19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zimanê bi zarokan re nejî dimire

Piştî destwerdan û girtina gelek saziyên civaka sivîl ên kurdan li şûna wan hin saziyên din hatin avakirin û yek ji wan saziyên ku xebatên xwe pirçandî û pirzimanî dike komeleya zarokan a bi navê ‘Berî her tiştî zarok’ e. Ji bo em agahiyên berfireh li ser kar û xebatên vê komeleyê bi we re parve bikin me bi seroka lijneya rêvebir a komeleyê Cewahir Sadak re ev sohbet kir.

Di destpêkê de ji kerema xwe hûn dikarin der barê komeleya ‘Berî Her Tiştî Zarok’ de agahiyan bidin me, ev komele kengî û çawa hat avakirin?

Komeleya me di 2017’an de piştî ku qeyûm avêtin ser şaredarî û gelek komeleyên me yên çand û hunerê yên civaka sivîl hatin girtin, me ev komele ava kir. Yek ji sedemên bingehîn ên avakirina vê komeleyê jî geşkirina zimanê kurdî bû. Mixabin gelek saziyên li ser ziman, çand û hunera kurdî ked didan hatin girtin û di nav civakê de ziman dîsa vekişiya malê. Armanca me ew e ku em di van şert û mercan de, di nav zarokan û civakê de xebatên li ser kurdî geş bikin. Armanca bingehîn a projeyê ew e ku zarokan bi mîrateya çandî ya cîhanê, bi teknolojiyê û bi hunerê re bîne ba hev. Mesela xebata dîjîtal a gelek muzeyan nîşanî zarokan dide heye. Li şûna ku zarokan ji teknolojiyê dûr bixe, bi rêya xebatên wiha yên hunerî zarok ji teknolojiyê sûd werdigirin.

Xebatên we tenê ji bo zarokan e?

Belê navê komeleya me ‘Berî Her Tiştî Zarok’ e lê em tenê bi zarokan re xebatan nakin, pêşî em bi kesên tesîrê li zarokan dikin re xebatan dikin, ji ber wê jî em berê xwe didin malbatê. Çiqas em atolyeyê bi zarokan re çêbikin jî em demeke kin li ba hev in ew tim têra perwerdeyeke mayînde nake. Mixabin niha ji ber Kovîd-19’ê jî em pir kêm tên ba hev. Piranî online xebatan dikin. Loma em pirtir xebatan bi malbatan re dikin. Xebatên çand, huner bi zimanê dayikê bi malbatan re dikin. Ji ber ku dema zarokek di malbatê de çi bibihîze, hîs bike li ser wî zimanî bi pêş dikeve. Heke ku nebînin, nebihîzin, hîs nekin ziman di wê malbatê de têk diçe. Jixwe zimanê bi zarokan re nejî, ew ziman mehkûmê mirinê ye. Ziman wekî temenê mirovan e bi me re dijî. Heke em ziman negihînin nifşê nû ew ziman dimire. Armanca me ya yekemîn ev e, geşkirina zimanê kurdî ye, ne rasterast perwedeya kurdî lê geşkirin û hezkirina kurdî ye.

Çi şert û mercên we yên tevlîbûnê hene, wekî temenê zarokan an jî şertên din, bi gotineke din kî dikare tev li van çalakî û xebatên we bibe?

Em qet sînorekî wisa danaynin. Her kes dikare tev li xebatên me bibe. Ji 2017’an heta niha ligel ku îsal zêde xebat nehatin kirin jî li gor raporan me xwe gihandiye 12 hezar zarokan. Mînaka me ya herî berbiçav Mihrîcana Zarokan a Sûrê bû ku me wek koordînator organîze kir lê ne tenê em bûn bi me re 17 saziyên Amedê hebûn. Me bi vê xebatê jî xwest, balê bikişînin ser ziman û çanda kurdî. Li ba me sînor tune ne, em vî tişî qebûl nakin. Mesela sînorên feqîrî û xizaniyê yan dewlemendiyê tune ye yan jî sînorên temen. Me ne ji hêla sosyoekonomîk ne ji hêla cins an temen sînor daneniye di komaleya xwe de.

Ji bilî xebatên ziman çi xebatên we hene?

Em bêtir xebatên çandî û hunerî dikin. Me bi projeya biratiya çîrokan dest pê kir ku di erdnîgariya Kurdistanê de gelek gel dijîn wek kurd, suryan, ermenan. Wisa me xebatek pirzimanî dabû ber xwe yanî ya rast em di têkiliyên zarokan de li têkiliyên nerm digerin, helwesta me ev e. Ji ber wê heta niha projeyên berbiçav ev e û xwendina pirtûkan a li ser înternetê û şanoya zarokan a du zaravayî (dimilkî, kurmancî). Me ev şano bi alîkariya Ma Muzîkê û Şanoya Bajêr a Amedê çêkir, a din jî mîrateyên çandî ên cîhanî ye.

Belê rast e em dixwazin zarok li zimanê xwe û neteweya xwe xwedî derkevin û di wê hişmendiyê de bin lê her wiha xebatên me li ser vî tiştî ye ku zarokên me gelên li kêleka xwe û derdora xwe jî bibînin û nas bikin. Yanî li xwe xwedî derkevin, kesayeta xwe, nasnameya xwe nas bikin lê ev xwedîlêderketin nebe înkarkirina çanda gelên li derdorê.

We wek komeleya ‘Berî Her Tiştî Zarok’ heta niha di çarçoveya mafên zarokan de çi kiriye, çi pêşketinên we hene, der barê vê mijarê de?

Me mêvandariya muzeya navneteweyî kir li wir jî 2 hezar zarok beşdarî muzîkê bûn. Niha herî dawî jî xebata me ya herî berbiçav ev e, em bi jinan re dixebitin. Me di serî de gotibû ji bo pêşketina zarokan hewcedarî bi pêşketina malbatê heye. Divê xeleka pêşketinê çi be em wê xurt bikin. Derdê me çand be em ê hêla çandî xurt bikin, aborî be em ê hêla aboriyê xurt bikin di malbatê de. Ji ber wê niha projeyek me ya dayik û zarokan bi hev re heye. Bi vî awayî zarok asoya xwe berfireh dikin çîroka dinivîsin.

Proje wisa ye zarok çîrokan diafirînin vedibêjin. Atolyeya çîroknivîsandinê ye. Dayik jî wan karakter û lehengan çêdikin. Zarok jî di wê çîrokê de dilîzin wek karakter.

Niha 9-10 proje li ber qedandinê ne. Dayik ji bo zarokan bi sîxitan pêlîstokan çêdikin. Hem materyal organîk in û zarok wisa hîn dibin ku her tişt ne bi peran e bi afirandinê jî her tişt dikare bê çêkirin. Nêzî 50 jinan civiyana kolektîf ava kirine bi navê Kolektîfa Jinan a Nefelê. Komele li ser kolektîvîzmê ava dibe.

Cihê herî zêde ku pêwîstiya zarokan bi van tiştan heye Sûr û Rezan in niha. Saziya we li wir bûya ew ê ne baştir bûya? 

Niha dema ku em tiştekî dikin saziyên Sûrê jî beşdar dibin, em bi hev re dikin. 3-4 komele li Sûrê hene. Berê saziya me li Sûrê hebû. Lê jixwe dema em karekî dikin em li qadeke berfireh dikin. Dema em şanoyekê an mihrîcanekê dikin em li her derê ne. Ne li ser demê ne li ser temen an jî çînekê sînorên me tune ne. Cih ji bo me ne muhîm e. Em ê xwe bigihînin hemû tax û bajaran û mana me ya li taxekê an jî li bajarekî nayê wê wateyê ku dê xebatên me di wî bajarî an jî wê taxê de bi sînor bibin.

Niha bi saziyên din re çi pêwendiyên we yên xebatê hene? 

Niha Ma Muzîk û Şanoya Bajêr a Amedê alîkariya me dikin li ser kişandina vîdeoyan û tiştên din. Her wiha malbat jî alîkariya me dikin. Ji ber ku em karekî kolektîf dikin gelek caran em bi van her du saziyan re didin û distînin. Wekî mînak xebatên ku muzîk û stran pêwîst bin em alîkariyê ji saziya Ma Muzîkê dixwazin û ji bo xebatên çîrok û şanoyê jî Şanoya Bajarê a Amedê alîkariya me dike.

Cewahir Sadak kî ye?

Di sala 1979’an de li gundê Bafê yê Hezexa Şirnexê hatiye dinayayê. Li zanîngehê beşa rêveberiya giştî xwendiye û diya 3 zarokan e. Ji sala 2003’yan heta 2016’an li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, pêşî wekî gerînendeya karên çand û hunerê û paşê jî wekî seroka daîreya çand û hunerê xebitiye. Niha jî seroka lijneya rêveber a komeleya ‘Berî her tiştî zarok’ e. Ew jî wekî gelek xebatkarên din ên şaredariyan piştî desteserkirina şaredariyan ji karê xwe hatiye derxistin.