spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ziman pêdiviyek jiyanî ye

Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER), li avahiya xwe bi boneya 5’ê Cotmehê Roja Mamosteyên Cîhanê panela bi navê “Zarok û ziman” li dar xist. Gelek malbat û kesên zimanhez beşdar bûn. Rêvebirên HDP, TUHAY-DER, ODD, Koma Xwendinê ya Amedê, Partiya Kominîst a Kurdistanê (KKP)  nivîskar, mamoste û Komeleyên Ziman amade bûn. Rêveberên MED-DER’ê li salonê pankarta “Parastina bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e” daliqandin. Moderatoriya panelê Hevseroka komeleyê Şîlan Elmas Kan kir. Pedagog Adar Jîyan, hiqûqnas Cemîle Turhalli, akademîsyen Resûl Geyîk  tev li panelê bûn. Panel bi axaftina Şîlanê destpê kir. Şîlanê diyar kir ku mafên zarokên kurd bi sedan sal e tê binpêkirin û got: “Me kampanyayek dabû destpêkirin,ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdehiyê. Em dizanin ku ziman ji gelek aliyan bandorê li ser zimanê heye dike. Yên ku manewîyet û sibêroja vê civakê ava dikin bêguman zarok in. Lê zarok ji mafên xwe yê bikaranîna ziman bêpar dimînin û bi tora bişaftinê re rûbirû dimînin. Bi taybetî jî li Tirkiyeyê  ji ber pirsgirêka demokrasî mafê axaftina bi ziman tê binpêkirin. Li Tirkiyê bi qirkirinê çand û ziman tune tê hesibandin. Ji ber ku em kurd li dijî êrîşên li dijî ziman bertekên tund nîşan nadin em nikarin pêşiya bişaftin û polîtikayên tên pêşxistin bigirin. Em dibêjin mafên zarokan ê zimanê tê binpêkirin ji ber vê me xwest li ser vê mijarê panelê li dar bixin.”

Bajarê Amedê bûye bajarê bi zimanê tirkî

Akademisyen Resûl Geyîk jî bal kişand ser kêm avaftina bi zimanê kurdî û ev wiha got: “Avaftina bi zimanê kurdî her diçe kêm dibe. Li bajar û navçeyên biçûk  gel zêdetir bi kurdî diaxive. Lê mixabin îro bajarê Amedê bûye bajarê bi zimanê tirkî. Ez nabêjim bajarê tirkan dibêjim bajarê zimanê tirkî. Ji bo ev rewş ji holê rabe hewceye zimanê perwedeyê bibe zimanê zikmakî. Pirsgirêka din jî ev e di navbera bilêvkirina peyvan de di nava herêman de cûdahî heye. Ji tirsa ku ew ê neyên fêmkirin bi zimanê xwe naaxivin. Lê bila netirsin û biaxivin. Ji bo wê bar dikeve ser milê sazî û komeleyên me jî. Îro zarokeke 3-4 salî naçe Ahmedî Xanî an jî klasîkeke din naxwîne.”

Geyîk li ser ne axaftina zimanê zikmakî rawestiya û wiha axivî: “Dema ku zimanê zikmakî nebe, vê gavê zimanê perwerdehiyê, bi zanîna zimanê din pêşve diçe. Dawiya dawîn zimanê zikmakî tê ji bîr kirin. Bi zarokan re hişmendiya ji bilî zimanê zikmakî pêş dikeve. Xwe bi zimanê din pênase dike. Vê gavê zarok bi hişmendiya zimanên serdest mezin dibin. Zarok piranî wextên xwe li dibistanan derbas dikin ji ber vê jî divê mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî bê dayîn.”

Ziman kolektifa neolÎtîk e

Parezêr Cemîle Turhalli jî diyar kir ku ziman tenê qisekirin nîne û wiha axivî: “Ziman çand, dîrok û hişmendiya kollektîfa neolotik e. Ziman bi nasnameya xwe civakê saz dike. Li ser erdnîgariya ku em dijîn êrîş û perçebûnek heye. Lewre wê parçebûnê li ser zimanê kurdî jî bandor kiriye. Ziman ji bo neteweyekê gelek girîng e. Ji bo hişmendiya mirovan ziman gelek girîng e. Em her dem dibêjin ziman nasnameya me ye. Mirov bi nasnameya xwe tê naskirin. Netew bi zimanekê xwe tên naskirin. Lewra em girîngiya ziman baş dizanin.”

Tirkiye peyman îmze kiriye lê binpê dike

Cemîle Turhali da zanîn ku ji bo mafê ziman komîsyon û peymanên navneteweyî hene û got: “Di nav peymanên navneteweyî de mafê ziman xal bi xal hatiye binavkirin. Li bin vê peymanê îmzeya Tirkiye jî heye.  Lê belê Tirkiyê mafê zimanê zikmakî binpê dike. UNESCO ji bo ku ji hemû zimanan re girîngî û rêzdarî bê nîşandan û pêşiya tunekirina zimanan bê girtin 21’ê Sibatê  wek Roja Zimanê Zikmakî ya Cihanê îlan kir. Lê belê ew peyman Tirkiyê îmze nekir.”

Ku em ziman nedin jîyîn dê tune bibe

Cemîle axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heta ku em zimanê xwe nedin jiyîn wê ziman jî mehkûmê tunebûnê be. Ji bo jiyandina ziman perwerde mafê bingehîn e. Lewra em ji bo mafê perwerdehîya ziman bi israr in. Divê qanûn li ser vê mijarê bên derxistin. Tirkiyê hewceye ku peymanên navneteweyî yên di hêla ziman de bibîne.”

Ziman pêdiviya jiyanî ye

Pedegog û nivîskar Adar Jiyan jî diyar kir dema zarok di malzaroka dayika xwe de ne fer dibin û wiha axivî: “ Jiyan û ziman ne maf in tiştên jênegerin û ji aliyê tu kesê ve nayên dayîn. Ji destpêkê heya mirinê  însan hertiştî di hişê xwe de kom dike û dama hişê însan dimire êdî ew zanîn jî ji holê radibe. Îro zarokeke zimanê xwe baş fêr bûbe dê wê zanîna xwe bigîhîne heya neviyên xwe jî. Ji ber wê mirov nikare bibêje destpêk dayik bixwe ye. Ku zarokeke zimanê xwe baş fêrbûbe di wir de ev derdikeve holê dapîra wî-ê zarokê zimanê xwe baş fêrbûye. Ji bo vê sê tiştên bingehîn hene. Yek şîrê dayikê ye. Ya duyemîn hezkirina dayikê ye. Ya sêyemîn jî zimanê dayikê ye. Dema zarokek ji van yekan bêpar bimîne nikare amar bijî. Ji ber wê  qedexekirina ziman asîmîlasyona herî xirab e.”

Ziman kesayetiyê jî ava dike

Jîyan, bibîr xist ku ziman ne tenê mefek e, ziman pêdiviyek jiyanî ye û wiha bi dawî kir: “Çawa ku bê xwarin, bê hilm jiyan nabe bê ziman jî jiyan ne pêkan e. Loma mafê ziman jî ji wan pêkeran cuda nîne.  Ji hêla pedagogan de jî ziman wek dayikek e. Ji ber ku dayik perçeyek ji xwezayê ye û jê qût nabe. Ziman jî divê di xwezayê xwe de bimîne. Em ji bo zarok û ziman dikarin şibandinek wek çêkirina avahiyek bidin. Heke bingeha avahiyê tune be, ew avahî mehkûmê ku hilweşe. Ziman kesayetê jî ava dike. Li ser derûniya zarokan bandora ziman rasterast heye. Zarokek ku zimanê xwe nekaribe fêr bibe helwestên wekî tundî nîşan dide. Ji ber ku zarokên  mafê wan ê ziman tê binpêkirin di hundirê wan de  qelsiyek çêbibe. Ew jî xwe di pêşerojê de bi şêwazên cuda nîşan dide. Di hêla derûniyê de zimanê dayikê bi qasê şîrê dayîkê girîng e.”