24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ziman jiyan e, jiyan şîrîn e

Adar Şaman

Mirov xwe temam hîs bike, wê di serî de peşketinên nakokiyên zihnî û bîrdozî bi xwe re bicemidîne. Ev tê wateya mirov pêşketinên hebûna xwe red bike. Ev jî rê li ber nakokiyên bi xwezaya mirov re dijîn asteng dike. Erê bêguman mirovê kamil nîne; lê ji bo mirov kamil bibe, têkoşîn pêwîst e. Mirov her tim di nav tamambûna hebûnê de ye. Hebûn heqîqeta mirov e, ya ku her roj ji bo sedema hebûna xwe bide qabûlkirin, berdêl dide…

Lêgerîna azadiyê di temenê zaroktiyê de dest pê dike, lewra nakokiyên mirov jî di serî de li hemberî xislet, nebûn û cudahî-rengên civakê dest pê dike. Li hember xwezaya xwe lêpirsîna ‘ez kî me, ji ku têm û ez ê biçim ku derê?’ bi nakokiyên cihêreng xwe di lêpirsîna heqîqetê re derbas dike. Encama ku mirov di vê lêpirsînê de xwe gihandiyê, heqîqet yek e û hebûna çand, ziman û dîroka mirovahiyê ya ku nehatiye dîtin ango hesibandin e. Êdî bi ferqkirina heqîqeta xwe re nakokiyên ‘serdestî, bindestî, xizanî, zengînî, lawazî, jêhatî, azadî û koletiyê’ di nav hev de dijîn. Dîsa ferq û cudahiya di navbera zayendê de hîn di temenê zaroktiyê de dibîne û dixwaze zû fêm bike, wate bidê.

Çanda serdestiyê, desthilatdariyê bi rêya serdestên me kurdan ve derbasî civaka xwezayî, exlaqî û polîtîk bû. Çîna serdest a kurd, bi qasî ku xulamtiyê ji serdestan re dike û li cem mêtingerên Kurdistanê xwe şîrîn dike ewqas ji gelê xwe re bikira, vêga zarokên kurdan di dibistanan de bi zimanê dayikê perwerde dibûn û xwedî nasnameyeke azad bûn.

Di esasê xwe de civaka kurd civakeke bi çand, hebûn û zimanê xwe ve girêdayî ye. Erê kevneşopiyên civaka kurd gelek in, lê xwedî cihêrengiyeke qedîm e. Kurd weke kes ango civak li ku dera dinê dibin bila bibin, tavilê xwe bi her kesî didin qebûlkirin û hezkirin. Ji ber ku li hember çand û zimanê civakan rêzdar in. Kurd xwedî civakeke pirçandî, zarava û devokên cihê ne. Lê bi qasî ku ewqas zengîniya çandî û civakî heye jî, îro civaka herî feqîr û hejar e.

Mînaka vê ya herî biêş li welêt pêk tê, lê ya herî xembax li derveyî welêt ango li Ewropayê ye ku malbat tevî zarokên xwe dijîn. Gelek komên civakên ji neteweyên cuda li Ewropayê penaber in. Nemaze ji welatên Roihilata Navîn, her roj kom bi kom penaber derbasî parzemîna Ewropayê dibin. Lê di van salên dawî de penaberên kurd ên berê xwe didin Ewropayê gelekî zêde ne. Gelek ji van malbatan, tenê ne ji hêla fizîkî ve xwe ji welêt qut dikin, ji hêla ‘ruhî, çandî,  fikrî û aborî’ ve jî xwe bi tamamî ji Kurdisnanê qut kirine  û dikin. Dema malbat bikeve vî halî, şik tune ye ku zarokên van malbatan jî bi lez û bez entegreyî pergala heyî dibin û di serî de jî zimanê dayikê ji bîr dikin. Êdî, mamostayên malê ne dê û bav in, zarok dibin mamosteyên dayik û bavan. Dayik û bav ji zarokên xwe fêrî zimanê biyanî dibin, lê zarok ji dê û bavên xwe fêrî zimanê dayika xwe nabin. Dema mirov bala xwe qenc bide malbatên kurd ên li welatên cuda yên Ewropayê bi cih bûne, mirov şaşomaşo dibe û ji hêla watedayînê ve zehmetiyan dijî.  Civaka kurd bi mêvanperwerî û bi şêweyê jiyana xwe ya komunal tê nasîn. Mixabin em dibînin ku ev taybetmendî êdî ne li pêş in, li şûna vê çanda mêvanperweriyê, qutbûna ji civakê û tenêtî weke çarenûs tê dîtin. Kes, çarenûsa xwe di ‘tenêtî û azadiya şexsî’ de dibînîn. Ev jî tê wateya ku bê ka çiqas bandora çanda rojava li civaka kurd a li Ewropayê dijî kiriye. Her çend ku mafê malbatan heye ji dewletan daxwaza perwerdeya zimanê dayikê bikin jî, mixabin malbat di vê hêlê de gelekî sersariyê dikin û zarokên xwe bi zimanê dayikê nadin xwendin.

Di vê serdemê de ku tu nexwazî, tênekoşî û li ber zilmê serî ranekî kesek tiştekî herî biçûk jî nade te. Ji bo perwerdeya zimanê dayikê têkoşîneke civakî, siyasî û zanyarî pêwîst e bê dayîn. Ev mafê kurdan ê xwezayî ye. Lewre rasterast polîtîkayên qirkirinê li dijî çand û zimanê kurdî tên ferzkirin. Civaka ku çanda xwe û zimanê xwe winda bike, şerma herî mezin a mirovahiyê ye.

Ruhê civaka kurd komunal e; her zindî ye û mîna çem diherike, sekin jê re nîne. Dema mesele dibe hebûna neteweyî, bi hemû enerjiya xwe radibe ser pêyan. Îro li her çar parçeyên welêt, hêza herî dînamîk a veguhertinê xwedî biryara têkoşînê, sekin û lêgerîna azadiyê temsîl dike gelê kurd e. Hêj ji niha ve kelecana biharê dijî. Ji ber ku îsal bihar zû bi ser kurdan de hat, zivistan li kurdan bû cejn…

Wê têkoşîna neteweyî hebûna gelê kurd, çand û zimanê kurdî azad bike. Zimanê dayikê bi xwedîderketina tevahî gelê kurd, ji malê heya kuçeyan, ji kolanan heya dibistanan, ji sûkê heya bazarê bila bibe zimanê jiyanê; ziman jiyan e, jiyan şîrîn e.

Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li hemû gelên ji bo parastin û hebûna zimanê xwe têdikoşin, bi taybetî li gelê kurd pîroz be.