20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ziman rukn û binyad e

Zimanek ger ne zimanê danûstandin, ragihandin û yê bazar û perwerdeyê be nikare bi awayekî pergalî berê xwe fireh bike û berhemdar bibe. Li hember vê divê hişmendî û feraseta bikaranîna zimanî di nav gel de belav bibe. Hewldan bêne dayîn ku zimanê perwerdeyê bibe zimanê kurdî

Dema ku behsa helbesta kurdî ya nûjen dibe, Berken Bereh wek yek ji stêrkên geş ên esmanê helbesta nûjen a kurdî derdikeve pêş. Helbestvan salên dûvdirêj wekî evîndarekî zimanê kurdî, wî û helbestan di şîn û şahiyan de, di tengasî û firehiyan de hevaltiyeke rasteqîn bi hev re kirine.  Me xwest em vê hevpeyvînê bi Berken Bereh re bikin û bi xwendevanên rojnameya xwe re par ve bikin. Fermo em bi hevre li helbestvanê xwe  guhdarî bikin.

Rêzdar Berken Bereh, helbestkarê me yê hêja girîngiya helbestê û rola wê di alî pêşxistin û zindîkirina zimên de çi ye?

Ger em helbestê wek avahiyeke xweşik û balkêş bihesibînin, ziman rukn û binyada vê avahiyê ye. Çawa ku avahiyeke bê bingeh dê pêk neyê û ne saxlem be, helbest jî bê zimên nikare bê nivîsîn.Vêca her helbestek bi saya zimên û li ser erdê zimên bilind dibe. Lê zimanê helbestê cuda ye ne, ew zimanê em pê diaxifin û bi hinekên din re têkiliyê datînin e. Ew zimanek kubartir, bi hêztir û kûrtir e. Lew di zimanê helbestê de gramer, hevoksazî û heta peyv jî ne wek ya zimanê rojane ye. Peyv ne tenê li gor wateya xwe ya ferhengî tê bikaranîn. Heta ew bi serê xwe nikare helbestê binimîne. Ji bo helbestê pêdivî bi hemû peyvan heye. Gelek caran peyv bi hev re dikevin têkiliyê û bi saya vê têkiliyê dibine xwedî wateyine cuda û dewlemendtir. Zimanê helbesta azad û ya klasîk bi vê taybetiyê ji hev tê cudakirin. Di helbesta klasîk de peyv li gor wateya xwe ya ferhengî bi peyveke din re dikeve têkiliyê û bi wê re tiştekê dinimîne. Lê tiştekê li hev zêde nakin, peyv her wek wateya xwe dimînin. Lê di helbesta modern de peyv bi saya danûstandina bi peyvên din û bi saya hêma (îmaja) bi kar anî reng, durûv û wateyeke din jî digire. Ango ziman û peyv di destê helbestvanî/ê de wek boyaxa wênesaz û heriya peykertraş e. Lê peykertraş û wênesaz nikarin wateyek din bidine herî û rengan. Helbestvan bi peyvan wê avahiyek wisa lê bike ku bi aheng, bi pergala xwe ya hundurîn û ya derve, bi sazkirina têkiliya di nav bera peyvan de wê rêya herî kin û bi hêz ya ku xwe bigihîne hiş, mêjî û ruhê xwendavên bibîne. Aha ev ziman zimanekî cuda ye û zimanê heyî jî li gor xwe bi hêz dike.

We ji bilî kurdî bi zimanekî din helbest nivîsiye an na û çima?

Beriya derçûna kovara Tîrêjê(1979) yanî beriya salên heştêyî min bi tirkî hin helbest nivîsandibûn. Lê bi derçûna Tîrêjê re min biryar da ku tenê bi kurmancî binivîsim.

Gelek kes, çîrok, roman û helbestên xwe bi zimanê tirkî, erebî, farisî an jî zimanekî din dinvîsin, tevî ku ew nivîskar bi eslê xwe kurd in, gelo ew berhem dibin malê pirtûkxaneya kurdan, ji bo wê yekê hûn çi difikirin? 

Li jor bi berfirehî min behsa têkiliya helbest û zimanî kir ku ji wê jî xuyaye bo têkiliyeke dirist a civakî, parastin û ragihandina nirx û pîroziyên netewî, ji nifşek bo nifşek din, ziman û wêje hêmanên sereke ne. Bê wê pergala danûstandin û şiyana xweragirtina li hember pest û pêkutiyên bişaftinê ne gengaz e. Vêca neteweyek encax bi berhemên bi zimanê xwe hatî afirandin dikare hiş û bîreweriya takekesî û ya civakî zindî bike, bihêle zindî bimîne. Dema tu bi van krîteran berê xwe bidî wêjeyê, ne gengaz e ku em berhemên bi zimanekî din hatî nivîsandin bikine malê wêjeya xwe. Kerseya wêjeyê ziman e û ya nasnameya wêjeyekê diyar dike jî ziman e. Lew berhemeke wêjeyî malê ew zimanê pê hatî afirandinê ye. Ji lew re warê nivîskar lê dijî û etnîsîteya wî nabe hêmanek bo berhema wî. Di gel ku behsa xem û kul û êşa civata lê dijî bike jî.

Wekî hûn dizanin û li gorî nexşeya zimanan, 15 zimanên ku li Tirkiyê têne axaftin bi tunebûnê re rû bi rû ne, gelek jî wenda bûne. Zimanên wekî urgupî, mlahso û îbihî ji van zimanan in. Li Suriyeyê zimanê aramî, zimanê fenîkiyan ên ku cara yekemîn alfabe bi kar aniye di nav zimanên ku wenda bûne de ne. Li Suriye, Tirkiye û Iraqê di nav zimanên ku metirsiya windabûnê li ser wan heye asûrî, suryanî û keldanî jî hene. Zimanê kurdî bi taybetî jî li bakurê Kurdistanê wekî hûn dizanin her ku diçe kêm tê bikaranîn û ji bo ku pêşî li metirsiya windabûna zimanê kurdî were girtin divê kurd çi bikin? Di vî warî de plan û projeyên nivîskar û rewşenbîrên kurd çi ne?

Ez bi xwe ne hewqasî reşbîn im. Neteweya kurd îro roj gelek çalak û li ser xwe ye. Roj bi roj berhemên wêjeyî û hejmara nivîskaran zêde dibe. Gelek berhem gihane çapên 3 û 4’an. Baldarî û hişmendiyek heye. Helbet ev bi tena serê xwe nikare bibe enerjiyek bo ziman bikare barê netewebûyînê ragire. Ji tecrubeya gelek neteweyan dîyar e ev bar barê rêxistinên siyasî, komele sazî û dezgehên bi berpirsiyariya hizra neteweyî radibin û rûdinin e.Yanî yên ku xwedî hêz û erkeke civakî ne dikarin bi plansaziyekê rê li ber astengiyan bigirin. Nivîskar wek takekes ji afirandina xwe berpirsiyar e. Hewl û armanca wî/ê ew e ku berhemên serkeftî û xwedî pîvanên wêjeyî diyarî civata xwe bike.

Hûn wekî xemxurekî zimanê kurdî ku salên dirêj bi karên ziman û bi taybetî jî di warê helbestê de xwedî berhemên hêja ne, rewşa heyî ya zimanê kurdî çawa dinirxînin? Li gorî we astengî û pêkanînên li dijî zimanê kurdî çi ne û mirov çawa dikare wan pûç bike?

Di gel ku roj bi roj xwîner û nivîsandina kurdî di nav gel de bi pêş dikeve jî, ji ber nebûna perwerdeya zimanê kurdî li dibistanan rewş ne li gor dilê min e. Zimanek ger ne zimanê, danûstandin, ragihandin ê bazar û perwerdeyê be nikare bi awayek pergalî berê xwe fireh bike û berhemdar bibe. Astengiya herî mezin ev e. Li hember vê divê hişmendî û feraseta bikaranîna zimanî di nav gel de belav bibe. Hewldan bêne dayîn ku zimanê perwerdeyê bibe zimanê kurdî.

Çi pêşniyarên we ji bo siyasetmedarên kurd û partiyên kurdistanî hene û ew dikarin di vî warî de çi bikin?

Çi gotinek min nîn e. Ger ji kerema xwe re ev derdor hema saetekê biçine serdana rojname û kovarên kurdî dê rastî bi sedan pêşniyar û lave û daxwazan bên. Bi min helwest û sekna wan rolmodêla herî xerab an a herî baş e. Divê siyasetmedar hay ji vê kartêkeriya xwe hebe.

Di dema dawî de bi tevlêbûna 10 partiyên kurd platforma zimanê kurdî ava bû. Çi pêşniyarên we ji bo vê platformê hene?

Li ser xêrê be, hatinabahev, hevkariya bo zimanî bi serê xwe hêjayî pesindanê ye, hêvî dikim ku bi bername û çalakiyên bên lidarxistin bikin ku nivîskar di çûn û hatina wan çalakiyan de biwestin û gazindan bikin. Bi ya min ev hevpeyvîn gere bi wan re bihata kirin.

Li bakurê Kurdistanê ji aliyekî ve tabelayên kurdî tên rakirin û li aliyê din televîzyona fermî ya dewletê bêyî fermiyeta zimanê kurdî weşanê dike. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?

Helbet ev sekn û helwest neheqiyeke li hember zimanê kurdî. Hemû welatên serdest dibêje ne bi destê min be ez destûrê nadim tu bernameyên civakî. Ji xwe feraseta wan ev e, şiarek wan heye “hewceyiya me bi çi hebe wê jî em ê bînin”. Kesê/a xwedî vê hişmendiyê dê nexwaze kurdî bibe xwedî hêz û şiyan û reng û durûvê civatê saz bike.Yanî pergalên bişaftîner ne tenê bo ziman lê di her qada jiyanê de tişta ji xwe re xeter bibînin rê nadin wê û dîwaran li berê ava dikin.

Berê me digot zimanê dayikê lê mixabin dema niha em li kolanên bajarê kurdan ên bakurê Kurdistanê dinihêrin, êdî zimanê dayikê jî nemaye. Ew maye zimanê kal û pîran… Gelo banga we ji bo gelê me yê bakurê Kurdistanê û bi taybetî dayikan çi ye?

Dayik stûna mal û neteweyê ye. Bi saya serê wan çand û kultura neteweyekê tê parastin û dewrî nifşên nû dibe. Lew dibistana ewil mal e ku zarok li wir fêrî ziman, çand, kultura xwe dibe û şexsiyeta wî durûv û teşe digire. Bo vê divê ew ji her kesî di axaftina kurdî de bi israr û rik û inyad bin.

Rojnameya Xwebûnê nû dest bi weşana heftane kir û ji bo xwendevanên rojnameyê peyamên we hebin, dikarin bidin. Her wiha ger hebe, gotina we ya dawî dikarin bibêjin?

Ez ji Xwebûnê re temenek dirêj dixwazim û banga min ew e ku xwendevan ne tenê bixwînin belavkirin û xemilandina rûpelan jî ji xwe re wek erkekê bibînin.

Ji bo hevpevyînê em spas dikin.

BERKEN BEREH kî ye?

Berken Bereh di sala 1954’an de li Şirnexê ji dayik bûye. Destpêkê helbestên xwe di sala 1979’an de di kovara Tîrêjê de weşandin. Nivîskar û helbestvan Berken Bereh berhemên xwe di kovar û rojnameyên wekî Nûbûn, Nûdem, Jiyana Rewşen, Nûbihar û hin kovarên din de weşandin. Heta niha gelek helbestên wî hatine wergerandin bo zimanên tirkî, erebî, farisî û firansî.  Pirtûkên wî yên helbestan Êş, Şîna Helbestê, Dilê min balgeh e û Pandomîn çendek in ji berhemên helbestvan ên ku heta niha hatine çapkirin.