Rojnameya Heftane

Ziman û nehebandina kurdan

Yaşar Eroglu

Dewleta tirk polîtîkayên berê didomîne û îro li aloziyê û di sûkekê de asê maye. Ronî tê de naxuyê lê israra berdewama vê serhişkiyê heye

Ziman nasnameya her neteweyê ye. Çend xalên sereke yên nasnameya neteweyan diyar dikin hene. Ji wan a herî sereke ziman e. Her gelekî ji bo her tiştekî ku di jiyana wî gelî de heye re, navek dîtiye. Her liv, lebat û kiryara di nav civakê de pêk tê, bi van navan re ditêkilîne û ragihandin pêk tê. Nav, têkilî, ragihandin, wate û mirov; ev hêma hemû ziman bi xwe ne.

Navlêkirin ango navandin li gorî mantiq, ramandin, awayê jiyanê û têkildariya her gelekî, xweseriyê nîşan dide. Carinan nêzikbûna erdnîgariyê zimanên cîran, van hêmayan jî çar neçar nêzîkî hev bîne jî, para mezin xweseriya her ziman e. Her çiqas beşa gelên îranî, beşa latînî, beşa silavî, beşa anglo-saksonî, beşa samî, beşa turanî û hwd. ji ber hin hevpariyên wan (ev hevparî ji dîrokê, têkiliyên aborî, jiyana di nav hev de -berê sînor tune bûn- û têkiliyên dînî-mezhebî û hwd. tê) wan gelek bişibîne hev jî, kurdek-farisek, îtalî û spaniyek, rûs û bûlgarek, alman û îngilîzek, ereb û cihûyek, tirk û ozbekek bi xweseriyên xwe dirûv digirin û difikirin. Her gel û neteweyek li gorî mantiq, ramandin, awayê jiyanê û têkildariya xwe serad û bêjinga xwe peyda dike û ziman di vê bêjing û seradê re derbas dibe.

Weke mînak, navên Zozan, Xezal, Zînê, Kejê, Sosin, Qenco, Şêrgo, Zewal, Kejo, Rohat, Şevger, Bahoz bi mantiq û ramandina kurdî hatine lêkirin. Pirên wan jî şibandin in ku jiyana kurdan jî sembolîze dikin. Lê Eyşê, Fatme, Helîme, Hebîb, Bedir, Cemal, Hesen, Huseyn jî hene ku bi riya dîn ketine jiyana kurdî. Her du jî tên fêmkirin ku mantiqê wan çi ye. Serê pêşîn mirov dikare wiha bêje, kurd zêdetir ji şibandina xwezayê hez dikin, ereb îlhama xwe ji cur bi cur tiştan digirin; lê hêmaya wan hevpar hêmaya dînî ye. Di nav kurdan de xweza dewlemend e, di nav ereban de dîn li pêş e. Mirov dikare mînakan dewlemendtir bike.

Tenê navên mirovan na, navên nebatan, çiyayan, çeman, liv û lebatan, cismanî ne û cismanî her tişt tê binavkirin. Bi vî awayî ziman taybetiya gel an jî neteweyekê dinimîne. Ev taybetî wek neqşekê, zimanekî ji yê din cudatir dikin. Ev yek ji bilî nasmeyê tiştek nîn e. Jixwe nasname ji bo taybetiyên jihevcudakirinê tê bikaranîn.

Mohra zimanê kurdî li ser hebûna me ye. Kurd berî her tiştî bi zimanê xwe tên naskirin. Mohra me zimanê me ye. Hêmaya herî sereke ya ku mêtingeran heta îro nikaribûne tune bikin, ziman e. Bi gotina sînor yek in, dîn yek e ji aliyê erdnîgariyê û dîn ve nasname dikare bê pênasekirin, lê ji aliyê cudatiya ziman ve nasname nikare bê pênasekirin.

Dewletên dagirker û mêtinger vê rastiyê ji xwediyê nasmeyê zêdetir dizanin. Ji ber ku ew ji roja destpêkê heta dawiyê tunekirina nasmeyê ji xwe re dikin armanc û bênavber êrîşê dibin ser. Êrîşên xwe bi plan û bername pêk tînin. Xurtî û qelsiyên nasnameyê nas dikin. Ji bo ku armanca xwe bibe serî, xebatên veşarî û eşkere di zanîngeh, înstutî, akademî û cihên cur bi cur de pêk tînin. Ew ê kîjan êrîşê kengî bînin ser nasnameyan baş dizanin. Ji hinek planên xwe re jî keys û firsetê dipên ku roja wê tê serê van êrîşan berdidin û planên xwe dikin meriyetê.

Dewleta ku ji bo tunekirina nasnameyan herî zêde xwe bi plan û proje kiriye dewleta tirk e. Gelek profesyonel dixebite, beşên dewletê yên ji bo vî karî hatine organîzekirin pêk anîne. Ji ber ku bingeha nasnameya tirk ne xurt e, gelên ku pê re dijîn di serî de kurd ji bo nasnameya xwe xetere dibînin, hebûna wan nahebînin. Di bingeha ramana pêkanîna yek milet û yek zimaniyê de ev rastî cihekî sereke digire. Pê re tevî amûrên şîdetê van polîtîkayên xwe dike meriyetê.

Raporên ku li ser navê dewleta tirk hatine amadekirin pir eşkere vê rastiyê tînin ziman. Hemû hêmayên nasnameya kurdên Dêrsimê diyar dikin, yek bi yek hatine raporkirin. Bi zimanekî dijminane êrîş tê kirin. Piştî raporan hem bi riya komkujî, şîdet û zextê hem jî bi riya politikaya qetliyama spî rapor hatine pratîzekirin ku êdî haya her kesî jê heye.

Polîtîkayên tunekirinê yên piralî ji raporên li ser Dêrsimê dest pê kirine heta îro li Kobanê û Serêkaniyê dewam dikin. Bi qetliyamê re nasnameya Dêrsimê qedexe kirin; hêmayên wê yên pîroz, zimanî û çandî… Bi navê Dêrsimê dest pê kirin; navê Dêrsimê bi Tunceliyê guhertin. Dêrsim nasnameya kurdên herêmê temsîl dike. Deriyê Sim, yanî deriyê zîv bû wateya wê û nasnameyeke kurdî bû. Dewletê ew nav weke mirovên Dêrsimê bi şîdetê tune kir; ‘tunc eli’ yanî deriyê zîv bi destê bronz hilweşand! Rastî jî wisa bû û wateyeke tunekirinê ya herî xedar li ser mohr kir.

Di sala 1954’an de bi riya qanûnekê navên hemû gundên Kurdistanê guherandin, navên bi tirkî li wan kirin. Piştre polîtîkayên asîmîlasyonê bilind bûn. Lêkirina navên kurdî qedexe kirin, eger navên me bi kurdî hatibûna danîn, digotin li kevneşopî û çanda tirkî nayê û nav qebûl nedikirin.

Kurdên Rojava bi salan e statûyeke fiîlî ya xweser ava kirine û dest bi jiyaneke nû kirine . Dewleta tirk hem bû dijminê vê statuyê hem jî hebûna kurdan. Di cîhanê de li ku derê kurdek an jî liv û tevgera kurdî hebe dewleta tirk xwe gij dike, êrîşê dibe ser.

Dewleta tirk ji ti hêmaya ku nasnameya kurdî temsîl dike re tehemûlê nîşan nade. Ligel qetliyam, rûxandin, bombekirin, talan û wêrankirinê dev ji dijmintiya navên kurdî bernade. Navên ku nasnameya kurdî lê ne hedef digire navên dewleta ereb a Baas (ku ew jî mîna wan mêtinger û dagirker e) lê kiriye bi kar tîne. Navên ereban lê kirine dihewîne lê navên kurdî weke kelemên di çavên wan re diçin qebûl nake. Kurdên Rojava bajarên xwe weke Serêkaniyê, Kobanê, Girêspî bi nav kirine. Nasnameya kurdî di wan navan de şênber bûye. Dewleta tirk ti car wan navan bi kar nayne û naxwaze bibihîze. Zimanê kurdî û nasnameya wan a kurdî vedişêre bi israr navên dagirkerên ereb radigihîne. Serêkaniyê weke Resûlayn, Kobanê weke Aynelarap, Girêspî weke Telabyad bi nav dike û di ragihandinê de bi kar tîne. Hesab ev e, eger navên tirkî minasib nebin jî qet nebe bila navên wan ên erebî bên naskirin. Wexta ku Efrîn dagir kir navê çiyayê Kurmênc weke Turkmen Dagi guherand. Navê Cindirêsê weke Cîn Deresî bi kar tîne. Gava navê kurdan berguh dikeve, ta têne dewleta tirk û nexweş dikeve. Bajarên navborî dixwaze bi projeya dagirkirinê ji kurdan bişo û demografyayeke bê kurd lê ferz bike. Dixwaze ew navên ku qam di seranserê dîrokê de bi çand, folklor û zimanê kurdî de hatine honandin û pêk hatine ji erdnîgariya kurdan bişo pençeyê xwe yê bi xwîn weke mohrekê deyne ser hebûna kurdan, bi vî awayî dagirkeriya xwe rewa bike.

Nijadperestiya tund riya rasîzmê vedike. Rasîzm, rêgezperestî ye. Ji xeynî nijada xwe nijadan qebûl nake, nijada xwe di ser her nijadê re dibîne. Ev politikaya tund û tûj tenê yek zimanî û yek neteweyiyê dihebîne. Kîjan neteweyê ji xwe re dijmin qebûl bike, bi her awayî ji bo tunekirina wê hewl dide, biratî û wekheviya wan qebûl nake. Encama vê politikaya tund û regezperest wêranî ye, heta niha ji hesabê tu dewletê re jî serkeftin nehatiye nivîsandin.

Wek envcama vê politikayê, dewleta tirk îro li aloziyê asê bûye. Îro di sûkeke asê de maye. Ronî tê de naxuyê lê israra berdewama vê serhişkiyê heye. Helbet dîrok bi dersan dagirtî ye. Peyrevên vê polîtîkayê ne pêkan e ji aqûbeta pêşrevên xwe cudatir tiştekî bibînin. Dîrokê seranser zilm û zordarî jî nivîsiye lê berxwedana gelan jî seranser bi serkeftinê neqişkirî ye.