20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zivistana dawî

Êvara baranê ya tije kulîlkên şilbûyî, xapiyayî, çilmisî. Dimeşî. Barana paşîn, zivistana axir zeman e ev gelo yan a destpêka her tiştî? Îskanê datînî ber baranê. Tije dibe; li ser maseya spî, îskana tijî. Bi te re şil dibe kurdîtî. Dilopên baranê hem berxwedana te ne, hem jî şahidên berxwedana te. Diminminî; ey baran û baran, ey baran û baran! Daîm diçim, dengê te tê. Ji kê re dikî zikrê helal, ji kê re dikî vê taetê?

Di wê êvara dawî û tarî de dengê Feqî tê; “Ew ne ey baran û baran bû ey av û av bû!” Nizanî çi bibêjî di navbeyna Feqî avê, baranê û xwe de matmayî disekinî. Baran rûyê te dişo. Cara ewilî vê gotinê dijî, fam dikî; fam dikî û hîs dikî. Baran rûyê te dişo. Baran kurdîtiyê dişo. Baran êvarê dişo. Baran her tiştî dişo. Ferqa niha ji par û siberojê namîne.
Tu dimeşî. Wek qasida tiştek bî; wekî ku dê hinek paşê tiştên pir girîng biqewimin… Wekî ku baran qasidek taybet be li navbeyna te û her tiştî. Dilop te dibin. Kurdîtiya berxwedêr, şil dibe di berikên te de. Kîjan desmala rîs lê bipêçî jî zuwa û germ nabe. Te qet û qet êvarek wiha barana wiha, dawiyek wiha, çîrokek wiha xeyal nekiribû lew dê dawî her tim gulgulî û ronî bûna. Li nava bihar û havînên şeng! Lê binêre wayê hevokek li holê direqise. “Her kes qurbana xeyalên xwe ye.” Bes tu xwe qurban murban jî hîs nakî. Hêna wê şevê te ji bo bêedaletiya ku li hemberî te hatiye kirin got; “Ez ne mexdûr û qurban im. Min tercîhek kir encam wiha derket. Ewqas min dizanibû ku kes zêran nade serhildêran.” Lew te ji zûde ye xwe ji çîrok, dîrok bajarên mexdûriyet û meth û sena û xweşikirina wê xelas kiriye!

Ên ku hê jî xwe di nava çamûr û xweliya wê de digevizînin jî êdî ne ji nas û dostên te ne. Bi vê awayê her kes dişibe riya xwe û her rê ji rastî û karwaniya mirov çêdibe. Lê niha çavên te yên tije baran êvarê şil dikin û kurdîtiyek axirzeman; çîrokek sedsalê li pey xwe dikşînin. Baran çavên te tije dike, ji hinarikên te diherike ber bi erda êvarê ve lê ew ne girîn e. Cara ewil fam dikî ku barana çavan ne girîn e lew ew baran hevkariya te û ewran e, li jêr vê asîmanê zivistana dawî. Te xwe wek niha qet xeyal nekiribû. Wiha piştî berxwedêriya sedsalan li êvara kurdîtiya baranê û di nava barana kurdîtiyê de. Wiha wek lehengek fantastîk, şil û pil li nav êvara zivistana dawî bi çav û rûyê ku baran jê diherikî tu çîroka baranê bûyî her tim. Vê êvara zivistana dawî êdî te û baranê kir tiştek din, di êvara kurdîtiyeke serbilind û porşil de dimeşî, tevî baranê dibî, wê zûde te ji xwe re biriye.
Bi gavên qumriyekê dimeşî carna; bi gavên şepalek; carna cuhoka ku ji dilopan çêbûye gavên maceraperest; bi qasî baranê maqûl, bi qasî ewran xeyîdî, bi qasî kurdîtiyê bêdem û war dimeşî. Baran dawî xwe digihîjîne canê te. Ev jî ne canê dawî be gelo, li vê êvara dawî? Tu û qumrî li hev mêze dikin, baranê we zûde kiriye yek! Şil, sermest, firyar û ji her tiştî bêminet…

Çavên şil nagirîn, çavên şil naqîrin, emir ewr in li vê êvara dawî dibarin. Wiha dibêjî û bi qumrikên şil re dilop dilop li êvarê belav dibî. Zimezima kurdîtiya li her dem û derê dinyayê bi te û baranê re dibare. Îskana li ser maseyê tije baran dibe. Dê kî vexwe, dê kî vexwe. Kurdîtî li erdê û asîman perwazan dide xwe; dê kî fêm bike, dê kî fêm bike.
Bi êvara dawî û barana qumriyên şil tên çavên wê.