Sunday, December 5, 2021

Ziman nasname û sembol e

Bi boneya 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî ku roja derçûna hejmara yekemîn a kovara Hawarê ye, li ser rewşa zimanê kurdî, girîngiya Hawarê ji bo kurdan û rol û mîsyona wê ya netewesaziyê, me bi mamoste Ronayî Onen re ev hevpeyvîn kir.

Te li ser derketina kovara Hawarê û erka Hawarê ya di netewesaziya kurdan de tezek serkeftî nivîsand. Tu kovara Hawarê û bêjara (dîskurs) ku di Hawarê de serdest e çawa dinirxînî?

Di serî de cejna zimanê kurdî pîroz dikim û hêvî ye ku em qeyd û bendên li ber azadiya zimanê xwe bi destê xwe hilweşînin. Wekî hûn jî dizanin kovara Hawarê di 15’ê Gulana 1932’yan de, bi pêşengiya Celadet Bedirxan ve derçû. Celadet û hevrêyên xwe da zanîn ku ew ê zimanê kurdî bi pêş ve bixin lewre li gorî wan “ziman şertê bingehîn ê hebûna miletekî bû”. Dema mirov li kovarê hûr dibe mirov dibîne ku Hawar hewleke xurt a netewesaziyê ye. Anthony Smith amaje pê dike ku di hemî tevgerên neteweyî de rewşenbîr xwediyê roleke girîng in. Li gorî wî, rewşenbîr û pispor, bo avakirina hemhestiyê û sazkirina nasnameya neteweyî, tenê kevneşopî û ziman navejînin, lê di heman demê de ew dîrok û kevneşopiyan ji nû ve kifş dikin û wateyeke siyasî ya nû li van kifşan bar dikin. Rewşenbîrên kurd jî ji destpêka sedsala 20’emîn ve hewl dane ku kurdan li dor nasnameyeke hevpar bicivînin da ku kurd bi rêya vê nasnameyê li ser çarenûsa xwe xwedî got bin. Wekî tê zanîn sedsala 19’emîn sedsala berbelavbûna hizra netewetiyê ye. Di destpêka sedsala 20’emîn de vê hizrê di nav rewşenbîrên kurd de jî cih girtibû. Weşanên heyamê yên wekî Roj-î Kurd, Hetaw-î Kurd û Jîn nîşan didin ka rewşenbîrên demê çendî hewl dane ku gelê kurd li dora nasnameyeke hevpar a neteweyî bicivînin bi qewlê wan “wan ji xewa xefletê şiyar bikin”. Ji ber sedemên ku tên zanîn rewşenbîrên demê di geşepêdana hişmendiya neteweyî ya di nav kurdan de bi ser neketin. Hêviya ku ji serhildanan kirin jî pêk nehat. Têkçûna Serhildana Agiriyê ya di sala 1930’î de kir ku rewşenbîrên kurd stratejiya xwe ya têkoşînê veguherînin.

Lewma wan dest bi avakirina dîskûreke neteweperwer kir da ku li dora nasnameyeke neteweyî berxwedanekê pêk bînin. Celadet û hevrêyên xwe xwest ku bi qewîkirina hestiyarên kurdbûnê ya bi rêya zimanî û perwerdeya bi zimanê kurdî hişmendiyeke kurdewar di nav gel de ava bikin. Wan wisa bawer dikir ku li gel hin sedemên stratejîk û kêmderfetiyan, kêmasiya hişmendiya neteweyî ya di nav gel de yek ji sedemên têkçûna serhildanê bû. Wan bi vê motîvasyonê dest bi weşana Hawarê kir.

Neteweperwerî hesta ayîdiyeta civatekê ye ku endamên wê bi hin sembol, bawerî û awayên jiyanê ve tên nasîn an jî xwe didin nasîn. Nasnameya neteweyî ji aliyê pêşengên neteweperwer ve li ser hin hîman tê pênasekirin wekî ziman, dîrok, ax û ol. Ev hîm wekî xercên netewesaziyê girîng in. Di pênaseya nasnameya neteweyî de yek an jî çend ji van sembolan karîger dibin / tên karîgerkirin. Ji nav sembolên ku endamên neteweyê xwe bi wan pênase dikin a herî zêde girîngî tê dayîn ziman e.

Ev xalên hevpar ên dîskûra netewesaziya sedsalên 19 û 20’emîn di Hawarê de jî xalên bingehîn in. Hawar xwediyê nîvendeke berbiçav a neteweperwer e. Ew li ser girîngiya mîrata çandî ya kurdî disekine; li ser girîngiya perwerde û zimanî disekine û wan wek alavên xwe-naskirina hemî civaka kurd dihesibîne. Ji aliyekî ve sînorên axa kurdan destnîşan dike ji aliyê din ve bi şanazî amaje bi dîroka qedîm a kurdan dike. Di dîskûra Hawarê ya neteweper de hêmana herî zêde tê karîgerkirin jî wekî gelek mînakên din ên netewesaziya heyama navborî, ziman e.

Gava meriv vedigere li serdema Hawarê dinihêre meriv dibîne ku zimanê kurdî hem wekî amûrekî dekolonîzasyonê hem jî wekî armanceke dekolonîzasyonê hatiye tercîhkirin. Di vî warî de tu çi difikirî?

Di hewlên dij-kolonyal de ziman wekî qadeke berxwedanê ya civakî tê sazkirin. Yek ji taybetmendiyên bingehîn ên zordariya kolonyal, kontrola li ser zimanan e. Di dema kolonîzasyonê de, kolonîker bi piranî zimanê xwe derbasî gelê kolonîzekirî dikin an jî serdestiya zimanê xwe teşwîq dikin; heta zimanê wî gelî qedexe jî dikin. Di dawiyê de zimanê serdestan dibe navgîna terîfa têgihên wekî ‘heqîqet’, ‘rêz’ û ‘rastî’ ye. Bi bilindbûna dengê dij-kolonyal hikmê zimanê serdest tê redkirin. Wek bertekeke li hember bandora sîstematîk a zimanên kolonyal, rewşenbîr û çalakvanên dij-kolonyal vegereke giştî pêk tînin ji bo zimanên xwe yên neteweyî. Ji ber vê yekê ye ku di gelek tecrûbeyên dij-kolonyal de rewşenbîr tevgereke zimanî didin destpêkirin ku di nîvenda wê de redkirina bikaranîna zimanê kolonîkeran heye. Bi vê redkirinê re zimanê dayikê wekî zimanê neteweyî tê nîşandan. Rewşenbîrên dij-kolonyal vê carê heqîqetê ji nû ve ji binî ve û bi zimanê xwe dinivîsin. Mirov dikare di karên Celadet û rêhevalên wî de şopên vê pratîka dij-kolonyal bigerîne. Bi raya min, wan hewl dabû ku bi saya tevgereke zimanî qadeke berxwedanê ya dij-kolonyal ava bikin û bikaranîna zimanê dagirkeran red bikin. Di dîskûra netewesaziya kurdî de ziman wekî qadeke berxwedanê a dij-kolonyal tê destnîşankirin. Di dema îroyîn de jî xeteke neteweperwer heye ku bi vê yekê re ye. Helbet ev xet jî ji aliyê bîrdozî, paşxane, ray û raman û pêşniyarên bo siberoja kurdan de meylên cuda dihewîne.

Di heyamên netewesaziyê de, gelek neteweyên cîhanî ketin nav hewldanên afirandina kanoneke neteweyî. Dîrokeke nû dihat afirandin û rehên wê dîrokê jî têra xwe dihat kevnarkirin. Rola kovara Hawarê di babeta afirandina kanoneke neteweyî ya kurdî de çi bû?

Li gorî Hobsbawm, netewe ji rabirdûya xwe pêk tê; rabirdû neteweyekê li hemberî yên din meşrû dike û kesên ku rabirdûyê (ji nû ve) dinivîsin jî, rewşenbîrên neteweperwer in.

Rewşenbîrên kurd ên heyamê jî hay jê hebû ku divê ew ji bo gelê kurd rabirdûyekê pêşkeş bikin da ku kurd xwe wekî biryardarên çarenûseke hevpar bibînin, bi vê sedemê ji hejmarên ewil ên Hawarê û pê ve wan xwestiye dîroka kurdan ronî bikin. Wan dizanî ku di avakirina hişmendiya neteweyî de roleke dîroka nivîskî heye, lewma wan hewl daye ku bi rêya qalkirina kesayet, dewlet û mîrektiyên sereke yên kurdan, haya kurdan bi dîroka wan a “rewnaq” bixin. Nîşandana ‘kesayetên dîrokî’ û ‘serdemên zêrîn’ wekî xaleke girîng a meşrûtiya ‘netewebûnê’ tê dîtin. Celadet û hevrêyên xwe jî xwestiye bi rêya nivîsandina rabirdûyeke qedîm di nav kurdan de hevhestiyariyekê pêk bînin. Wekî mînak, Zerdeşt di rûpelên Hawarê de wekî serokê dînî yê qedîm tê nasandin, li gorî Kamiran Bedirxan baweriya Zerdeşt jî felsefeya dîrokî ya kurdan e. Kamiran Bedirxan behsa pirtûka pîroz Zend-Avestayê jî dike. Behsa hinek kesayetên wekî Selaheddîn Eyûbî, Ehmedê Xanî, Mîr Bedirxan hwd. jî tê kirin. Ev kes wekî mezinên kurdan tên wesifkirin. Di Hawarê de Dewleta Medan jî wekî bingeha çavkaniya kurdan tê binavkirin.

Di heman demê de dîrok ji bo gelên bindest dibe qada têkoşîna li hember desthilatdariyê jî. Di têkoşîna xwe ya li hemberî dagirkeriyê de berhemên nivîskarên neteweperwer xwedî îdîaya ji nûvestendina dîroka xwe ne. Celadet û hevrêyên xwe jî ji nû ve nivîsandina dîroka kurdan wekî peywireke bingehîn a têkoşîna li hember desthilatdaran pênase dikin.

Gelo pêdiviya me bi Roja Zimanê Kurdî heye an na? An jî meriv dikare rojên bi vî rengî wekî mîta aîdiyetê bi nav bike û çima 15’ê gulanê?

Ez ji dawiyê dest pê bikim. Çima 15’ê gulanê? Ji ber ku kovara Hawarê ku di mêjûya zimanê kurdî de wekî qonaxeke girîng tê qebûlkirin, cara ewil di vê rojê de der çûye. Heke dê roja zimanê kurdî hebe ji vê rojê watedartir roj tune ye li gorî min, ji ber ku kovara Hawarê xizmeteke mezin kiriye ji bo zimanê kurdî. Bingeha zimanê standart daniye û kurdî bi taybetî zaravayê kurmancî kiriye zimanê nivîskî. Hemî xebatên li dû Hawarê referansa xwe ji wê digirin, lewre ev çavkaniyeke wisa ye ku di çavên hema bêje temama kurdan de meşrû ye. Li dû wî ji aliyê gelek sazî û kesan ve xebat hatine kirin, ji bilî çendan tu xebat wekî ya Celadet bi awayekî giştî nehatiye pejirandin. Helbet çend sedemên vê yekê hene. Di serî de Celadet gelek tiştên bingehîn çareser kirine, zimanê kurdî bi taybetî zaravayê kurmancî bi awayekî serkeftî pênase kiriye, rêzikên wê tespît kirine, hevoksazî û peyvsaziya wê dane nasandin. Ya duyem, Celadet ne kesayetiyeke îroyîn e, kevnarebûna wî, wî meşrûtir dike. Ew êdî semboleke girîng a dîroka zimanê kurdî ye û ev yek heta radeyekê rê li ber digire ku xebatên wî bên gengeşekirin.

Mît, xatirat, nirx, kevneşopî û sembol taybetmendiyên sereke ne di avakirin û berdewamiya nasnameyên neteweyî de. Kristi Haav dibêje, referansên baş avakirî ji bo hebûna zimanî, mînak çêkirina mîtên der barê bavûkalên hevpar de ku bi heman zimanî diaxivin, wî zimanî li ber çavên axêverên wî dike zimanekî kevnar, resen û berdewam. Em dibînin ku ev yek ji bo kurdan jî wisa ye. Kesên wekî Celadet Bedirxan û Ehmedê Xanî bûne sembolên zimanê kurdî. Bi ya min ji bo gelên bindest ku hêj bi nasnameya xwe di qada navneteweyî de li ser çarenûsa xwe nebûne xwediyê gotinê ev sembol bo berdewamiya hesta aîdiyetê hewcedariyek e. Bîra kolektîf bihevrebûnê û yekitiyê pêkan dike, rê li ber berxwedanê vedike her wiha li ber têkoşînê jî. Ji aliyê din bibîranîn û qedirdayîna kedkarên vî zimanî jî gelekî girîng e, ji ber ku ev ziman hê jî di pozîsyona berxwedanê de ye.