23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zivistan û cimetên berê

Ayhan Erkmen
Ayhan Erkmen
Ax! Welato

Zivistana Qersê hêdî hedî rûyê xwe nîşan da. Belekiyên berfê daketine çiyan. Zivistan niha jî tivdarekê gund û bajaran dike. Lê gundî û bajariyan ji bo pêşwaziyê tivdarekên wê qedandine. Qaz ser jêkirine, iyar bi penêrên çîçal tijî kirine, barên êr û kartolan dane ser hev; bi xêra kaya Amed û Rihayê kadîn jî dagirtine, de tê jî bila ser xêrê bê. Lê temên zivistanên berê tu nîne. Ne berf wekî berê dikeve, ne jî di dîwanan de cimet dicivin. Vê ceyranê, televîzyonê û serda jî înternetê emana civakê birandiye!

Bendavên salên dawî avhewa guhertiye. Ji berê bi bilindahiya avahiyan berf diket, şepeyên berfê wek giran bûn. Gundiyan dirûngeyên pêz li ser datanîn. Dengê xirmexirma gihayê di nav diranên pêz de dengekî çi heweskar bû. Yaşo, li ber duringê dihate eşqê û dest bi stranê dikir:

ez berf im berf im berf im

lê lê nar lê lê nar

ez berfa çiyakê reş im

lê lê nar tu delal î…

Ji dûr ve Hiko deng didayê “Oryo, Yaşo strana Qazê bêje, ya Qazê.” Yaşo dest pê dikir bi teqil digot Hiko jî ev vedigerand.

Cimet bi êvaran di dîwanan de diciviya. Sobêyên kerma har dibûn. Hela kermê pêz tiştekî nedîtibûn. Kal germ nedibûn, belîf diavêtin ber sobê û pişta xwe didanê, carinan di cî bi cî de xewmaşkî dibûn, bi hişyarbûnê ji nişka va  digotin:

“hi çi bû, çi bû” yê kêlekê bi henekî digot “xalî serê tebû” pirqînî dikete me zarokan, îja gef û çêr dibarîn.

“Hî tulên heram, çi dikenin, derkevin” me jî bi tavilê dengê xwe dibirî û ji nebîhîstî ve dihatin. Şevên zivistanê dirêj bûn, tarî di saet çaran de dikete erdê, ji pey şîvan me berê xwe dida odeyan. Di dîwanê de her kesî şûna xwe zanibû. Nizam nêvan, mêvanek bihata, wê gavê li gorî temenê wî mêvanî jê re cih dihate vekirin, yên rêzê, dor bi dor cih diguherandin.

Di bin wê ronahiya gazocaxiyê de, dengê xuşîniya qazana ser sobê û gujîniya tipiya derva tev li dengê çîrokvan û dengbêjan dibû. Xwedêyo! Çi bextewarî bû. Bi belavbûna cîranan tembîh dikirin “ji tipiyê, rê winda nekin ha” mezin li ba wan tunebûna, zarok bi qetî tenê bernedidan, yek pê re dişandin.

Di wan şevan de mezinan bi têra xwe çay vedixwarin, lê em zarok li benda îskanên wan diman. Yên ku venexwara me îskanên wan têwerdida û yek, du qult jî me vedixwar. Qet ji bîra min naçe, rehmetiyê apê min çûbû bajêr û bi vegerê ji cimetê re kase loqim û qutî kalêt anîbûn. Para her hesî, yek, du lib loqimên nav kalêtan ketibû. Ez hê jî ji mala xwe re dema loqiman bistînim, kalêtan jî distînim, lê temên wan jî ne mîna yên berê ne.

Salekê xelaya kayê çêbûbû. Gundî çûbûn Konyayê kayê û bi trênê ka anîbûn. Îja çend rojan mijara sohbeta odeyê, dîtin, kirin û xwarinên wê derê bûn. Li wir çûbûn sînemayê û televîzyon temaşe kiribûn. Wisa xweş xweş behsa wan dikirin ku kesên nedîtî digotin “neûzûbîllah qiyamet wê biqete.” Îja bi hatinê kestane jî anîbûn. De nizam ji malên xwe re çiqas anîbûn, lê çend kîlo jî ji cimetê re anîbûn. Me jî jê yek du lib xwarin, mîratê tema wan çi xweş bû.

Îja dema stranê bihata diavêtin ber hev; hinekan xwe nedigirt radibûn govendê, girminî polê odê dixistin. Xwediyê malê ji şermana tiştek nedigot, lê yek, du kes dibûn dilbendê dilê wî  “kuro hêdî, kuro hêdî, hûn ê polê odê bişkênin.”

Bi belavbûna cimetê re, karên qîz û bûkan dest pê dikir. Dip duzena odê, nedihîştin serê sibê; çi dibû, çi nedibû, dibe ku hema yekî li dêrî xist. Derî û pencere vedikirin, balîf û mînder dikutan û gêziyek diavêtin odê. De kî jî dihat, bila li ser seran û ser çavan bihata.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê