Rojnameya Heftane

Ziman û civak

Heke yek dixwaze civakekê nas bike, divê berê xwe bide çanda wê civakê, bi taybetî jî çanda gelêrî. Bo nimûne gotinên pêşîyan di vî warî da gencîneyeka bêhempa pêşkêşî mirovî dikin. Helbet dema mirov dixwaze civakekê nas bike, mirov bi tenê berê xwe nade alîyên erênî, belkî bi qasî wê mirov divê bala xwe bide alîyên neyînî jî.

Vê hefteyê me divê bi çend gotinên pêşîyan bala xwe bidin civaka kurd. Her gotinek bi salan di nav dil û mêjîyê civakê da hatiye palaftin û dawerivîye û gihaştina roja me ya îroyîn. Lewma jî ew gotin di nava xwe da peyamên pir xurt dihewînin. Bo nimûne, gotina ku dibêje, “Ava di golê da bimîne, dê genî bibe.” bi awayekî pir xweş balê dikêşe ser pêwîstîya kar û xebatê, liv û bizava di nava jiyanê da. Civaka ku tê da liv û tevger, kar û xebat tune be, dirize, ji hev dikeve.

Carinan bi tenê mirovek dikare navê civakê xera bike, li ser vê yekê jî pêşîyên me gotiye, “Çêlekek rîxo garanekê dilewitîne”, li gorî mantiqê pergala takeperest, her kes ji xwe û kirinên xwe berpirsyar e, lê rastî ne wisa ye, mixabin kirin û gotinên xizmên mirov, der û cîranên mirov jî bandorê li jîyana mirov dikin. Li hemberî vê yekê jî gotinek heye ku balê dikêşe ser wê yekê ku kesên bedkar, dilreş nikarin hemû civakê xera bikin. Lewma jî wan gotiye, “Behr bi devê se nalewite.”

Pêşîyên kurdan ji mêj ve girîngîya “hiş û aqil” fehm kiriye û lewma jî wan gotiye “Aqilê sivik barê giran” her wiha ew gihaştine wê bîr û bawerîyê ku hiş û aqil pir girîng e, lê wisa bi hêsanî jî bi dest nakeve, lewma wan gotiye, “Aqil taceka zêrîn e, li serê her kesî nîn e.” Ji ber vê yekê di civaka kurdan da kesên herî xeternak ev in ê ku bi nezanîya xwe nizanin, lewma jî  ji kesên wiha ra dibêjin, “Nizane ku nizane”.

Bi tecrûbeya salan pêşîyên me gihaştine wê bîr û bawerîya ku divê mirov bi keda xwe hin tiştan bi dest bixe. Lewma jî wan gotiye, “Tiştê ku destê mirov ji mirovî ra dikin, bav û birayê mirov nakin.” Dîsa bi heman bawerîyê wan gotiye, “Çavê li derîyan xwelî li serîyan” an jî “Siwarê hespê xelkê tim peya ye”.  Gotineka din a ku bi heman mebestê hatiye gotin jî ev e: “Heta kefa destan reş nebe,  tehma devê mirov xweş nabe”.

Encameke ku ji tecrûbeya bi hezaran salan derketiye jî ew e ku qencî qencîyê, xerabî xerabîyê bi xwe ra tîne. Lewma jî pêşîyên me gotiye, “Çê kiro bi xwe kiro, xerab kiro bi xwe kiro.” Gotineka din a ku bi heman mebestê hatiye gotin jî wiha ye:  “Mişkê kor çi qas axê bikole bi serê xwe da dike”. Bi kurtasî “Tu çi biçînî, tu yê wê biçinî.”

Pêşîyên kurdan bi domana demê ra gihaştine wê bawerîyê ku divê mirov kar bispêre ehlê kar, lewma jî wan gotiye, “Nan bide nanpêjan bila nanek zêde bin”.   Her wiha ramaneke nêzî vê jî ew e ku kesên ku bi tiştekî nizanin, qîmeta wî tiştî dizanin, lewma jî wan gotiye, “Qedrê gulê çi zane, kerbeş dixwe kerê reş” an jî “Dur bide durnasan”.

Ji bilî van gotinn hinekên din jî hene ku bi çavekî din li meseleyê dinêrin, her wekî “Bira bira ye, bazar cuda ye” hinekî bêhna hişmendîya kapîtalîst û ezezîyê jê tê.  Gotineka nêzî wê jî  ew e: “Lêv ji

diranan pêştir in”.

Bi kurtasî xwî û xisleta me, bîr û helwesta me di nava çanda me da veşartî ye. Lewma jî heke em dixwazin xwe nas bikin, divê em berê xwe bidin çanda xwe, nemaze jî çanda devkî. Ji bo vê yekê jî divê em zimanê xwe bizanin, ji ber ku dergûşê çandê jî ziman e.