Sêşem, Nîsan 20, 2021

Zimanê çanda maderî

Her çiqas‚ zimanê dayikê bi giştî bi awayekî yekser bi dayikê ve, bi têkiliya navbera dayik û zarok ve û her wiha bi pêşketina zimanê yekemîn ve bê girêdan jî em dizanin ev gotin di bingeha xwe de pergaleke derveyî  serdestiyê rave dike û ji têkiliya zimanî ya dayik û zarokê wêdetir gelek wateyên çandî, civakî û dîrokî di nav xwe de dihewîne. Çawa ku ‚ziman‘ ne tenê amûrê ji hevdu fêmkirinê ye û yek ji bingeha nasnameya çandî ya kesan û civakan pênase dike û di heman demê de têkiliyên serdestiyê (wek mînak di pêvajoyên kolonyal û asîmîlasyonê de) de bi roleke girîng radibe, ‚zimanê dayikê‘ jî yek ji bingeha nasnameya ‚çanda maderî‘ ya gerdûnî ye.

Tê gotin peyva ‚zimanê dayikê‘ ji zimanê latînî ji peyva ‚lingua materna‘ tê û  di  sedsala 12‘emîn de, ango di serdema navîn de cara yekemîn di nav belgeyan de bi vî awayî hatiye bikaranîn. Bi vê gotinê cudahiya di navbera zimanê perwerdeyê/olî/fermî û zimanê li nav malê/civakê tê binxêzkirin. Tê zanîn latînî zimanê fermî ya împaratoriya Romayê bû, heta serdema nû ji hêla dewlet û împaratoriyên rojavayî ve wek zimanê wêje, zanist, polîtîka û dêrê dihat bikaranîn. Ligel vê di nav gel de zimanê têkiliyê ne latînî bû û gel bi hev re bi zimanên xwe yên heremî dipeyivîn. Fenomena zimanê dayikê, têkiliya bêkontrol ango bêyî midaxeleya ji derve, bêyî hewcedariya fêrkirinê, têkiliya xwezayî ya bînbar (intuitive) a navbera dayik û zarokê û her wiha mirov û civakê pênase dike. Serdestên wê demê vê têkiliyê çima wek ‚zimanê dayikê‘ û ne wek ‚zimanê bavikê‘ binavkirine, bêguman sedemeke xwe heye. Dibe ku mirov vê pirsê bi kurtasî bi rola dayikê ve girê bide û bibêje ji ber têkiliya nêz a navbera dê û zarok ev nav lê hatiye kirin. Lê serdestên wê demê yên vê navê li zimanê ku ji hêla gelan ve tê peyivîn kiribûn, rola jinan a di nav civakê de jî dizanibûn. Ango ev zihniyeta serdest bû ku jin dû re wek pîrebok û sêrbaz îlan kir û li qadan ew şewitandin.

Li hêla din, ger em li rastiya dema çanda xwezayî binihêrin, em dizanin ku wê demê zarok ji hêla dayikekê ve nayê mezinkirin, ji xeynî dayikê civaka derdorê hemû ji bo gihîştina zarok tevdigerin. Li gorî lêkolînan hin jî civakên ku bi vî awayî zarokan mezin dikin hene û di van civakan de hîn jî çanda maderî xurt e. Ango zarok ji hêla civakê ve tê gihîştin, ne aîdê dê û bav e. Di vê çarçovê de, dayiktî kategoriyeke civakî ye û endamên civakê rol û berpirsiyariyên dayiktiyê parve dikin. Pirî caran şîrdayîna dayikê wek mînaka tekane/pîroz a navbera zarok û dê tê nîşandan, lê dîsa tê zanîn ku heta destpêka sedsala 20’an jî zarok di gelek civakan de ji hêla jinên ne dayikên wan, dihatin mijandin. Lewma ye jî gotina ‚zimanê dayikê‘ nikare tenê bi têkiliya ‚dayik û zarokê/a wê ve‘ bi awayekî teng bê sînorkirin. Ev gotin pergalekê pênase dike û ji xeynî ziman, çanda ku li derdora jinan hatiye avakirin destnîşan dike.

Girêdayî vê mirov dikare bibêje, serdestên ku zimanê latînî bi kar dianîn, bi gotina ‚zimanê dayikê‘ dibe ku xwestibin ‚yên ne wekî xwe‘ nîşan bikin û bi vî awayî ‚serdestbûna xwe‘ (û bindestbûna yên ne wekî xwe) îlan bikin. Ev hişmendiya kolonyal di bikaranîna teza ‚cudahiya serdest û bindestan‘ de navendî ye. Li hêlekê pergala ‚pêşketî, perwerdekirî, fermî, siyasî û dewletî‘ heye û li hêla din pergala ‚paşdemayî, neperwerdekirî (kovî), nefermî, civakî û nedewletî‘ heye. Pir ne zehmet e ku mirov pê derxîne, zimanê dayikê li kîjan milî dikeve. Yekcar ji ber vê sedemê ye ku heta niha bi gotina ‚zimanê dayikê‘ bi giranî zimanên gelên xwecihî (indigen), yên ne netewedewlet û nefermî tê qestkirin.

Li hêla din fenomena ‚ziman‘ wek yek ji taybetmendiyên hevpar ên ‚netew(dewlet)ekê‘ tê pênasekirin jî yek ji îcadên sedsala 20’an e. Xwesazîkirin li gorî esasê neteweperestiyê ya ‚yek ziman, yek netew, yek ol’ê li dijî rastiya civakan e. Tu civak ne homojen e, ne yek zimanî ye û ne jî yek çandî/olî ye. Di ser de bi gotina ‚zimanê fermî‘ serdestiya li ser ziman tê avakirin, di navbera ‚zimanên dayikan‘ de ferq û cudahî tê kirin; an jî cihêrengiya wan tê windakirin.

Femînîst ji perspektîfa xwe gotina ‚zimanê dayikê‘ bi hinceta ji ber têkiliya jinan û navmalê ji nû ve ava dike rexne dikin û dibêjin ‚ev peyv ji hişmendiya ku dê wek berpirsiyara mal û zarok dibîne û bav jî wek berpirsiyarê derve û kar dibîne tê.‘ Her çiqas ev tespît ji hêlekê ve di cih de be jî li hêla din mayîna bi vê rexneyê, wateya wê ya berfireh ku min xwest li jor diyar bikim, piştperde dike. Wekî min got, dibe ku ev peyv ji hêla serdestan ve ji bo ‚bêqîmetkirina çanda maderî‘ û pênasekirina ‚yên ji xeynî wan‘ hatibe bikaranîn, lê divê em peyvan jî ji dîlîtiyê xelas bikin û wate û îtîbara ku heq dikin, dîsa li wan vegerînin.