Rojnameya Heftane

Zimanê me çima girîng e?

Şêrgele

Dixwazim nivîsa min li ser wateya zimanê min be. Li ser dîroka ziman, ez ê tiştekî nebêjim. Tenê çend gotin û pirsgirêkên em pê re rûbirû dimînin ez ê şîrove bikim.

Ya yekemîn ziman an jî zimanê me çima girîng e?

Ji destpêka dîrokê heta niha gelek fîlozof, nivîskar û zanyaran girîngiya ziman destnîşan kirine û ji bo ziman gelek nivîsandine. Yên ku nivîsandine jî êşa ziman kişandine û birînên wan çêbûne. Dema em li welatê xwe Kurdistanê dinihêrin hê jî em êşa wê dikişînin û birînên me hene.

Kesên dagirker ji bo zimanê xwe serdest bikin serî li hemû rê û rêbazan didin. Ji bo vê yekê jî teknolojiyê bi kar tînin. Mînaka wê jî dewleta tirk e. Îro tu li televîzyonan dinihêrî bi sedan qenalên bi zimanê tirkî hene. Ev qenalên tirkî her rojê çend rêzefîlman û bernameyan pêşkêş dikin. Bi vê yekê bi milyonan kesan bi xwe ve  girê didin û wan kesan mehkûmî xwe dikin. Li ser facebook û twitterê jî bi milyonan bikarhênerên zimanê tirkî hene. Ji bo rojname, pirtûk û kovaran jî ev yek derbasdar e. Lê em bi zanebûn an jî nezanî dibin kesekî/e ji vê dagirkeriyê. Ji bo ku nivîsên me zêde werin xwendin em bi zimanê tirkî dinivîsin. Bi vî awayî em bi xwe vê dagirkeriyê bi pêş dixin. Tu çiqasî bi zimanê dagirkeran binivîsînî, tu yê ewqasî xizmetkarê wan bî.

Dixwazim mînakekê ji welatê Belçîkayê bidim. Belçîka di bin serweriya fransiyan de bi pêş ket. Ji bo zimanê fransî belavî gelek deveran bibe polîtîkayek taybet hat meşandin. Di fermiyetê de jî ev ziman hat ferzkirin. Lê aliyekî kesên ji civaka flaman hebûn û vê yekê di warê ziman de rê li ber pirsgirêkan vekir. Ji ber ku dewletê kesên bi fransizî dizanîbûn dikirin karmend û di wezîfeyên jor de cih dida wan. Li dijî vê yekê jî tevgereke flamanan a ziman ava bû. Vê tevgerê  tenê li ser ziman xebat kirin. Ji bo bipêşxistina zimanê xwe gelekî ked dan. Her wiha nexşeyek li ser bikaranîna zimanê flamanî amade kirin. Bi vê nexşeyê re aşkera bû ku nîvê Belçîkayê bi zimanê flamanî diaxive. Lê tevî vê yekê jî di fermiyetê de cih nedidan wan. Tevgera ku ji bo ziman ava bû di demeke kin de hişt ku namzetên flamanan di meclisê de cih bigrin. Van kesan jî li meclisê doza ziman bi pêş xist. Bi demê re hejmara van kesan li meclisê zêde bû û kirin ku flamanî jî bibe zimanekî fermî yê meclisê. Her wiha li deverên fermî jî zimanê flamanî hat bicihkirin. Û gav bi gav zimanê flamanî li her devera Belçîkayê bi cih bû. Îro jî li Belçîkayê herî zêde zimanê flamanî tê bikaranîn û hejmara niştecihên vî zimanî bikartînin jî zêde ye. Bêguman ev pêvajoya ez behsa wê dikim zêdetirî sed sal berê ye. Yanî di carekê de çênebû.

Bi vê mînakê jî dixwazim vê bêjim: Xebateke ji bo ziman dikare encamên siyasî, çandî û civakî jî bi xwe re bîne. Eger em kurd jî ji ziman dest pê bikin, dikarin heman encamê bi dest bixin. Ji bo vê yekê jî dîrokeke me heye. Ewqas televîzyon, rojname, pirtûk û kovar jî bingeha hebûna me ne.

Dema tu li dewleta tirk binihêrî dîrokeke wê an jî çandeke wê tinebû. Lê bi dagirkeriyê zimanek ava kir. Niha jî bi vî zimanî dîroka xwe çêdike. Li cem me hem dîrok hem jî ziman heye. Ya girîng bikaranîna wan e. Hêvîdar im ku Xwebûn jî bibe sedema xwelêvegera zimanî.