Pêncşem, Tirmeh 29, 2021

Ziman welat e

Welat Kurdistan e

Kurdistan, kurdî ye

Kurdî kurd e

Kurd tu yî

Tu, welat î!

Îro 21’ê Sibatê ye. Ji bo kurdan rojeke taybet e, çimkî 21 sal in weke ‘Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê’ tê pîrozkirin. Helbet wateya vê rojê heye. 21’ê Sibata sala 1952’yan, li Bengladeşê ku wê demê girêdayî Pakistanê bû, Tevgera Zimanê Bengalî li dijî qedexekirina zimanê bengalî çalakiyek li dar dixe. Weke her dewleta faşîst, dewleta Pakistanê jî êrîşî çalakvanan dike û bi dehan kesan dikuje. Lê têkoşîn bi ser dikeve û 20 salên din Bengladeş xwe ji Pakistanê rizgar dike. Ji wê rojê wir ve ye li Bengladeşê 21’ê Sibatê weke Roja Tevgera Zimên tê pîrozkirin. 17’ê mijdara 1999’an jî UNESCO’yê 21’ê Sibatê weke ‘Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê îlan kir û ji sala 2000’î vir ve, li cîhanê her sal tê pîrozkirin.

Helbet vê rojê gelek nivîskar û zimanzanên kurd jî ew ê behsa divêtiya zimanê zikmakî bikin. Balê bînin ser xetereya bişaftinê û qirkirina ziman û çandî. Ji bo yekitiya neteweyî rola zimanê zikmakî çi ye ew ê bê nîqaşkirin.

Ez îro bêtir dixwazim di çerçoveya ditînên xwe de, çend pêşniyaran binivîsim.

Ji bo saziyên kurdan çend pêşniyar

  • Perwerdeya kurdî bidin hemû xebatkarên xwe
  • Koma xwendina pirtûkên kurdî ava bikin û bi pirtûka Ferhenga Bişaftinê ya Bahoz Baranî dest pê bikin.
  • Pirtûkxaneya Pirtûkên Kurdî ava bikin
  • Civîn û hevdîtinên xwe bi kurdî bikin
  • Hesabên medyaya civakî bi kurdî bi kar bînin
  • Hemû karên nivîskî pêşiyê bi kurdî bikin û ger hewce neke zimanekî din bi kar neynin

Ji bo karsaz û esnafan

  • Kar bidin kesên bi xwendin û nivîsandina kurdî dizanin
  • Etîket û reklamên xwe bi kurdî amade bikin
  • Kesên ku bersiv didin telefonan pêşiyê bi kurdî bipeyvin
  • Meaşên kesên kurdiya xwe bi pêş dixin zêde bikin
  • Abonetiya rojname û kovarên kurdî ji bîr nekin

Ji bo her kesî

  • Bi kesên kurdiya wan baş re hevaltiyê bikin (helbet bi tenê bi vê referansê hevaltî çênabe)
  • Peyamên xwe bi kurdî ji hev re binivîsin.
  • Hesabên medyaya civakî yên bi kurdî bişopînin
  • Rojnivîska we ya bi kurdî bila hebe
  • Bibin berhevkarek amator û we çi çîrok û meselok û gotinên pêşiyan bihîstin qeyd bikin
  • Her tişta ku we nivîsand, bi hevalekî xwe bidin sererastkirin.
  • Ji şaşiyan netirsin (bila bala we li ser vegera zimanê zikmakî be, hûn ê coşa bûneweriyê bijîn)
  • Kesên ji ber zimên rexneyan li me dikin hevalên me ne, em ji wan û rexneyên wan aciz nebin
  • Rojnameya Xwebûnê bişopînin û rojê herî kêm nivîsek bi kurdî bixwînin

Hêviya min ew e ku em kurd rojek beriya rojekê ji vê problemê xelas bibin û di bin sîwana zimanê xwe da bijîn.

Roja Zimanê Zikmakî li me tevan pîroz be…