Rojnameya Heftane

Bi pirtûka xwe civakê rakir ser pêyan

“Dilê min ji ber xemgîniya hovîtî û neheqiyên ku gelê min ji koleyan re reva dibîne, parçe dibe. Hin şevan dema li gel te radizam dayikên kole ku zarokên wan ji destê wan tê girtin difikirim…

Bîlançoya zilma li ser kurdan

Li Tirkiyeyê êrîşên ku ji hêla dewlet û nijadperestan ve li kurdan tên kirin, didomin. Hefteya borî ev êrîş derketin asteke bilind ku dilê kurdan dag kirin û qet nayên qebûlkirin. Di êrîşan…

Ziman şîrhelal e!

Mem Avba

Berhemeke giranbiha li cîhana ramyarî û lêkolîneriya kurdî zêde bû. Berhema Nûman Amed a bi navê “Etîmolojiya Azadiyê (Gotina Azad)” di vî warî de xwedî angaşteke mezin e. Amed, bi vê berhema xwe ya hêja ku xwe dispêre ponijîn û lêkolîneke kûr, wekî dozgerekî ziman, çand, kevneşopî, dîrok, bawerî, têgîn û navgînan darazekê li meydana ramanê cîhanê datîne û didarizîne!.. Di vê berhemê de gelek zanebûn, ezber, têgihiştin û nêrînên me, bi tespîtên zanyarî û ramyarî serobino dike û berê me dide rasteqîniya wan, ango ‘xwezaya’ wan. Lewre me jî xwest li ser vê berhema giranbiha hevpeyvînekê bi rêzdar Nûman Amed re bikin…

Rêzdar Nûman Amed, li herêmê qeyran û aloziyeke mezin heye. Şer, mirin, hilweşîn, xizanî, wêranî, nexweşî-pandemî… weke bangerekî di ser civakên herêmê re diçe. Di nav vê gelemşeyê de, dema mirov pirtûka te ‘Etîmolojiya Azadiyê (Gotina Azad)’ dixwîne, mirov ferq dike ku şert û merc çi dibin bila bibin, rehê zanyariya Rojhilata Navîn nayê qurmiçandin, her didome, diherike ev robar… Em dixwazin wiha dest bi hevpeyvîna xwe bikin:

Çima ‘Etîmolojiya Azadiyê?’ Ango çima ne şer û alozî; çima ne helbest, an roman, çîrok, destan, bîranîn hwd. lê Etîmolojiya azadiyê?

Di serî de mirov dikare bêje ku zimanê kurdî xwedî efsûneke kûr e û ji hêla dîrokê ve gelekî bargiran e. Zimanê kurdî, kurd e û çarenûsa wan ji nêz ve bi hev ve girêdayî ye. Kurd û pirsgirêka kurdî çiqas nepen e guman jê nîne ku zimanê kurdî jî wisa ye. Her çiqas roman, çîrok û destan ziman bidin hezkirin jî bi qasî etîmolojiyê ne bihêz in û nexasim ev ji bo zimanê kurdî wisa ye. Etîmolojiya Azadiyê ji awayekî teng wêdetir li ser rexneya dara ziman a hind-ewropî xwe bi cih dike. Atlantîsa zimên bi hemû nîşaneyan zimanê kurdî nîşan dide û teoriya hind-ewropî ji binî ve şaş e. Angaştên teoriya hind-ewropî ji Hîtîtan wir ve naçin û teoriyek li ser sêgoşeya Grek, Latîn û Cermen hatiye lêkirin. Bêguman mijara Hîtît manîdar e. Di pêvajoya Hîtîtê de Grek derdikevin pêşiya me û mîna remza Hîtîtan heloyê duserî, hevsengiyek hind-ewropî tê avakirin. Zanista zimên neçar e bersivek ji vê re bibîne û îşaretên genetîk têra xwe vê rastiyê berbiçav dikin. Civakek bi şêwaza hind-ewropî ne gengaz e hebe û ne zanistî ye. Ji Avestayê despêkirina ontolojiya kurdî kêm û şaş e. Wê ev lêkolîn nehêle peraseya kurdî bi awayekî baş bê fêmkirin. Di navbera Avesta û ontolojiya kurdewariyê de qonaxên gelek dirêj hene. Ji ber nivîsarên sumerî divê referans Sumer be. Bi qasî têgeha kûr, kûr-tî, ti têgeh rastiya civaka kurd xweş pênase nake. Ger li ser vê têgehê lêkolîn bê kûrkirin du têgehên balkêş derdikevin pêşiya me. Yek, wezna hind-ewropî; du jî toriya nostratîk ku ji aliyê zimanzanên rûs ve hatibû bipêşxistin.

Mirov di lêkolînên te de dibîne ku tu bi ziravî û zîzbûna arkeologekî ketî pey şop û jêdera peyv û têgînên bi eslê xwe yên vê axê ne; ango ji sîngê Kurdistanê şîr mêjane. Ev niha bibin malê tevahiya mirovahiyê jî çima nasnameya wan ya rastîn ewqas girîng e?

Taybetmendiyên civaka me perwerbûn û parvekerin e. Rewşa civaka me ne ji lewazbûna wê tê, berevajî wê ji xurtbûna wê tê. Azadbûn û xwebûn ji vê çandê tên. Azadî û xwebûnên sexte napejirîne û çavên ku rast dibînin ji vê çandê ne. Ji destpêka mirovbûnê heta niha mezin û dûr-kûr dibîne. Hegemonên derdorê li gel vê çandê, ew derewker û dizek in jî. Sembolên dîtinê bi awayekî sembolî çav ketine nav gelek sembolên teolojîk ango mîtolojîk. Sembola kurdan di ser çav re derbasî rojê dibe û bi per e. Azad e û rast dibîne. Xwejibîrkirin bi şêwaza pozîtîf lê tê ferzkirin û azadiya sexte lê tê mijandin. Azadî û azadî, xwebûn û xwebûn bi awayekî dijber li ser sifreyê hatine danîn. Ji ber vê jî kurd û civaka kurd ketine nav azmûnek gelekî dijwar. An wê cîhanê rizgar û azad bikin, an jî wê azadiyek teng bipejirînin. Ji ber vê me bi peyvan dest bi lêkolînê kir. Etîmolojiya Azadiyê nasnameya zimanê kurdî ye; xwebûn e, beden e û firdan e. Mîna du peyvên duçeng “st” û “xw” mirovahiyê hildigire û difirîne. Ev duçeng baskên hemû zimanan in. Li gorî ji lêkolînên dawiyê em fêr dibin, di ser Sumeran re jî heta dawiyê bandor li zimanên semîtîk kiriye. Ji asoyên Zagrosan teyrê me difire û her çiqas weke Tawis piçek westiya be jî têra xwe geriyaye…

Dema tu van tespît û analîzan dikî, rexneyeke zirav û kûr a bîrdozî jî li modernîteya navendî dikî. Baş e mirov dikare vê weke têkoşîna bîrdozî û ramyarî ya di navbera her du modernîteyan de, yanî ‘modernîteya demokratîk’ û ‘modernîteya kapîtalîst’ de binirxîne?

Rast e. Dilê min wisa bi xwezî ye. Dûrdan û zêçên ji zimanê kurdî peyda bûbûn zimanê hind-ewropî kirin zimanê modernîteya kapîtalîst. Xweziya min jî ev e ku zimanê kurdî tov e û weke şaxek zimanê hind-ewropî nikare bê pênasekirin. Zimanê KURDÎ zimanê modernîteya demokratîk e. Hegemon ango nêçîrvanê bîjî (pîç) ku Sargon yek ji wan e, peyayê modernîteya navendî ye.

Bi zimanê me kurdan dijûneke gelekî xweş heye. Ev segbaz bi gotinek îdeolojîk û kûr hatiye tewanbarkirin. Kurê nêçîrvan bi qasî bê lanetkirin, ji aliyê xwedawendan ve li bajarê Agadê tê lanetkirin. Sargon bi rastî jî bîjî ye. Pevçûna destpêkê ya di navbera du civak û çandan de pêk hatiye, peçvûna bingehîn e. Balkêş e, peyva ‘mod’ ji ‘motika’ mirîşkê tê. Ji bo mirîşkan li cihekî kom bikin û hêkên wan bigirin, motik tê danîn. Koka peyva modernîteyê mod-mot e. Enkîdû bi rêya jinekê girê didin. Yanî jin li vir motik e. Em motikê dizanin lê mot çi ye, me ji bîr kiriye. Ji bo wê jî kiryarên modernîteya dijber û peyvên hatine honandin divê em baş lêkolîn bikin.

Baş e te behsa windakirina rastiya xwezaya civakî kiriye, ev xwezaya hatî windakirin dê piştî ewqas berevajîkirin, çewtkirin û reşkirinan careke dîtir bikare li ‘XWE’ vegere?

Bingeha hemû peyvên zanistê bisteh e. Jixwe bi yewnanî peyva zanist “epistími” ye û koka wê ji ‘bisteh’ê tê.  Knowledge→ ji proto-hind-ewropî ǵenh₃- / ǵenə- / ǵnō-, têkildarî zan- ya avestayî, pehlewî dan-, farisî dan-, zazakî zanayen, sanskrîtî jānāmi, rusî знать (znat), almanî kann, swêdî kan (dikare) û känna (nasîn), îngilîzî can (bixwîne: ken, “karîn”) û know (bixwîne: nw “zanîn” ji îngilîziya kevn cunnan, bixwîne: kunnan. Ev nîşaneyên etîmolojîk der barê xwezaya civakî de jî gelek tiştan dibêjin.

Ji xwezaya civakî derbasbûna xwezaya xwezayî, wê me baştir ber bi rastiyan ve hilkişîne. Ziman derewan nake. Xwe-za, di ser xwebûna mirov re wateyê digire û koka xelk jî ji “xw”yê tê. Têkiliya zanebûn û zayînê jî dema mirov lê zêde dike, hemû angaştên li xwezayê hatine barkirin çavkaniya xwe ji mirov digire. Li gorî xwezaya civakî derdor pîvan û gihandina zanebûna wê rastir be. Sosyolojî û dîrok ango felsefe li ser kîjan xwezayê hatine lêkirin? Ev gelekî girîng e.

Xebata te bi dilrehetî pala xwe dide raman û paradîgmaya birêz Ocalan û li gorî min te ji xaleke esasî ya gelek zirav mijar girtiye dest; ango ji derbirîna ‘Xwezaya Civakî’ pênase kiriye. Çima li şûna têgîna ‘zanist’ê te pênaseyeke mîna ‘xwezaya civakî’ hilbijartiye?

Em wisa bawer in. Ji bona me kurdan ji bilî vê jiyan ne gengaz e. Em xweza ne û xweza xira dibe ango xira dikin. Xwezaya herî nazik û şîrîn dayik e û ji bo vê min qala şîrhelaliyê kir. Xwezaya dayikê û xwezaya Kurdistanê yek tişt in û çiqas xwezaya me xira dibe destpêkê dayik diêşê. Şoreşger, nivîskar û gelek karmendên din ger şîrhelal bin, derfetên ronesansek pir xurt li pêşiya me ye.

Di berhemê de we beşeke mezin ji ziman, bêje û biwêjan re veqetandiye. Di pênasekirin û ravekirina ‘xwezaya civakî’ de çima ziman ewqas girîng e?

Aha diyar e ez herî zêde li benda vê pirsê bûm. Min di bersivên din de jî bal kişand ser vê xalê lê em niha kûrtir bikin. Civaka herî kevin xwedî xwezayek herî resen e. Civak jî bîjî dibin. Civakên li beriya jêr hatin jahrkirin, di heman demê de zimanên xwe jî afirandin. Hêza afirandinê di her du xwezayan de jî dayik û berjenga dayikê xweza, li beriya jêr tê berevajîkirin.

Balkêş e ev zimanê me çiqas xwedî wateyên xurt e. Peyva berrî jî wisa ye: Ji peyvek kurdiya kevn bi wateya “hişk” yan “req” ku serkaniya peyva “ber” (kevir) e jî. Dilkevir ango di afirandinê de req û bêberhemî ji vê peyvê xweştir ti carî nayê pênasekirin. Enkiyê dilkevir hemû hêza afirandinê dike malê xwe; avis dibe û dizê. Ev gelekî balkêş û dûrî heqîqetê ye. Lê mixabin bi mîtolojiyek derew mirov bi vê dan bawerkirin. Kolektîfa wateyên xwezayî yên peyvên kurdî di Sumeran de berevajî dibin. Ocalan di vê xalê de balê dikişîne ser xwedayê sûmerî Enkî. En-kî di wateya erd û ezman de yek xweda ye û zilam e. Desthilatdariya li ser erd û ezman bi şêweyek desthilatdariya îdeolojîk çêdibe. Di dînên semawî de xweda bav e. Di etîmolojiya kurdî de bav ji bayê tê û ev bi şêwaza xwedayê bayê derbasî nav hemû mîtolojiyan bûye. Ba, baran, av û avik bi tevgerên xwezayî yên demsalî ku bandorek mezin li ser axê dikin peyda bûne. Ax bi baranê û baran jî bi bayê  ku li ser axê dibare avis dibe. Ba, baran, bav, av, avik û avis ji yek qurma peyvê tên û bi temamî xwezayî ne. Ev rastî û pîrozahî di Sumeran de berevajî dibin û di rastiya Enkî de xwediyê afirandina jêr û jor dibe zilam û hêza zayînê dikeve destê zilam. Ger bê bîra me Zeûs di her derê xwe de dizê û di her derê xwe de avis dibe. ‘St’ ya civaka xwezayî  dibe sterlîn û dola wê jî dibe dolar. Peyva ‘dolar’ ji ‘tal’ a almanî tê û kok kurdî ye. Hevreha soranî دۆڵ (doł), feylî dûł, farisî دره (derê), jiari, belkî ji proto-hind-ewropî dʰol-, dʰel- ku her wiha serekaniya heman peyvê ya bi gelek zimanên slavî (bulgarî / rûsî / sirbî / ukraynî: Долина /dolîna/ û çekî / polonî / slovakî dolîna) û her wiha gelek zimanên cermenî ye jî (îngilîzî: dale, danmarkî / norwecî / swêdî dal, almanî tal).

Mirov dikare bêje ku di pêkhatina hişmendî, hest û giyanî de ziman xwedî ristekê ye, yan jî encam û berhema van pêvajoyên pêkhatinê ye?

Bêguman wisa ye. Li gorî  ziman genetîk e. Yanî tişta derfeta hizirandinê dide ziman bixwe ye. Ger gena zimên hebe ev teqez bi hizirandinê ve têkildar e. Ger genên mirov bi proteînê xwedî dibin û dijîn ev jî teqez bi axê re têkildar e. Hemû elementên di gen û xwîna mirov de hene di axê de jî hene. Ji ber wê jî mirov hinekî lîloz, nêrgiz, soryas û genim e û dîsa hinekî jî ba û ava welatê xwe ye. Ziman ji çêbûna xwe ekolojîk û evîndar e. Gelekî balkêş e ku ziman bi qasî jinê mirovan evîndar dike ango nêzî dayikê dike. Çima? Ji ber ziman cihê jê hatiye nas dike. Ziman şîrhelal e.