan dema mirov serê sibehan radibe, ji devê mirov tehma zingarê tê. Yan ji bêxewiyê, yan ji xemê, yan jî ji vexwarinê ye. Ev çend roj in ev tehma zingarê, tehma jehriyê ne tenê li devê me, li ezman belav bûye. Bêaramiyeke, neewlehiyeke nepenî li dora me digere. Bêhemdî hema em li dora xwe dinêrin, ka gelo dibe ku yek ji derekê derkeve, êrîş bike, gotinek bibêje, dev biavêje, yan jî tiştek din biqewime. Jehriyeke zilamtiyê li erd û ezman digere; hilma xwe, awirê xwe, siya xwe û bayê xwe li derdorê direşîne.

Gotina ‘zilamtiya jehrîn’ (zilamtiya toksîk) peyvek e ku vê tehma zingariyê pênase dike. Ev gotin destpêkê di salên 1980-90’î de ji bo pênasekirina mêrên ku li keviya civakê mane, wek mînak ji bo mêrên ji ber sedemên adî ketine girtîgehan, hat bikaranîn. Bi taybetî bi vê gotinê sedemên helwestên wan ên êrîşkar û tawanbar dihat vegotin. Bi vî awayî ne hemû mêr, lê rolên zayendî yên li mêran hatine birîn, wek qalib û kevneşopiyên baviksalariyê, helwestên zordar, hest û seknên ku li mêr û ciwanmêran tên birîn, tên destnîşankirin.

Taybetiyên sereke yên ‘zilamtiya jehrîn’ ev in: Hest (taybetî yên jar) tên veşartin, tundî wek amûra çareseriya pirsgirêkan tê dîtin, ê bi hêz e mafdar e; tirs û xem nayên nîşandan; di axaftinên xwe de êrîşkar û domînant e; êrîşa zayendî mafdar dibîne; sînoran derbas dike; reqabetê de sînor nas nake; dixwaze her tişt di bin kontrola wî de be; dixwaze her tiştî bi xwe bi dest bixe; mêrên ne sportîk cidî nayên girtin; taybetiyên ‘jinikok’ wek qelsî dibîne; li gorî zilamtiya toksîk jin û mêr nikarin ji hev fêm bikin û bibin heval.

Li gorî çanda zilamtiya jehrîn êrîşkariya zilam ji bo parastina hevaltiya nav mêran û sazîkirina hiyerarşiya civakî roleke girîng dilîze. ‘Mêrê rasteqîn’ divê li gorî taybetmendiyên jor tev bigere; an na, bi biçûkdîtinê û şikestinê re rû bi rû dimîne, bi ‘serjiniktiyê’ ve tê ‘tawanbar’kirin. Lewma jî tê gotin ku ne tenê jin, mêr bi xwe jî di bin van binesaziyên baviksalar û rolên mêrantiya serdest de tên tepisandin. Rastî jî zilamtiya jehrîn bandora xwe bi awayekî giştî li ser civakê dike, ne tenê li dijî jin û mêrên ne li gorî wan, di heman demî de dijminatiya homo û transan jî dikin. Di roja me ya îro de êdî tê zanîn ku zilamtiya jehrîn ne tenê li keviya civakê ye, li seranserê civakê belav bûye û ne tenê xwe û dora xwe, hemû civakê bi jehrî dike.

Kesên ku li ser vê mijarê lêkolînê dikin, giraniyê didin têkiliya navbera mêran, rolên zayendî yên ku li mêran hatine birîn û bandora wan a dîsa li ser jiyana mêran. Heta têkiliya ‘bav û kur’ a kêm, an jî bi alozî ji bo pêşketina ‘zilamtiya jehrîn’ wek sedem tê dîtin. Ev di heman demî de têkiliyên wan ên hevaltiyê yên tevlihev ên bi mêran re dide der. Lê em werin ser mînakên li ser axa Tirkiye û têkiliya wan a bi pirsgirêk a bi jinan re.

Têkiliya yekser a di navbera zilamtiya jehrîn, rastgirtên popûlîst, nijadperestî û hêzperestî ji bo fêmkirina jehriya li Tirkiyeyê belav bûye, divê bê aşkerakirin. Ango bi gotineke din, ger li hêlekê têkiliya ‘bav û kur’ a bi pirsgirêk asta mîkro ya zilamtiya jehrîn be, têkiliya di navbera ‘dewlet-bav û kurên wî’ jî asta wî ya makro destnîşan dike. Ji xeynî taybetiyên vegotî sîstematîka zilamtiya jehrîn li Tirkiyeyê hîma xwe li ser qaşo xwedîderketina/parastina sê tiştan qewîn dike: ‘namûsa dewletê, namûsa mal(batê), namûsa jin’. An jî bi gotineke tirkan bi parastina namûsa ‘hesp, jin û çek’ê (At, avrat, sîlah).

Dibe ku di vê mijarê de têgîna herî jehrîn a ku tehma zengarê dide devê me peyva ‘namûsê’ be. Bê guman ji bo zilamê bi jehrîn wateya namûsê ji bo dewletê, ji bo malbatê û ji bo jinan cuda ye. Ji bo her yekî peywîr û berpirsiyarî tên birîn û tê xwestin ku her kesek li gorî van rêbazên hatine dayîn tev bigerin. Yên li gorî rêbazan tev digerin pîroz in. Yên ku derî rêbazan derkevin bi tiliya nîşanê tên teşhîrkirin û tehdîtkirin. Yên li namûsa xwe xwedî dernekevin yekser ji pîrozbûnê dikevin asta lanetiyê. Ev hemû heta derekê li gorî hişmendiya zilamtiya jehrîn tê fêmkirin. Lê ligel qaşo mêrantiya zexm, bi hêz û tundî û qudret, parastina namûsa jinan û pîrozbûna dayikê çima hemû siyaseta zilamtiya jehrîn li Tirkiyeyê li derdora jinan dimeşe? Devê kê vebibe û diranê xwe li dijminê xwe tûj bike, bi jinan dest bi gotinê dike?

Dibe ku gelek sedemên derûnî, civakî, siyasî û pedagojîk ên vî rewşî hebin. Jinan û ‘mêrên newekxwe’ biçûkdîtin an jî jin û zarokan wek namûsa xwe dîtin û wan ‘parastin’ ev ew tişt in ku li gorî rêbaza zilamtiya jehrîn dimeşin. Lê beramberî vê ‘hêz û xurtbûna’ xwe û ‘dijminahiya’ xwe bi enstrumentalîzekirina jinan bilêvkirin aliyê din ê medalyonê ye.

Parastina wan û êrîşa wan ji hev dizên. Tê gotin ku tirsa wan a herî mezin destkeftiyên xwe windakirin, ne wek mêrekî ‘rasteqîn’ lê wek ‘jinikokekê’ xuyakirin e. Ev îluzyona ‘mêrê rasteqîn’ hesta ewlehiyê dide van kesan, lê beramberê vê kesayetê wan bisînordar dike. Ev ewlehî li ser hiyerarşiya hêzbûnê saz dibe û herkesî wek xulamê statuya xwe dibîne. Ew ewlehiya ku qaşo bi ‘mêrantiya rasteqîn’ tê bidestxistin, lê li hêla din kesayeta wan a rastî ditepisîne û vedişêre, herî zêde ji hêla jinan (û ji mêrên ‘serjinik’) ve tê hejandin. Lewma jî jinan li hemberî rasteqîniya xwe û hêza xwe wek xetere dibînin. Ew jin in ku paça ser kesayeta zilamtiya jehrîn a parçebûyî û pelçiqandî ji ser radikin û wî bê ewlehî tazî dihêlin. Zilamtiya jehrîn dibîne ku ewlehî derew, kesayet rast e. Ew jin in ku kesayeta wan a ji (dewlet)bav-şikestî li rûyê wan didin. Lewma ye hem parastina wan û hem jî êrîşa wan li ser esasa dijminatiya jinan pêk tê.