25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zivistan tê!

“Dîsa çile hat bi ser me de” gotina dayikên me yên ku bi madekî tirş dibêjin û bi gotina “wan şevên dirêj ên wekî salan” dewam dikin. Hema ez gelekî ji zivistanê hez dikim. Çimkî havînan Kurdistanê/Nisêbînê weke dojehê ye. Lê belê zivistan…(sed dilê şîn). Dema sar be mirov dikare çakêtekî li xwe bike û germ bibe. Û ji xwe dema şev dirêj dibe mirov bêhtir şiyar dimîne. Bêdengî jî heye. Zivistan aramî ye.

Axir me got “zivistan tê! (winter is coming!) û dest bi amadekariya zivistanê kir. Me tiroziyê xwe ji havînê de xist şûşan. Bacanê xwe yî sor/firingî yê dawî kir tirşik û xist şûşan. Bacanê xwe yî reş yê dawî vekir, daliqand û hişk kir. Bi tiriyê xwe yî merzone; bastîq, benî, dims û mewîj çêkir. Rîçalên xwe yî kundir û bîhoka çêkir. Hûn jî dizanin ev fêkiyên zivistanê ne û kundir di nav kurdan de bi nav e. Me stran jî li ser çêkiriye. Bi ser van de jî me xanî derxist, şuşt û rûnişt. Niha min pişta xwe daye sobê, rûniştime û ez vê nivîsê dinivîsim. Ma ne baş e? Belê xwezî me ji wan tiriyan hinek şerab jî çêkiriba…

Yanî tirsek me heye li hemberî sermayê û em evqas amadekariyan dikin. Tu dibê qey em dê têkevin xelayê. Hema em mafdar in. Xwarin û vexwarinên havînê zêdetirin û cur bi cur in. Zivistanê ji ber sermayê laşê me yî nazenîn li hemberî nexweşîya kêmtir bi parastin e. Ji ber vê dive em xwe biparêzin ev jî bi xwarin û vexwarinek tendurist dibe. Qet netirsin, em ê di vê nivîsê de ji bo zivistanê kîjan fêkî û zebze baş e, çi fêdeya wê heye, em ê bibînin. Nexweş nekevin dûvre hûnê jî weke min ji demsala zivistanê hez bikin.

Bikaranîna zebze û fêkiyan di demsalên xwe de; hem ji bo laşê mirov hem jî ji bo pêşîlêgirtina krîza qûta gelek girîng e. Jixwe bêhtir bi tam e. Fêkiyên zivistanê hem çavkaniyek vîtamînan e û hem jî çavkaniyek fîberê ya zêde ne. Lê belê, ji dêvla hûn ava fêkiya derxin û vexwin, hûn rasterast bi armûşkê wan fêkiyan bixwin bêhtir bi bandor e.
Xwarinên bi armûşk xwarinên bi qaşil in. Ji bilî petatê mero dikarê hemûyan bi qaşilên wan bixwe. Yanî mirov bi qaşilên wan bixwe baş e. Zebzeyên girs jêkirî û kêm kelandî bixwe bi vî awayî bêhtir bi bandor in. Ji bo tenduristiya rûviyan gelekî bi fêde ye. Ferikandin (hezm) jî hêsan dike. Ev fêkî û zebze: Fasûlî, nîsk, şoqil, nok, barbûn, sêv, hirmî, xox, bîhok, hejîr, çîlek, mişmişên hişkirî, hejîrên hişkirî (ziwa), marol, kerefz, kelem, gulkelem, spenaq, gêzer û petat û hwd. Wekî din alîkariya daketina rêjeya kolesterola xwînê dike. Dibe asteng ku ji nişkê ve şekirê xwînê bilind bibe. 2 cureyên wê hene. -Yê di nav avê de dihele û yê nahele. Yê di nav avê de dihele avê di laş de digire û mirov têr dihêle. Bi piranî diyetîsyen xwarinên bi armûşk û fîberî pêşniyarî şewirdarên xwe dikin. Ji bo zehîfbûnê. Hin ji van fêkî û zebzeyan: Mûz, çîlek, sêv, hirmî, pirteqal,nîsk, şoqil, xeyar û hwd.

Yên di avê de nahele ferikandina (hezma) xwarinan xurt dike rûviya bi vî awayî zû paqij dike. Herdû jî ji bo tenduristîyê hewce ye. Mirov rojê 20-25 gr bistînê baş e. Girîng e ku meriv di nexweşên rûvî yên mîna kansera kolonê de bi têra xwe vexwarinê bi vî awayî xwarinên bi armûşk bistîne. Sitandina vîtamîna C yê ji bo mehên zivistanê gelekî girîng e. Mendelî, pirteqal, greyfûrt ji vî alî gelek bi dewlemend in.
Zebzeyên weke kelem û pirase jî ji vîtamîna D yê pir dewlemend in. Hûn hinekî girs hûr bikin û kêm bikelînin bêhtir bibandor e. Zebzeyê ku we kelandiye di heman rojê de bê xwarin jî bêhtir bibandor e. Wekîdin vîtamîna wê kêm dibe êdî fêda wê li me nabe.
Gêzer; ji bo çerm û tenduristiya çavan, her wiha ji bo xebitandina rûvîyan jî girîng e, kolesterolê jî dadixe. Ji hêla sitendina vîtamîna hesin jî spenaq zebzeyek bi hêz e. Pergala me yî parastina laş xurtir dike û gelek bi proteyîn e. Lehane, birînên li ser çerm zû rehet dike. Ava zêde û toksîna ji laş davêje.

Bîhoka ku me rîçala wê çêkir; parastina laş xurt dike. Bi potasyûmê dewlemend e. Di mehên zivistanê de ji bo şewbê û bronşîtê gelekî baş e. Hinar hem derd e hem derman e. Bi neqandinê derd e, bi xwarinê jî derman e û tama wê jî gelekî xweş e. Hema ji bo xatirê hinaran divê mirov ji payîzê hez bike. Hem bi vîtamîn û mîneral e mirov ji nexweşiyan diparêze. Ew bandorek dij-pîrbûnê ye. Kîwî; ji bo rojên sar gelekî bibandor e. Rêyên hewa stendinê yê jêrîn û jorîn vedike, dîtina çav zêdetir dike. Li ser çêkirin û pêşveçûna hestî bibandor e. Asta rûnê di xwînê de kêm dike.
Şembelotê ku em çile datînin ser soba agir; di nexweşiyan de agirê laş dadixe. Pêşî li pîrbûna zû ya şaneyên laş digire. Xwedî bandorek detoksê ye. Pêşî li nexweşiyên mahdê digire. Şaneyên mêjî nû dike bi vî awayî pêşî li jibîrkirinê digire. Dirananbi qewet dike. Xwînasor a di laş de zêde dike û mirov têr dihêle.
Roka ya ku li ber hemû şîvan li ber xwarinên me ye; bi kalsiyûmê, mîneral, potasyûm, magnezyûm, fosfor û sodyûmê dewlemend e. Dil diparêze rîska penceşerê kêm dike. Kîloyan dixe bin kontrolê, pêşî li nexweşiya diyabetê digire.
Sêv; parastina laş bi qewet dike. Qebizbûnê asteng dike, bi antîoksîdanên A,C,E yê jî sîstema sinira diparêze û şaneyên xwînasor diafirîne.

Hêvî dikim we bi vê nivîsê ji zivistanê hez kiribe. Hûn dibînin xweza bi hêz û comerdiya xwe bi her awayî dibe alîkarê me. Belê em dibin astengdarê wê ji xwe ev jî mijarek din e.